Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: 6 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê got: “30’ê Cotmehê wesayîta zirxî ya tîpa Ejder ber bi qereqola Onûrtepe ya li herêma Tendûrekê ve diçû. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk û bi taktîka kemînê li wesayîta zirxî hate xistin. 6 dagirkerên ku di hundirê wesayîtê de hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev agahî dan:

“Herêma Serhedê;

30’ê cotmehê di saet 17.40’an de bi taktîka kemînê li wesayîta zirxî ya tîpa Ejder ku ber bi qereqola Onûrtepe ya li herêma Tendûrekê ve diçû, hate xistin. Bi çekên ferdî û nîv otomatîk li wesayîta zirxî hate xistin. 6 dagirkerên ku di hundirê wesayîtê de hatin cezakirin û wesayît jî hate îmhakirin.

Herêma Zapê;

1’ê mijdarê di saet 11.20 û 12.15’an de li 2 dronên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm hate xistin. Her du dron hatin îmhakirin.

Herêma Metînayê;

1’ê mijdarê di saet 14.45’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê hate kirin.

3’ê mijdarê di saet 17.00’an de bi çekên giran mudaxeleyî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hate kirin.

Herêma Xakurkê;

2’ê mijdarê di saet 10.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Kamuran hate xistin û derb li çeperekî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3’ê mijdarê di saet 22.30’an de mudaxeleyî helîkopterên ku xwestin dakevin Girê Şehîd Kamuran, hate kirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û bi dronên bombebarkirî pêk anîn;

1’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê Sîdayê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1 û 2’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî 4 caran bi gazên kîmyewî û 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

1 û 2’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 4 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

2 û 3’ê mijdarê Qada Berexwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 2 caran, qada Girê Zengil a herêma Garê 2 caran, qadên Golka û Gundê Dergelê yên herêma Metînayê 2 caran, qada Ava Lolanê ya herêma Metînayê 2 caran; bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar