Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

HPG: 8 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Avaşîn, Xakûrkê û Çelê li dijî artêşa tirk tirk çalakî li dar xistin. HPG’ê got ku di çalakiyan de 8 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Avaşîn, Xakûrkê û Çelê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 8 leşkerên artêşa tirk a dagirker hatine kuştin.

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir:“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xist. Hêzên me derbeyên giran li dagirkeran dan û agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne; Di roja 23’ê hezîranê de hêzên me yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Tepê Xwedê ya herêma Avaşînê bi cih bûbû, xistin bin kontra xwe. Hêzên me ku demek dirêj yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe saet 14:20’an de bi serketî li wan da. Di çalakiyê de çeperên ku yekîneya dijmin diparast hate rûxandin, 5 leşker hatin kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker ku di çalakiyê de derbeyek giran xwar bi obus, hawan û tankan herêm bombebaran kir. Yekîneya me ku çalakî li dar xist bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Di berdewamî de ev tişt hat ragihandin: “Di roja 24’ê hezîranê saet 02.00’an de hêzên me li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakûrkê bicih bûbûn çalakiyekî sekvanî li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.”

Li Çelê 2 leşker hatin kuştin

HPG’ê li ser çalakiya li Çelê jî ev agahî aşkera kir: “Di roja 24’ê hezîranê (îro) saet 08:00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Stûna ya sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Leşkerên dijmin ku ji bo parastina rê diçûn Girê Stûna hêzên me ew li tengava Zavîte kir hedef. Hêzên me bi serketî li yekîneya dijmin xist û di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.”

Li Nisêbînê 2 gerîla şehîd bûn

Di dawiya daxuyaniyê de jî HPG’ê aşkera kir ku 2 gerîlayên wan şehîd bûne û ev tişt ragihand: “Di doja 12’ê hezîranê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Omerya ya navçeya Nisêbin a Merdînê dest bi opereasyona dagirkirinê kir. Hêzên dagirker bi helîkopteran û balafirên şer herêma operasyonê bi giranî bombebaran kir. Di vê bombeberanê de 2 hevreyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd dê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar