Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Balafirên şer di nava 2 rojan de 18 caran bombe kirin

HPG'ê daxuyand ku dewleta tirk a dagirker 7 û 8'ê mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 18 caran bombe kir û wiha got: “Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrîşên dewleta dagirker a tirk de daxuyanî da. HPG’ê daxuyand ku dewleta tirk a dagirker 7 û 8’ê mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 18 caran bombe kir û wiha got: “Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye.”

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Herêmên Parastinê yên Medyayê 7 û 8’ê mijdarê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Medya şerê taybet li ser bingeha şerê psîkolojîk ev bombardûman nepixand û bi vî rengî weşand. Lê belê di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye. Artêşa Tirk ku li qada şer xitimî ye, bi êrîşên hewayî, bombardûmana bejahî, bikaranîna teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hewl dide encamê werbigire, lê belê li hemberî tedbîrên xurt ên gerîla bê encam maye.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

7’ê mijdarê saet di 06:50, 09:40 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û derb li çeperekê hate xistin.

7’ê mijdarê saet di 15:15’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî bi sabotajê hate îmhakirin.

7’ê mijdarê saet di 07:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çepereke obusê ya dagirkeran bi çekên nîv otomatîk hate hedefgirtin û derb li vê çeperê hate xistin.

7’ê mijdarê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Metînayê;

7’ê mijdarê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

8’ê mijdarê saet di 08:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî;

6 û 7’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê çeperên şer 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6 û 7’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

6, 7 û 8’ê mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 48 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.

7’ê mijdarê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7 û 8’ê mijdarê li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê Gundê Bilindbazê, Gundê Girê, qadên Şehîd Aslan, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Kanîsarkê, Gundê Gûzê 12 caran, li herêma Qendîlê qadên Girê Roj, Gundê Bêpala, Gundê Bolê 6 caran bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7’ê mijdarê Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar