Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPG: 7 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de ku di çarçoveya pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de li dar xistin, 7 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 20’ê Gulanê saet di 20:10’an de li herêma Metînayê ji hewayê ve li dagirkerên li ser Girê Azad xistin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

21’ê Gulanê saet di navbera 13:00-14:30’î de li herêma Zagrosê bi çekên giran li dijî dagirkerên li qada Qela Bêdewê û Girê Şehîd Mûnzûr li pey hev çalakî li dar xistin.
22’ê Gulanê saet di 09:30’î de li Girê Mervanosê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî hate lidarxistin. Derbên xurt li dagirkerên li vê derê hate xistin, hejmara dagirkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

22’ê Gulanê saet di navbera 12:00-13:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê li herêma Zapê bi çekên giran çalakî hate kirin.
23’ê Gulanê saet di 05:00 de li qada Mervanos a herêma Avaşînê, li dijî dagirkerên li Girê Kanî Qirêj ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê êrîşê li kozikekê xist, kozik bi temamî îmha kir û dagirkerekî tê de ceza kir. Baskê duyemîn ê êrîşê jî li çeperên din xist, lê belê hejmara dagirkerên hatin cezakirin nehate zelalkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

21’ê Gulanê saet di 23:00 de li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne bi çekên termal çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.
22’ê Gulanê saet di 13:00 de li herêma Metînayê, dagirkeran xwestin bikevin tunelên şer ên li Girê Zendûrayê. Hêzên me nehiştin ku dagirker xwe nêzîk bikin û ji cihekî nêz ve li dagirkeran dan. Li vê derê dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkerên ku di nava panîkê de reviyan, mertalên xwe yên ku fîşek pê re naçin li pey xwe hiştin. Hêzên me dest danîn ser van mertalan.

22’ê Gulanê saet di 18:00 de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Azad ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî hate lidarxistin. Ji du baskan ve li dagirkeran hate xistin û 4 dagirker hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bombe li derdora xwe barandin, saet di 21:00 de jî miriyên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê birin.
Artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran û balafirên şer êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîşan wiha ne:

21’ê Gulanê saet di navbera 22:45 û 23:30’î de û 22’ê Gulanê saet di navbera 21:00-23:00 de li herêma Metînayê helîkopterên êrîşê û yên Skorsky li ser qadên Derarê û Koordîne firiyan.

22’ê Gulanê saet di navbera 21:30-23:00 de qadên Cîlo yê Biçûk, Qela Bêdewê û Tîpa T ên herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Bi helîkopteran dagirker li ser Girê Şehîd Serxwebûn hate danîn.
22’ê Gulanê saet di navbera 18:30-19:00 de ji qereqolên li ser sînor bi çekên giran Geliyê Basya yê herêma Avaşînê hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê de li herêmê şewat derket û hîn jî dewam dike.

22’ê Gulanê saet di navbera 21:50’î û 23:10’an de li herêma Avaşînê bi helîkopteran dagirker li qadên Mervanos û Mamreşo hate danîn. Di heman demê de qadên Geliyê Basya û Geliyê Avaşînê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar