Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HPG: Bi provakasyonan hewl didin di navbera me û PDK’ê de şer derbixin

HPG’ê eşkere kir ku di encama komploya ku bi hevkariya MÎT û Parastinê hatî kirin de, gerîla Çiya Agirî (Îsmaîl Por Mahmût) şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Şeva 5’ê tebaxê di derdora saet 21.00’an de li qada Banîkê ya Heftanînê komek hevrêyên me ji bo pêwîstiyên xwe bi milîsekî re hevdîtin kirin. Li cihê ku vî kesê randevû lê dabû, hevdîtinek kurt hat kirin û piştî temînkirina pêwîstiyê, kesê navborî çû. Piştî ji nişka ve ji du cihên cuda ve ev koma gerîla bi çekan hatiye gulebarankirin. Di encama van gulebaranan de guleyek li serê hevalê me Çiya Agirî ket û hevrê Çiya li cihê bûyerê şehîd bû. Guleyek li serê hevrêyê me Dilgeş jî ket û ew jî bi giranî birîndar bû.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Çiya Agirî wiha ne:

Nasnav: Çiya Agirî

Nav û Paşnav: Îsmaîl Por Mahmût

Cihê ji dayikbûnê: Makû

Navê Dayik – Bav: Kari – Mehmet

Cih û dîroka şehadetê: 5’ê Tebaxa 2023’an / Heftanîn

Ev bûyer pir nêzîkî asayîşa Banikê pêk hatiye. Bi zanebûn cihekî nêzî navenda asayîşa PDK’ê hat bijartin. Ev cih weke cihê randevûyê hat diyarkirin. Piştî vekişandina hevalan a li vir û ji du aliyan ve gule berdan hevalên me û gule li serê wan ket. Ev yek nîşan dide ku ev komployekî plankirî bû. Li cihekî bi vî rengî armanca bingehîn a vê komploya ku MÎT’ê bi bikaranîna Parastin re plan kiribû; tê fêmkirin ku dixwazin bi hêzên me yên li wê herêmê qenata ku ev êrîş ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye kirin çêbikin û di navbera me û PDK’ê de şer derbixin. Bi vî rengî beşek ji PDK’ê jî di nava vê komployê de hatiye bicihkirin.

Lê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel di kêliya destpêkê de tespît kir ku dibe ev yek lîstokek a dijmin be û li şûna ku ji nişka ve daxuyaniyê bide, diyar kir divê bûyer baş were lêkolînkirin û bê zelalkirin. Di encama lêkolînên ku me kirin de; ev yek provokasyonek e ku di navbera me û PDK’ê de şer derxîne, lê hatiye teqezkirin ku Parastin jî di nav de ye. Di vê yekê de berpirsyariya PDK’ê heye. Divê were aşkerekirin ku yên ev sûîqest kirine, çima bi taybetî li rex asayîşa PDK’ê randevû dane û êrîşî hevalên me kirine. Gelek aşkere ye ku yên ev yek pêkanîne li pey armancekî qirêj in ku di navbera rêxistinan de şer derxînin. Beşek di nava PDK’ê de, ji bo di navbera kurdan der şer derxînin bi MÎT’ê re dixebitin û bi vî rengî aşkere ye ku ji dewleta tirk re xizmetê dikin.

Em gelê kurd ê welatparêz û raya giştî têkildarî vê bûyerê agahdar dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar