Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Artêşa tirk êrişên xwe yên dagirker zêde kiriye, berxwedana gerîla didome

Artêşa tirk leşker danî Girê Cûdî, Girê Fm yê li rojavayê Çemê Zê û Girê Hakkarî yê li Metînayê û êrişa dagirker berfireh kiriye. Berxwedana gerîlayan jî bênavber didome. Di çalakiyan de 13 dagirker hatine cezakirin, çeperek jî hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ragihand. HPG’ê aşkera kir ku artêşa tirk leşker danî Girê Cûdî, Girê Fm yê li rojavayê Çemê Zê û Girê Hakkarî yê li Metînayê û êrişa dagirker berfireh kiriye. HPG’ê diyar kir ku li dijî êrîşên dagirkeriya artêşa tirk gerîlayên Kurdistanê şerekî dijwar pêş dixe û berxwedaneke bêhempa dimeşîn e. HPG’ê ragigand ku di çalakiyên gerîlayan de herî kêm 13 dagirker hatine cezakirin, çeperek jî hatiye îmhakirin.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî par ve kir: “Artêşa tirk a dagirker li rojavayê Çemê Zê asê maye û encama ku xwestiye nekariye bi dest bixe. Di heman demê de ji ber Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger ku hêzên me di 24’ê gulanê de dabû destpêkirin, artêşa tirk derbên giran xwar. Artêşa tirk êrişên xwe yên bi çekên kîmyewî û teknolojiya şer didomîne, di 25’ê gulanê de bi şev tevgera dagirkeriyê berfirehtir kiriye. Artêşa tirk bi helîkopteran leşker daniye Girê Cûdî, Girê Fm yê li rojavayê Çemê Zê û Girê Hakkarî yê li Metînayê û êrişa dagirker berfireh kiriye. Artêşa tirk dagirker di qonaxa yekemîn a êrişa xwe de encama ku xwestiye nikariye bi dest bixe û dest bi pêleke nû ya êrişê kiriye. Di sê rojên dawîn de bi hezaran obusan, 118 caran bi balefirên şer, 52 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan û bi helîkopteran êrişî Qadên Berxwedanê kiriye. Di encama çalakiyên hêzên me de jî 13 dagirker hatine cezakirin, dronek û çeperek hatiye îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê, 3 helîkopterên Skorsky û li çeperekê hatiye xistin.

Kitekitên li ser çalakiyan wisa ne

Li Herêma Avaşînê

Di 23’ê gulanê saet di 09.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Werxelê ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Werxelê dane. Di encama vê çalakiyê de çeperek hatiye îmhakirin.

Di 24’ê gulanê de saet di 14.20’an de dema ku dagirkeran xwestine bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Werxelê bomberdûman bikin, hêzên me li dagirkeran dan. Ji ber mudaxeleya hêzên em dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Di heman rojê de saet di 17.30’an de hêzên me dîsa li dagirkerên li dora çeperên şer dane û li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Piştî çalakiyên hêzên me, artêşa Tirk a dagirker 4 caran çeperên şer bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kiriye.

Di 25’ê gulanê de artêşa tirk a dagirker 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li çeperên şer ên Girê Werxelê ya girêdayî Qada Berxwedanê ya Werxelê dane.

Li Herêma Zapê

Di 24’ê gulanê de saet di 11’an de dagirkeran dema xwestine ber bi çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a Qada Berxwedanê ya Kurojahro werin, hêzên me berê bi taktîka sabotajê û piştre jî bi çekên ferdî li dagirkeran dane. Ji ber mudaxeleya hêzên me de, di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran çêbûye. Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me, dagirker nîvro neçar mane, qedemeyekê vekişin.

Di 24’ê gulanê saet di 07.00’an de hêzên me ji nêz ve li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dane. Di heman rojê de saet di 07.30’an de jî hêzên me li çeperên dagirkeran ên li dora çeperên şer dane. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin û derb li çeperekê hatiye xistin.

Di 24’ê gulanê de bi şev hêzên me li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara li helîkoptera artêşa tirk dane. Ji ber lêdana xurt a hêzên me, derb li helîkoptereke êrişê û li helîkoptereke Skorsky hatiye xistin. Piştî vê mudaxeleyê helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.

Di 24’ê gulanê saet di 23.00’an de dema ku helîkopterên êrişê xwestine qada Girê Rûbar bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran dane. Ji ber mudaxeleya hêzên me, helîkopter neçar mane ji qadê derkevin.

Di 24’ê gulanê de çeperên şer ên Şikefta Birîndara û Şehîd Berxwedan 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin.

Di 24’ê gulanê saet di 15.30 û 16.00 û di 25’ê gulanê de saet di 10.00’an  de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a girêdayî Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane.

Di 25’ê gulanê saet di 17.30’an de hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dane.  Dagirkerekî li ser çeka A-4 hatiye cezakirin.

Di 25’ê gulanê saet di 09.00’an de artêşa tirk a dagirker çeperên şer ên Şehîd Tolhildan a Qada Berxwedanê ya Kurojahro 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bomberdûman kirine û piştre xwestine saet di 11.30’an de bi pêş ve werin. Hêzên me berê bi taktîka sabotajê û piştre jî bombeyên destan û çekên ferdî li dagirkeran dane. Di van şeran de 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerên ku nekarîne bi pêş ve werin, neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 25’ê gulanê saet 16:30’an de dagirkerên li Girê Cehenemê ya girêdayî Herêma Berxwedanê ya Çiyareş ji aliyê hêzên me ve bi taktîka sabotajê hatine hedefgirtin û gulebaran kirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di roja 25’ê gulanê saet 06:30’an de droneke bombebarkirî ya ku li ser herêma Berxwedanê ya Şikeftan Birîndara geriyabû ji aliyê hêzên me ve hate xistin û hat rûxandin.

Di 25’ê gulanê saet 14:00’an de, dagirkerên ku xwestine qada Berxwedanê ya Girê Şahîn bi teqemeniyan bombe bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatine gulebarankirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man gavekê vekişin.

Di 25’ê gulanê de artêşa tirk a dagirker 26 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Şehîd Berxwedan û Şikefta Birîndara barand.

25’ê gulanê saet 20.00 heya 00.00’an artêşa tirk qadên Girê Cûdî ya herêma Zapê 14 caran bi balafirên şer bomberdûman kiriye. Saet 22:00’an qada Şehîd Laşker a girêdayî herêma Berxwedana Girê Cûdî û qada Şehîd Sîpan a girêdayî herêma Berxwedanê ya Girê FM bi helîkopterên êrîşê bomberdûman kirin. Helîkopterên êrîşê ku saet 23:00’an de herêma Berxwedana Girê Cûdî bombe kirin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û xistin. Di saet 23:10’an de dema dagirkeran bi 13 helîkopterên Skorsky xwestin li Girê Cûdî dakevin, hêzên me mudaxeleyî wan kirin. Dagirkerên ku 11 caran xwastin bi helîkopterê li Girê Cûdî dakevin, 2 helîkopterên Skorsky jî di encama mudaxeleya hêzên me de darbe girt û neçar man ji qadê derkevin. 26’ê Gulanê di saetên sibehê de li herêma Şehîd Laşker bi taktîkeke sûîqestê li dagirkeran hate xistin.

25’ê gulanê saet 20.00-20.30’an Herêmên Berxwedanê ya Girê FM 5 caran bi balafirên şer hat bombebarankirin. Her wiha saet 21.00-21.30’an 5 caran jî Girê Bahar bi balafirên şer hatiye bombekirin.

Di 26’ê gulanê saet 03:30’an de hêzên me li Şehîd Sîpan a herêma Berxwedanê ya Girê FM du komên dagirker xistin bin kontrola xwe. Her du komên dagirker ên ku bi Kurdî bi hev re diaxivîn, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî li wan hatin xistin. Li vir di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket. Agahiyên berfireh ên der barê dagirkerên hatine cezakirin û birîndar wê piştre bên parvekirin.

Girê Amediyê 25’ê Gulanê saet 20.00-22.00’an 10 caran, 26’ê Gulanê saet 02.00-03.00’an jî 4 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Li Girê Amediyê heta saetên sibehê tevgera drone pêk hat.

Li Herêma Metîna;

Di 25’ê gulanê saet 17.00-20.00’an de qada Berxwedanê ya Girê Hekkarî ya herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin. Ji saet 18.00-23.30’an ve 16 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Her wiha dagirker ji saet 22.00’an heta saet 03.00’an Herêmên Berxwedanê ya Girê Hekkarî bi saetan bi helîkopterên êrîşê bênavber hewirdor bomberdûman kirin. Di saet 01:50’an de li qadê Şehîd Hêjar a herêma Berxwedanê ya Girê Hakkarî dagirker 10 caran bi helîkopterên Skorsky şeker daxistin. Dagirkerên ku dixwestin li derdora çeperên şer ên Şehîd Hêjar bi cih bibin, bi taktîkên sabotajê 2 caran hatin hedefgirtin. Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 26’ê gulanê saet 04:55’an de dagirkerên li herêma Berxwedana Girê Hekkarî bi çekên giran hatin hedefgirtin û xistin, diyar bû ku dagirkerek hatiye cezakirin. Saet di 05.00’an de komeke dagirker bûn hedefê hêzên me, bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Pevçûnên di navbera hêzên me û dagirkeran de berdewam dikin.

Di 25’ê gulanê saet 18.00-18.20’an de gundên Êdinê û Seraro yên herêma Metîna bi obusan hatiye bombekirin. Di navbera saet 21.00-23.00’an de bejahiya gundê Şêlazê û bejahiya Şehîd Piling 6 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Saet ji 22.00-22.40’an li herêma Qeşûra tevgera helîkopteran pêk hatibû û bi helîkopterên Skorsky dagirker carekê li bejahiya Koordîne hatine bicihkirin.

Ji bêjahî û hewayî êrîş kirin

Di  24’ê gulanê de qadên Çiyareş, Şehîd Şemdîn, Kurojahro, Şehîd Dîdar, Karker, Saca, Girê Cûdî, Girê Amediyê û Girê FM bi helîkopterên êrîşê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 23 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 24’ê gulanê herêmên Girê Ortê, Girê Şehîd Agir, Girê Azad û Girê Hakkarî yên herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 9 caran bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 24’ê gulanê de Qada Berxwedanê ya Werxelê a herêma Avaşînê 7 caran bi balafirên şer hat bomberdûmankirin.

Di 25’ê gulanê de qadên Çemço, Kela Çemço, Sîda, Çiyareş, Karker, Şîkefta Birîndara, Girê Rûbar, Şehîd Tolhildan, Şehîd Şahîn û Şehîd Berxwedan ên herêma Zapê bi helîkopterên êrîşê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan û 19 caran jî bi balafirên şer hatin bomberdûmankirin.

Di 25’ê gulanê de arteşa tirk a dagirker berpalên Girê Şekîf ên herêma Xakurkê û qada Geliyê Lolan, ji qerekolên li ser xeta sînor bi obus hawanan bomberdûman kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar