Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

HPG: Bi balafiran 16 çalakî hatin lidarxistin

Yekîneya Şehîd Dogan Zinar di navbera 6-25’ê hezîranê de bi balafiran 16 caran li baregehên artêşa tirk ên li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistin; 6 dagirker hatin cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser bingehê gerîlatiya modernîteya demokratîk, xwe jinûve ava dike û di qonaxa ku têkoşîna me ya çekdarî ya 40 salî gihiştiyê de ji bo kûrbûna taktîkê û hakimiyeta li ser teknîkê asteke girîng bi dest xistiye. Hêzên me yên gerîla bi tarzê şer ê tîmên pispor, li ser erd û binerd bi rengekî serketî berxwedanê raber dike û bi pêşketinên taktîkî ev berxwedan gihandiye asîmanên Kurdistanê jî. Gerîlayên me yên azadiyê, ji xeynî xistina balafirên bêmirov û biçek ên dewleta tirk a mêtinger û qirker, gihiştiye wê qabîliyetê ku ji hewayî ve jî derbe li artêşa tirk a dagirker bixe.

Yekîneya me ya Şehîd Dogan Zinar ku navê xwe ji Komîteya Avakirina Jinûve ya PKK’ê, Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Qada Navîn û Fermandarê Fedayî yê Nemir şehîd Dogan Zinar digire, di meha fedayiyan a Hezîranê de pêşveçûneke girîng pêk aniye.

Li ser vî bingehî di navbera 6-25’ê hezîranê de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar derbe li baregehên artêşa tirk a dagirker ên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl xistiye. Baregehên dagirkeran ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê, baregehên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran û baregehên li Girê Amediyê jî 13 caran, bi giştî 16 caran hatine hedefgirtin û derbe lê hatine xistin. Di encama van çalakiyan de li gorî agahiyên hatine zelalkirin; herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin, gelek çeper û kon hatin îmhakirin û baregehên dagirkeran di rêjeyeke girîng de texrîb bûne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar