Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Artêşat tirk a dagirker windahiyên xwe vedişêre

HPG'ê ragihand ku ji bilî 3 leşkerên hatin cezakirin ên ji hêla artêşa tirk ve hatibûn aşkera kirin, Yasîn Kayûl û leşkerê bi peyman Îsmaîl Yilmaz jî hatine cezakirin û wiha got: “Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de girekî ku dagirker li ser bûn bi ruhê fetihkirinê xistin û 18 dagirker ceza kirin. Lê belê artêşa tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet hem têkçûna xwe hem jî kuştiyên xwe ji raya giştî veşartin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku windahiyên leşkeran ji raya giştî ya Tirkiyeyê tê veşartin û medya şerê taybet ku artêşa tirk weke serkeftî nîşan dide, careke din kifş kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hêzên me di salvegera damezrandina partiya me PKK’ê de Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed bi serketî pêk anîn û derbeke giran li artêşa tirk a dagirker xistin. Hêzên me di vê operasyona şoreşgerî de girekî ku dagirker li ser bûn bi ruhê fetihkirinê xistin û 18 dagirker ceza kirin. Lê belê artêşa tirk a dagirker û medya wê ya şerê taybet hem têkçûna xwe hem jî kuştiyên xwe ji raya giştî veşartin. Li ser bingeha şerê taybet timî li ser maseyê nûçeyên derewîn têne amadekirin û tê îdîakirin ku gerîla windahiyên giran dide. Her wiha windahiyên artêşa dewleta tirk jî bi temamî vedişêre û hewl dide welê nîşan bide ku artêşa tirk a dagirker serkeftî ye. Lê belê bila gelên Tirkiyeyê û raya giştî zanibin ku dewleta tirk û medya wê ya şerê taybet bi derewan her kesî dixapîne. Cenazeyên leşkeran hîn jî di bin kontrola hêzên me de ne û xwedî li cenazeyên xwe jî dernakevin.

Piştî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Leyla Sorxwîn, dewleta tirk serî li heman rêbazê da û tenê 3 kuştiyên xwe eşkere kir, lê yên din veşart. Ji bilî leşkerên bi navê Necdet Çaliş, Emrah Gunduz û Fevzî Kiziltaş ên ku artêşa tirk navê wan aşkera kir, her wiha diyar bû ku Yasîn Kayûl û leşkerê piyade Îsmaîl Yilmaz ê ji Rihayê ku di sala 1999’an de ji dayik bû, ji aliyê hêzên me ve hatin cezakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tevî derba giran a ku di Operasyona Şoreşgrî ya Şehîd Leyla Sorxwîn Amed li artêşa Tirk a dagirker xistin, her wiha derewên medya şerê taybet a tirk jî careke din eşkere kirin û rastiya şerê li Kurdistanê raxistin pêş çavan.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26’ê mijdarê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê droneyeke bombebarkirî ya ku dixwest çeperên me yên şer bombe bike, li hewa hate îmhakirin.

26’ê mijdarê saet di 12:00, 14:30, 16:00 û 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

26’ê mijdarê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26’ê mijdarê saet di 10:00 û 16:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Xakurkê;

27’ê mijdarê saet di 10:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Heqî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin û 3 dagirkerên di çeperê de hatin cezakirin.

Li herêma Metînayê;

26’ê mijdarê saet di 09:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

26’ê mijdarê li Qada Berxwdanê ya Girê Çarçelê yê herêma Metînayê çeperên şer carekê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

26’ê mijdarê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qada berxwedanê ya Girê Bahar carekê, li herêma Metînayê gundê Şêlazê, Golka, Gundê Dergelê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar