Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG: 6 dagirker hatin cezakirin, kamelyayek hate îmhakirin

Çalakiyên gerîlayan bênavber didome. Di çalakiyan de 6 leşkerên tirk ê dagirker hatin cezakirin û kamelyayek hate îmhakirin. Artêşa tirk a dagirker 23 caran çekên kîmyewî bi kar anî, 33 caran bi balefirên şer û bi dehan caran bi obusan êriş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîlayan ên li dijî artêşa tirk ragihand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku gerîlayên azadiya Kuristanê di herî kêm 6 dagirker ceza kirine. Her wiha HPG’ê ragihand ku artêşa tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê nikare serkeftinê bi dest bixe û têkçûnê dijî 23 caran çekên kîmyewî bi kar anî ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de ev agahî parve kir: “Berxwedana dîrokî ya hêzên me yên li Zap û Avaşînê didome. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me nekarî encama ku dixwaze bistîne, sûcê şer dike û çekên kîmyewî bi kar tîne. Artêşa Tirk a dagirker di 20’ê Gulanê de li hemberî hêzên me 23 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. 33 caran bi balefirên şer û bi dehan bi obusan qad bomberdûman kiriye. Li hemberî dagirkerên ku teknolojiyeke zêde û metodên şerê qirêj bi kar anîne, çalakiyên xurt ên hêzên me didome. Bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê 6 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye û kamelyayek jî îmha bûye.

Agahiyên li ser çalakiyên gerîlayan wisa ye.

Li Herêma Avaşînê;

Di 20’ê gulanê saet di 11.15’an de dagirkeran dema xwestin Qada Berxwedanê ya Werxelê bi çekên kîmyewî bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dane. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 20’ê gulanê de saet di navbera 11.15 û 15.30’an de artêşa tirk a dagirker 7 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kirine.

Li Herêma Zapê

Di 20’ê gulanê de saet 10.00, 10.30 û 15.50’an de dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, bi çekên giran û ferdî bûne hedefa hêzên me. Di encama van çalakiyên hêzên me de 2 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûne. Di heman rojê de nîvro jî dema helîkoptereke Skorsky hewl daye dakeve, hêzên me li wê dane. Bi şev saet di 23.30’an de helîkoptera Skorsky dema ku xwestiye dakeve jî hêzên me li helîkopterê dane. Ji ber mudaxeleya hêzên me, helîkopteran nekarîne leşkeran deynin qadê û neçar mane ji qadê vekişin.

Di 20’ê gulanê de saet di 11.20’an de dema ku dagirkeran hewl dane ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a Qada Berxwedanê ya Kurajahro ve werin, hêzên me bi taktîka sabotajê li dagirkeran dane. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye. Di heman rojê de saet di 13.25 û 17.45’an de jî hêzên me bi sabotajê, çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkeran dane û li vir 3 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me yên YJA Starê taktîkên cihê yên gerîla di nava hev de bi kar aniye û di encama van çalakiyên xurt de 4 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 20’ê gulanê saet 10.00’an de, dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn tevdigerîn, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û gulebaran kirin.

Di 20’ê gulanê saet 01.30’an de helîkoptera êrîşê ya ku dixwest qada Kela Çemço bombe bike ji aliyê hêzên me ve hatiye gulebarankirin. Piştî mudaxaleyê, dagirker neçar man ji herêmê dûrbikevin.

Di 20’ê gulanê de artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên şer ên Şikefta Birîndara, Girê Cehenemê, Şehîd Tolhildan, Şehîd Berxwedan û Şehîd Şahîn bombebaran kir.

Li Herêma Heftanînê

Di 18’ê Gulanê saet 08.00’an de kamelyaya dagirkeran a li Girê Dûpişk a herêma Keşanê ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û xistin. Di encama çalakiyê de kamelyayek hat îmhakirin, hejmara dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne jî nehat zelalkirin.

Li qereqola Sîrê hat xistin

Di 18’ê gulanê saet 15.30’an de qereqola Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Şêladize ya Amêdiyê bû hedefa hêzên me û bi çekên giran li wê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de hedefên hatine tespîtkirin bi awayekî xurt hatin lêxistin.

Êrîş didome

Artêşa tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di 20’ê gulanê de Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediye, Karker, Girê Ortê, Girê Şehîd Cûdî, Çiyareş, Kela Çemço, Şehîd Şahîn, Girê Mamreş, Şehîd Şemdîn, Şehîd Dîdar, Kurojahro, Girê  Girê Cehenemê yên herêma Zapê ji qereqolên li xeta sînor bi obusan, helîkopterên êrîşê û 23 caran jî bi balafirên şer hat bombebarankirin.

Di 20’ê gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînorê Girê Hekkarî ya herêma Metîna bi obusan û 7 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 20’ê gulanê de ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 3 caran bi balafirên şer quntarên Herêma Berxwedana Werxelê ya herêma Avaşînê hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar