Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der darê êrîşên ku tevî biryara bêçalaktiyê ya KCK’ê berdewam dikin daxuyanî da û diyar kir ku 15’ê nîsanê quntara Xêrê ya Garê û derdora gundê Yekmalê 3 caran bi balafirên şer hatine bombekirin. Her wiha di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “14, 15 û 16’ê Nîsanê qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê FM’ê 21 caran bi helîkopterên êrîşê, obus û çekên giran hatin bombekirin.”