Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Artêşa tirk a dagirker ji bo dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê di 14’ê nîsana 2022’yan de ji hewayî, di 17’ê nîsanê de jî ji bejahî ve êrîşeke berfireh a dagirkeriyê bir ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke destanî, bi rêbaza şerê tîm ê pispor ku qad û tunelên şer bi profesyonelî bi kar tîne û bi taktîkên afirîner ên gerîla li ber vê êrîşa berfireh a dagirkeriyê rabûn.
Artêşa tirk 8 mehan li cihên ku ji hewayê hêzên xwe yên leşkerî lê danî, ji bo tasfiyekirina serweriya gerîla ya li ser qadê her cure teknîka şer a li ber destê xwe ji hewayî û bejahî ve bi kar anî, bêhejmar bombardûman li qadên berxwedanê kir, bi hezaran carî çekên kîmyewî û qedexekirî bi rêk û pêk bi kar anî û xwest encamê bi dest bixe. Lê belê tevî van hemûyan jî nekarî plana xwe ya dagirkeriyê bi dilê xwe pêk bîne, di heman demê de derbên kuştinê ji gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwar, ku xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xemilandine.
Bi taybetî di operasyonên şoreşgerî de ku herî dawî 25’ê mijdarê li Girê Cûdî, di 26’ê mijdarê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî hat lidarxistin, derbên giran li artêşa tirk hat xistin û bi vê derbê re rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejiya. Artêşa tirk di vî şerê bêeman de windahiyên gelekî giran da û tevî vê yekê jî zerara di şer de da bi tu awayî ji raya giştî re aşkera nekir.
Piştî ku di 5’ê kanûnê de li Qada Berxwedanê ya Sacayê serdarek û hin payebilind hatin cezakirin, artêşa tirk piştî vê çalakiyê xwe ji lûtkeya çiyayê Kurojahro, gundê Saca yê ser bi nehiya Şêladizê ya Amediyê û derdora wê, Girê Şehîd Sîan û Dola Şehîd Kuncî cihê ku serdar lê hat cezakirin û quntarên vê qadê yên li herêma Zapê, xwe vekişand.
Artêşa tirk her wiha ji hemû eniyên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî reviya, ku li vê qadê bi fermana Hûlûsî Akar cenazeyên leşkerên xwe şewitand. Artêşa tirk di 11 û 12’ê kanûnê de ji girên Qadên Girê Cûdî, Şehîd Kendal, Şehîd Şîlan, Şehîd Çekdar, Şehîd Baxtiyar, Şehîd Savuşka û Şehîd Leşker, di bin derbên giran ên gerîla de vekişiya.
Artêşa tirk ku dixwest Girê Cûdî dagir bike û lê bi cih bibe, bi vê armancê bi helîkopteran gelek malzeme anî qadê, ji bo ev malzeme nekevin destê hêzên me gelek jê şewitand, hinek ji zinaran avêt û dema ku bi panîkê reviya gelek alavên xwe jî li pey xwe hişt. Di halê hazir de artêşa tirk ji gundê Saca û derdora wê yên li rojhilatê Zapê û ji qadên derveyî Girê FM û Girê Hakkarî yên li rojavayê Zapê xwe vekişandiye.
Bêguman artêşa tirk ne ku bi daxwaza xwe vekişiya, ji bo ji derbên giran ên gerîla bireve, xwe vekişand. Fermandarê me yê Biryargeha Navenda Parastina Gel di axaftineke xwe de ya beriya niha ji bo dagirkeran gotibû, ‘ya wê vekişin û biçin, ya jî wê bimirin’. Beşek ji van dagirkeran bi çalakî û operasyonên bênavber hatin cezakirin, yên mayî jî ji bo xwe xilas bikin neçar man birevin. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi berpirsyariya Tayîp Erdogan û Hûlûsî Akar ewqas leşkerên tirk 8 mehan bi kar anî, kir ku zêdeyî 2 hezar û 700 jê bêne kuştin, gelek caran sûcê şer kir û tevî vê yekê jî nekarî armanca dixwaze pêk bîne. Ev encama dîrokî nîşaneya xurtbûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye, nîşaneya têkçûna artêşa tirk e. Di heman demê de nîşaneyeke cidî ya şikestina bingehîn a li nava dewleta tirk e.”