Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

HPG: 7 dagirker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de 7 dagirker hatin kuştin, mewziyek û kamereke mobesa hat îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên tirk daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Hêzên me yên YJA Starê bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Xakurkê;

16’ê hezîranê saet 05:20’an li qada Şehîd Bêrîtan a li Girê Koordîne li dijî dagirkeran çalakiya gerîla ya bi koordîne hatiye kirin. Pêşî; mewziya ku dagirker tê de bûye hedef û derb lê hatiye xistin. 3 dagirkerên di vê mewziyê de hatine tunekirin û mewzî bi temamî hatiye rûxandin. Piştre kamera li ser gir bûye hedef û hatiye îmhakirin.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metînayê;

14’ê hezîranê saet 12:40’an li qada Kêstê li dijî wan dagirkeran ku xwsestin li tûnelên şer bi cih bibin çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

16’ê hezîranê li Tengava Milîtanê dagirkeran dema ku hewl dida pergala radarê deynin hêzên me ew kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin, yek jê birîndar bûye.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

16’ê hezîranê saet 13:40’an li sirtên Kanî Gayê dagirker hatine kontrolkirin. Li dijî van dagirkerên ku ketine ber kontrola gerîla de çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de berbiçav bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin.

Li qadên Avaşîn, Metîna û Zapê tevgera helîkoptêran çêbûye û bi helîkoptêrên êrîşê û qereqolên li ser sînor qad bi obûs û hawanan hatiye bombekirin.

Berfirehiya êrîşan wiha ye;

16’ê hezîranê saet di navbera 21:00-00:00’an de li qada Mamreşo, Mervanos, Girê Silêman, Girê Spî û Banîsta livûtevgera helîkoptêran çêbûye. Dagirkerên li vê qadê bi helîkoptêran bi hev hatine guhartin. Her wiha saet 00:00’an Girê Sor û Girê Şehîd Întîkam bi helîkoptêrên êrîşan hatine bombekirin.

16’ê hezîranê di navbera saet 21:00-23:00’an de li herêma Metînayê li dehma Girê Şehîd Çiya û Tengava Milîtan livûtevgera helîkoptêran çêbûye.

16’ê hezîranê saet di navbera 22:30 û 00:30’î de li herêma Zapê li qada Cîloya Biçûk livûtevgera helîkoptêran çêbûye.

16’ê hezîranê saet 00:30’an û 17’ê hezîranê saet 05:40’î qereqolên li ser sînor qada Çemço ya herêma Zapê dane ber obûs û hawanan.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar