Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: Artêşa tirk li Metînayê êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin

HPG’ê daxuyand ku artêşa tirk a dagirker li Metînayê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin û wiha got: “ Artêşa tirk bi helîkopter, balafirên şer, top û obusan bênavber bombe li qadê dibarîne. Dewleta Tirk dixwaze tevgera dagirkeriyê berfireh bike.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku artêşa dagirker bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel hatin bombebarankirin. Daxuyaniya HPG’ê wiha berdwam kir:

“Artêşa tirk a dagirker 16’ê nîsanê di saetên şevê de êrîşeke dagirkeriyê li qadên gundên Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê û Şêlazê yên herêma Metînayê daye destpêkirin. Artêşa tirk a dagirker li van qadan serî li taktîkeke cuda daye. Ne di carekî de gav bi gav ber bi pêş ve diçe û dixwaze tevgera xwe ya dagirkeriyê berfireh bike.

Li ser vî bingehî di şevên 17, 18 û 19’ê nîsanê de bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer Qadên Berxwedanê ya Girê Ortê û Girê Çarçel hatin bombebarankirin. Êrîşa dagirkeriyê ya di şeva 19’ê Nîsanê de li qada Şêlazê, ber bi qada Dergelê ve berfireh dibe û dewam dike. Di rewşa heyî de qadên Girê Hakkarî, Girê Çarçel, Girê Şehîd Çekdar, Girê Şehîd Piling, Girê Ortê, Asê, Yekmalê, Xirabê, Xankê, Şêlazê û Dergelê di hedefa dagirkeriyê de ne. Tevgera li van qadan didome. Di heman demê de ev qad ji hewayî bi helîkopter û balafirên şer, ji bejahî jî bi top û obusan bê navber tên bombebarankirin. Hingî ku agahiyên berfireh bên bidestxistin, wê bi gelê me û raya giştî re di kêliyê de bên parvekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar