Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: Bi çekên giran li dagirkeran hat xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li qada Girê FM'ê bi çekên giran li artêşa tirk a dagirker hat xistin û got, dagirkeran careke din bi çekên kîmyewî êrîş kirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat gotin ku: “Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê carekê bi bombeyên qedexekirî, bi dehan caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran bombe kir.”

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeran ev agahî hatin dayin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

14’ê mijdarê saet di 12:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir. Piştî vê derba hêzên me, kepçe rawestiya û neçar ma ku bi qadekê xwe vekişîne.

15’ê mijdarê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên giran li kepçeyekê xistin ku ji bo dagirkeriyê rê çêdikir. Di encamê de jî kepçe neçar ma xwe vekişîne.

16’ê mijdarê saet di 15:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

16’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

16’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Sîda, Çemço, Girê Amediyê û Girê FM’ê bi dehan carî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar