Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: 6 leşkerên tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li Kêrê Hesen, Bajarê Kir, Girê Çolya, Şikeftokê û Bilûrvan ên Cûdiyê derketibûn operasyonê çalakî pêk anîn. Di çalakiyan de berbazek jî di nav de 6 leşeker hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê de li dijî leşkerên li Kêrê Hesen, Bajarê Kir, Girê Çolya, Şikeftokê û Bilûrvan ên Cûdiyê derketibûn operasyonê çalakî pêk anîne.

Derbarê çalakiyê de HPG’ê diyar kir ku di 19’ê adarê artêşa tirk li deverên Bilûrvan, Şikeftoka, Girê Çolya, Bajarê Kir û Kêrê Hesena ên girêdayî Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonekê kirine.  HPG’ê ragihand ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal û Şehîdên Bestayê li dijî operasyona çalakiyek pêk anîne û ev agahî parve kir: “Di du rojên operasyonê de hêzên me leşkerên li Girê Kêrê Hesena bicih bibûn xistin bi kontrolê. Yekîneya dijmin a demekê hat şopandin ji du baskan ve derên bi bandor hat lêxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi helîkopteran Deriyê Yadê û Deriyê Mazî bombe kir, her wiha bi helîkopterên Skorsky jî gelek leşker li qadê hatin danîn. Di 20’ê adarê saet 07.00’an  de li dijî leşkerên li devera Şikeftoka derketibûn operasyonê hêzên me çalakiyek sabotajê li hemberî wan pêk anî. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin berbazek jî di nav de 5 leşker mirin, 6 jî birîndar bûn.”

HPG’ê destnîşan kir ku oparasyona artêşa tirk a li Çiyayê Cûdî dabû destpêkirin têk çûye û di 20’ê adarê de di saetên şevê de artêşa tirk neçar maye ku vekişe. HPG’ê diyar kir ku di şer û operasyona leşkerî de tu ziyan negihiştiye gerîlayên wan.

Dewleta tirk welatiyên sivîl ji xwe re kir hedef

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî ev agahî par ve kir: “Di 20’ê adarê saet derdorî 22.00’yan de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li Gundê Tehîşeyê yê girêdayî herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Mala ku bû hedefa bomberdûmanê bi temamî hate rûxandin, her wiha ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl ên li derdorê jî. Di vê êrîşa ku welatiyên sivîl hat hedefkirin de tu windahiyên welatiyên me yên sivîl pêk nehatiye. Di 22’yê adarê saet 12.30’î de jî balafirên şer devera Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zapê bomerdûman kir. Di bomberdûmanê de tu ziyanek negihiştiye hêzên me.”BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar