Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, derb li helîkopterekê hat xistin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Zapê çalakî kirin. Di çalakiyan de derb li helîkopterekê hate xistin, 6 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin bi bombeyên taktîk nukleer êrîş kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa tirk bi vî rengî ne:

“Li herêma Zapê; 23’ê tîrmehê saet di 07:40’î de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Karker bi taktîka gerîla ya koordîneyî çalakiya serdegirtinê hate kirin. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran li dagirkerên li hundirê kamelyayê xist. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji nêz ve bi çekên ferdî li dagirkeran xist. Di encamê de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Qada Berxwedanê saet di 09:00 de bi helîkoptera êrîşê hat bombekirin, piştre jî bi helîkopterên Skorsky dagirkeran mirî û birîndarên xwe ji qadê birin.

Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26’ê tîrmehê saet di 10:10’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger çalakî kirin û pêşî li liv û tevgera dagirkeran girtin.

26’ê tîrmehê saet di 12:20’î de bi çekên giran derb li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

26’ê tîrmehê saet di 13:20’î de li dijî dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nava liv û tevgerê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran ji du baskan ve çalakî hate kirin, tevgera dagirkeran hate rawestandin.

26’ê tîrmehê saet di 14:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ji du baskan ve bi çekên nîv otomatîk û çekên giran derb li dagirkeran hate xistin, tevgera dagirkeran hat rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

26’ê tîrmehê saet di 19:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera wan hat rawestandin.

27’ê tîrmehê ji saet 01:15 heta 03:00 li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî liv û tevgera helîkopteran hebû. Helîkoptereke Skorsky dema hewl dida hêzên xwe li qadê dayne, bi çekên giran ji hêzên me derb xwar. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer;

26’ê tîrmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîda ya Zapê, çeperên me carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

26 û 27’ê tîrmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 12 caran bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar