Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: 8 dagirker hatin kuştin

Gerîla bi pêngavan bersivê didin êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di çalakiyên gerîla dle 8 dagirker hatin kuştin û Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal jî li Girê Zendûrayê 3 caran çalakî kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk û çalakiyên gerîlayan a li dijî dagirkeriyê daxuyaneke nivîskî parve kir.

HPG’ê têkildarî mijarê ev daxuyanî da:

“Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de hêzên me bi ruhê êrîşê yê Apoyî ji bejahî û hewayî ve çalakiyan dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên ku hêzên me li dar xistine wiha ne:

Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 9’ê gulanê saet di 07:30, 08:15 û 09:40’î de li herêma Metînayê li dijî dagirkerên li ser Girê Zendûrayê 3 çalakî li dar xistin. Di encama her sê çalakiyê hewayî de bi rengekî serketî derb li dagirkeran hat xistin.

Di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de;

7’ê gulanê saet di 12:40’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş bi sûîqestê çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

7’ê gulanê saet di 18:30’ê de li herêma Xakurkê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şahan li dijî dagirkeran çalakiyek êrîşê hate kirin. Destpêkê kozikek ku 2 dagirker tê de bûn hate hedefkirin, ev kozik bi temamî hate îmhakirin û 2 dagirkerên tê de hatin cezakirin. Piştre jî li kozikeke din hate xistin û kozika li vir jî bi temamî hate îmhakirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha derb li dagirkerên din ên li ser vî girî hate xistin û di encamê de radara li ser girt hate îmhakirin.

Di vê çalakiya êrîşê de ku ji bo hilanîna tola Şehîdên Mamreşo hate lidarxistin bi giştî 6 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û radarek hatin îmhakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran bombe li derdorê barandin. Êvarê saet di 20:00 de jî dagirkerên hatin cezakirin û birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê hatin birin.

8’ê gulanê saet di 08:30’î de li herêma Avaşînê li dijî dagirkerên ku hewl didan li Girê Şehîd Ekîn bi pêş ve biçin bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa tirk a dagirker saet di 09:30’î de dagirkerê hate cezakirin ji qadê bir û bi qedemeyekê xwe vekişand.

Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê

Artêşa tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser van êrîş û bombardûmanê wiha ne;

7’ê gulanê saet di navbera 19:30 û 22:00 de li herêma Avaşînê li qadên Şehîd Mûnzûr, Qela Mamreşo, Aris Faris, Mervanos û Şukê liv û tevgera helîkopteran hebû.

8’ê gulanê saet di navbera 12:35 û 13:15’an de li herêma Metînayê balafirên şer bombe li Girê Zendûrayê barandin.

8’ê gulanê saet di 16:30’î de derdora gundê Girê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê hate bombekirin.

8’ê gulanê saet di 17:05’an de zeviyên gundê Kêste yê herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.

8’ê gulanê saet di navbera 21:30 û 01:30’î de helîkopter li ser Girên Şehîd Serhed, Koordîne û Dilber ên herêma Metînayê geriyan.

8’ê gulanê saet di 00:20’î de derdora Çemê Lolanê yê li herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

Ji ber van bombardûmanan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar