Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPG: 8 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîlayan li Botan û Xakurkê herî kêm 8 dagirker ceza kirine, li Avaşînê jî Dronên tirk îmha kirine û li heman herêmê ji hewayî ve li dagirkeran dane

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Botan, Zap, Metîna, Avaşîn û Xakurkê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku herî kêm 8 dagirker hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat diyarkirin:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 11’ê hezîranê de saet di 09.00’an de li qada Kilîse ya Avaşînê ji hewayî ve li dijî dagirkeran çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de bi awayekî serkeftî li hedefan hate xistin.

Hêzên me yên li Qada Botanê di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê de;

– Hêzên me dagirkerên li ser girekî di navbera gundên Osyan û Aqîrê ya qada Besta ya li Berwariya Sêrtê xistine bin kontrola xwe. Di 9’ê hezîranê saet di 22.30’an de bi koordîneyî li van dagirkeran hatiye xistin. Milê yekemîn li çepera ku 3 dagirker û kûleya ku dagirkerek tê de bû xistine. Li vê derê 4 dagirker hatine cezakirin. Milê duyemîn jî li çepera ku 3 dagirker tê de bûne xistine, li vir jî bi qasî hatiye tespîtkirin 2 dagirker hatine cezakirin. Îstasyona bazê ya li gir jî hatiye îmhakirin.

Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin, îstasyoneke bazê hate îmhakirin û qada ku di bin kontrola artêşa tirk de bû bûye hedef. Cerdevan tu carî ne hedefa me ne. Tu agahî tunebû ku cerdevan jî li wir in. Em sersaxiyê ji malbata cerdevan Mehmet Babat re dixwazin ê ku li wir miriye. Hêzên me bi qestî li wî nedane. Dewleta tirk bi qestî dixwaze cerdevanan têkeve eniya pêş, divê cerdevan baldar bin, nekevin vê xefiqê û ne li cihên wisa bin.

Li Avaşînê gelek malzemeyên leşkeri hatin desteserkirin

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêm Avaşînê;

-Di 10’ê hezîranê de li qada Werxelê hêzên me ji tunelên şer ji du milan ve bi koordîneyî xwe bera nav dagirkeran dane. Hêzên me bi çekên ferdî li wan dane, dagirker neçar mane ku birevin û gelek malzemeyên leşkerî li pey xwe hiştine. Hêzên me di 12’ê hezîranê de saet di 06.00 – 07.00’an de 250 kîlo teqemenî, çenteyekî leşkerî, detektoreke mayînan û durbîneke dagirkeran desteser kirin.

Dronên tirkan hate îmhakirin

-Di 12’ê hezîranê de saet di 08.00’an de dema dagirkeran xwestine xwe nêzî çeperên şer ên li qada Werxelê bikin, li dijî wan çalakiyek hatiye kirin. Dagirkerên ku derbe xwarine, astekê vekişiyane. Dagirkeran piştre bi bombeyên gazê xwestine êrîşî tunelên şer bikin, hêzên me li dagirkeran dane. Dagirker neçar mane ku vekişin û saet di 15.30’an de xwestine bi Dronan nêzî çeperên şer bikin. Hêzên me ev Dron li hewa îmha kirine.

-Di 12’ê hezîranê de saet di navbera 21.00 û 22.50’an de dagirkeran bi helîkopteran hêzên xwe yên li qadên Werxelê, Mervanos, Mam Reşo û Şûkê guherandine.

-Di 13’ê hezîranê de saet di navbera 06.00 û 06.20’an de bi obus û hawanên ji qereqolên sînor qada Werxelê hatiye bomberdûmankirin. Di heman demê de qada Werxelê saet di navbera 06.00 û 07.30’an de bi balefirên şer 8 caran hatine bomberdûmankirin.

Êrîşên li ser qada Zapê

Li qada Zapê;

-Di 12’ê hezîranê de ji qereqolên li ser sînor qada Kunîşka bi obus û katyûşayan hatiye bomberdûmankirin. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi qadê ketiye. Şewata li qadê hê jî didome.

-Di 12’ê hezîranê de saet bi navbera 12.00 û 13.00’an de qada Sîdayê bi balafirên şer 3 caran hatiye bomberdûmankirin.

-Di 12’ê hezîranê de saet di 13.30, 14.30 û 16.50’an de Qada Çemçoyê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.

-Di 12’ê hezîranê de saet di 16.20’na de Qada Herfa T bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin.

-Di 12’ê hezîranê de qada Kunîşka bi helîkopterên şer hatiye bomberdûmankirin. Piştî mudaxeleya hêzên me helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.

-Di 12’ê hezîranê saet di 22.20 û 00.10’na de helîkopter li qadên Cîloya Biçûk û Herfa T geriyane. Qada Herfa T bi helîkopteran hatiye bomberdûmankirin.

Li Xakurkê du dagirker hatin cezakirin

-Hêzên me yên YJA Starê di 12’ê hezîranê de saet di 06.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn a Xakurkê dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin.

-Di 13’ê hezîranê de saet di 08.00’an de gundê Hirorê ya herêma Metînayê bi obus û hawanan hatiye bomberdûmankirin.

PDK li Metînayê çeperan û rêyan çêdike, koordînatan dide dewleta tirk

-Hêzên PDK’ê yên li Metînayê li her ciha ku lê hene çeperan û rêyan çêdikin. Di 12’ê hezîranê de di destê sibehê de hêzên me li wê herêmê ceribandinek kirine. Di dema wê ceribandinê de hêzên PDK’ê koordînatên hêzên me tespît kirine û pişre ragihandine dewleta tirk. Saet di 12.25 û 12.30’an de qada ku hevalên me lê bûn ji aliyê balafirên tirkan hatine bomberdûmankirin. Lê ji ber ku hêzên me tevdîreke baş stendine, tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar