Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

HPG: Bi ruhê Apoyî derbên giran li dijmin xistin

HPG'ê daxuyand ku hevrê Serxwebûn û Rizgar di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralûkê şehîd bûn û wiha got: “Hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar ku bi pratîkên xwe yên serkeftî îspat kirin ku jiyana di pîvanên Apoyî û giyana fedayî derbên herî giran li dagirkeran xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di daxuyaniya xwe ya 14’ê çileya 2023’yan de me eşkere kiribûn ku di Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk de hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar ên bi ruhê fedaî yê Apoyî û wêrekiya bilind tevlî bûn, gihîştin şehadetê. Me diyar kiribûn ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Hevrêyên me yên têkoşer ên Apoyî ku bi profesyonelî, şêwaza fedayî û lehengiya xwe ya bilind beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêreluk bûne, bi berxwedana xwe xeta têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin. Hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar ên ku şopînerên xeta têkoşînê ya ku Sara, Rûken, Rojhat, Erdal û bi dehan hevrêyên me yên fedakar bi rêbazên gerîlayên serdema nû û bi kedeke giranbuha afirandibûn, navên xwe di dîroka me de nivîsîn. Hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar ku bi pratîkên xwe yên serkeftî îspat kirin ku jiyana di pîvanên Apoyî, disîplîna leşkerî, cidiyeta şoreşgerî, israr, giyanê fedayî û balkişandina li ser armancê mifteya serkeftinê ye, derbên herî giran li dagirkeran xistin.

Bûne cihê serbilindiya gelê me

Malbatên hêja yên milîtanên fedayî yên pêşeng ên mîna hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar û gelê kurd ê welatparêz dikarin bi zarokên xwe yên leheng serbilind bin. Ji ber ku bi têkoşîna xwe ya fedayî û bêyî dudilî û bi destxistina şehadetên lehengî ji bo gelê me di welatekî azad de bijî, bûne cihê serbilindiya gelê me. Weke hevrêyên wan em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz û bi taybet ji malbatên hêja yên hevrêyên me Serxwebûn û Rizgar re dixwazin. Em soz didin ku em ê meşa Rêbertiya Azad, kurdistana Azad a hevrêyên xwe Serxwebûn û Rizgar ji her demê bêhtir bi îdia û bi biryarî bidomînin.

 

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

 

Gelek endamên hêja yên vê malbata welatparêz herikîn nav refên gerîla

Hevrêyê me Serxwebûn weke endamê malbata Kor Husên Paşa yê serokê eşîra Heyderan ê ku ji bo tevlî Berxwedana Agirî ya ji aliyê gelê me yê Serhedê ve hatiye destpêkirin û li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ber xwe daye, çavên xwe li jiyanê vekir. Dewleta Osmanî û paşmayê wê, dewleta tirk a mêtinger, bi van polîtîkayên ku meşandine armanca xwe ya sereke kir ku gelê me ji bo armancên xwe yên qirêj bikar bîne. Gelê kurd ku di avakirina komarê de berdêlên mezin da û li gelek eniyan têkoşiya, piştî ku gihaşt armanca xwe, ji aliyê feraseta dagirkeriyê ve rastî êrîşên herî hovane yên asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dîrokê hat. Her wiha dewleta tirk bi dehan salan li herêma Serhedê zilm li malbata Torûn a ji eşîra welatparêz a Heyderan kir û zilma herî giran li wan kir. Lê dema ku kurên Kor Hisên Paşa tevlî Berxwedana Agirî bûn û berdewam kirin, neviyên wî îro jî bi tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya kurdistanê xeta xwe ya welatparêziyê didomînin.

Li gel felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ku gelê me yê ku li ber tunebûnê de bû ji nû ve zindî kir, malbata hevrêyê me Serxwebûn jî bi têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê re têkiliyeke nêz ava kir û hezkirinek kûr pêş xist. Malbata welatparêz a hevrêyê me Serxwebûn ku bi PKK’ê re hevdîtin pêk anî, li hemberî vê berxwedana pîroz a ku geş dibe, bêdeng neman û bi tevlîbûna xwe gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kirin û gelek endamên hêja yên vê malbata welatparêz herikîn nav refên gerîla. Hevrêyê me Şehîd Sîpan (Îlhamî Taşkin) apê hevrêyê me Serxwebûn, ji malbata Torûn bû yekemîn hevrêyê ku tevlî nava refên têkoşînê bû û gihişt şehadetê. Piştre gelek zarokên hêja yên vê malbata hêja tevlî refên têkoşînê bûn. Malbata me ya welatparêz a ku bi partiya me PKK’ê re bi şehîd Sîpan re têkiliyeke xurt ava kir, bi her beşdarbûna xwe re ev têkilî xurt kir.

Li metropolên Komara Tirkiyeyê zilma sîstematîk a li ser gelê kurd dît

Hevrêyê me Serxwebûn weke ferdeke ji malbata Torûn li gundê Kosa yê Agiriyê ji dayik bû. Mîna malbata xwe ya kevnar û qedîm girêdayî ziman, çand û dîroka xwe bû û bi nirxên kurdistanî mezin bû. Hevrêyê me Serxwebûn di ferqa hîle û derewên dagirkeran de bû, di nava malbateke welatparêz ku bi berxwedan û şer hatiye xemilandî, dil û mejiyê wî bi agirê berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku ji çîrok û dengbêjên dapîra xwe li êş û azarên gelê me, komkujiyên dijmirovahî û rastiya kurd a berxwedêr guhdarî dikir, li hemberî dagirkeran gelekî hêrs bû. Êşa dapîra wî ya ku hovîtiya dewleta tirk a sûcê şer li çemê Zîlan dikir, her tim di bîranîna hevrêyê me Serxwebûn de zindî ma û veguherî agirê tolhildanê. Hevrêyê me yê dibistana seretayî li gund qedand, piştre ji bo perwerdeya xwe temam bike neçar ma biçe dibistanên şevînî yên dewleta tirk a mêtinger ku ji bo asîmîlekirina ciwanên kurd vekiriye. Hevrêyê me Serxwebûn ku li Agirî, Bûrsa û Enqereyê di dibistanên şevînî de ma, demeke dirêj hesreta axa pîroz a kurdistanê ya ku lê ji dayik bû û mezin bû. Di vê pêvajoyê de ji aliyekî ve ji nêz ve şahidiya êrîşên dewleta mêtinger a ji bo asîmîlekirina ciwanên kurd û dûrxistina ji cewherê wan, ji aliyê din ve jî ji nêz ve li metropolên Komara Tirkiyeyê zilma sîstematîk a li ser gelê kurd dît.  Li gel van hemû êrîşan jî ew pakî û ruhê yê zarokatî parast. Hevrêyê me yê ku bi rêya Şehîd Sîpan dest bi naskirina Partiya me PKK’ê kir, eleqeyek mezin bi felsefeya Rêber Apo û têkoşîna efsanewî ya gerîla ya li herêma Serhedê girt û di her firsendê de hewl da ku Partiya me ji nêz ve nas bike.

Tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû

Hevrêyê me Serxwebûn ku li Bedlîsê dest bi xwendina zanîngehê kir, dema pismamê wî hevrê Jêhat Serhat di sala 2009’an de li Mûşê şehîd bû, lêgerîna xwe kûrtir kir û bawer kir ku divê bersiveke wî hebe. Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku zêdetir bal kişand ser felsefeya Rêber Apo, bersiva pirsên xwe dît û yekser tevlî xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku xebatên xwe li ser esasê debara jiyana xwe bi keda xwe esas digirt, dema li zanîngehê dixwend bi xebatê hewl dida li ser lingan bisekine. Lê belê wî rastî dît ku hawîrdora zanîngehê û jiyana bajêr a ku veguherî navenda kapîtalîzmê her roj wî ji nirxên wî dûr dixe. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de zêdetir keda xwe daye meşandin, tevî ku 2 salan mîlîstî kir jî ev têkoşîn têr nedît û bawer kir ku bêyî tevlîbûneke xurttir bersiv ji pêvajoyê re nayê dayîn. Di sala 2014’an de bi xeyalên xwe yên di ronahiya ferdê azad û îdeolojiya civaka azad a Rêber Apo de ji bo ku ji êşên gelê me re bibe bersiv û afirandina siberoja azad, tevlî nava refên gerîlayên azadiya Kurdistanê bû.

Bû şahidê bedewiya jiyana ku Rêber Apo dixwest biafirîne

Hevrêyê me Serxwebûn ku beriya ku tevlî nava refên têkoşînê bibe, têkoşîna şehîdên me bi kûrahî nirxand, ji jiyan, têkoşîn û çalakiya Şehîd Zîlan gelekî bandor bû û bi tevlîbûna nava refên berxwedanê rêya ku wê di têkoşînê de bişopîne eşkere kir. Roja 30’ê Hezîranê dema ku Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe dijmin hejand wê rojê beşdarî nava refên berxwedanê bû û xeta ku wê bişopîne zelal kir. Hevrêyê me yê ku li herêma Serhedê tevlî nava refên gerîla bû, li bakurê kurdistanê şansê tevlîbûna gerîlayan girt û pratîka xwe ya yekemîn pêk anî. Tevî şert û mercên zehmet jî perwerdeya xwe ya bingehîn bi serkeftî qedand û li Tendurekê pratîkeke bi bandor pêk anî. Bi kesayetiya xwe ya enerjîk, dilpak, kedkar û durist zû bi hevrêyên xwe re bû yek. Hevrêyê me yê ku piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li herêma Serhedê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li herêma Avaşînê pratîka gerîlatiyê berdewam kir. Hevrêyê me yê ku di qada bîrdozî de kûr bû, tecrubeyên xwe yên gerîlatî jî derbasî hevrêyên xwe yên nû kir. Ji ber ku bû şahidê bedewiya jiyana ku Rêber Apo dixwest biafirîne, ji bo xwe bike parçeyek ji vê jiyanê gelek ked da. Hewldana têgihîştin, fêrbûn û afirandina ya nû hişt ku hevrêyê me bi lez pêş bikeve. Hevrêyê me Serxwebûn ku her tim xwe netemam didît û ji bo xwe temam bike û bibe hevrêyekî hêja yê hevalên xwe yên şehîd ket nava hewldaneke kûr, bû yek ji hevrêyên me yên ku bi lez û bez di nava refên têkoşînê de bû fedekar.

Her tim xwe amade dikir ku hemû erk û berpirsyariyê bi cih bîne

Hevrêyê me Serxwebûn bi tiştên ku hîn dibûdi xwe de pêk dian, haya wî ji guhertinên di nava xwe de zêdetir bû û van guhertinan xurtir kir. Armanca afirandina kesayetek milîtan a ku ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve xurtir be, li gorî ruhê pêvajoyê xwedî helwest û beşdarbûn, di pêşketina hevrêyê me de roleke mezin lîst. Her tim xwe amade dikir ku hemû erk û berpirsyariya ku partiya me ji bo serkeftinê daye wî bi cih bîne. Hevrêyê me serxwebûn digot: “Ez dixwazim bigihêjim kesayeteke milîtan û ji bo hevrêyên xwe yên jin bingeheke wisa amade bikim ku nifşê pêş me heman pirsgirêkan nejîn. Hevrêyê me Serxwebûn ku digot, şert û merc çi dibin bila bibin, ez ê di nava Partiyê de şer bikim û heta ku dijmin têk bibim ez ê nemirim. Di jiyanê de û di şer de jî li pey vê gotina xwe bû. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku dîtiye zêdetir xwe û jiyanê di lêpirsînê de derbas dikir, bi hestên berpirsyariyê yên ku di nava pêvajoyê de derketin pêş re her tim dixwest li qadên pratîkê bimîne, têkoşîn û şer esas girt. Bi vê xwestekê di sala 2018’an de berê xwe da qada Heftanînê û bi ked, hevaltî û tevlîbûna xwe ya bi coş a di her xebatê de di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Di êrîşa dijmin a li vir de birîndar bû û ji bo dermankirinê demekê ji qadên pratîk dûr ma. Lê ev pêvajo ji bo hevrêyê me Serxwebûn zehmet bû û tu carî vê rewşê qebûl nekir. Dixwest bi lez û bez vê pêvajoyê derbas bike da ku di zûtirîn demê de biçe pratîkê û dîsa bi hevrêyên xwe re tevlî şer bibe. Hevrêyê me Serxwebûn her tim di bixebitê de bi israr bû û ji bo bi pêş ve biçe di eniya herî pêş de şer bike.

Hevrêyê me Serxwebûn her tim jiyana fedayî esas digirt

Dema ku mirov bi hemû darazên xwe yên nirxî ji nû ve di ber çavan re derbas dike dest bi naskirina xwe, gelê xwe, rabirdûya xwe û dîroka xwe dike, mîna vejîna giyanê wî ye. Kokên wan dîsa mezin dibin, hêviyên wan şîn dibin, xeyalên wan pêk tên. Hevrêyê me Serxwebûn bi heyecana ji nû ve afirandina xwe, nasname û ruhê xwe tevlî jiyanê bû. Ev heyecana jiyanê bû bingeha girêdana wî ya bi jiyanê û hevrêyên wî re. Hewl dida, her tim bi moralekî bilind dixebitî, îdia dikir ku di her kar û xebatên ku jê re hatiye dayîn de bi ser diket. Dema hevrêyên wî hewldanên wî yên watedar dîtin, bi coş û kelecan bûn ku bi wî re bixebitin û bi erka xwe rabin. Hevrêyê me Serxwebûn ku xwedî tevlîbûneke sade û mutewazî ye, her tim jiyana fedayî esas digirt û di her kar û xebatên ku diçû bi ruhê fedayî dixebitî. Bi perwerdeya akademiyê ya ku dît hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de kûrbûneke mezin bi dest xist. Şehadeta hevrêyê me Serxwebûn Jêhat (Sînan Serhat) di encama komployeke 31’ê kanûna 2020’an de hestê tolhildanê ya hevrê Serxwebûn hê zêdetir kir. Van şehadetan ji xwe re kir berfirehkirina têkoşînê, bîranîna şehîdên me bigihîne serkeftinê.

Yek ji şervanên Apoyî yên leheng bû ku derbên giran li dagirkeran xist

Hevrêyê me Serxwebûn li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehîd Delîl Zagros a Rojavayê Zapê şer kir û beşdarî berxwedana fedayî bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku bi coşeke mezin li ber xwe da û bû şervanekî berxwedana dîrokî. Yek ji şervanên Apoyî yên leheng bû ku derbên giran li dagirkeran xist. Weke şervan û milîtanekî jêhatî, erkên xwe bi serkeftî bi cih anî. Hevrêyê me Serxwebûn ku beşdarî gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî bû, di 12’ê Çileya 2024’an de bi pêşengiya herî pêşketî û leheng ê mîlîtanên Apoyî, bi dehan salan tola xwe ji dijminê mêtinger hilanî. Şehîd Helmet Dêrelûk ji bo serkeftina Operasyona Şoreşgerî hemû şaneyên laşê xwe terxan kir. Yê pêşî bi hevrêyê me Rizgar Çavreş re êrîşî dagirkeran kir. Bi fedakarî û bêtirs ber bi çeperên dijmin ve çû. Bi cesaret û ruhê fedayî rê li ber hevrêyên xwe yên ku li pey wî bûn vekir. Ji bo serkeftina vê operasyona şoreşgerî ya ku tê de 61 dagirker hatin cezakirin, kedeke mezin da.

Gelê Kobanê yê welatparêz ku bi berxwedana xwe ya bi heybet a li hemberî êrîşên çeteyan navê xwe li hemû cîhanê da nasîn, bêguman deyndarê zarokên leheng ên ku mezin kirine. Gelê me yê Kobanê ku ji dîrokê heta niha her tim bi berxwedanê xwe afirandiye û li hemberî êrîşên dijmin nasnameya xwe ya kurdewarî parastiye, bi veguheztina pêkhateya berxwedanê ya ji nifşekî, nifşê çandeke şoreşgerî ava kiriye. Gelê me yê Kobanê ku fermandarên hêja Şîlan Kobanê û Sadik Kobanê di nava xwe de derxistiye û pêşengiya têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, bi hezaran zarokên xwe yên şûngirên Şîlan û Sadik şandin refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê. Gelê me yê Kobanê yê ku bi dehan salan di bin dagirkeriya dijmin de bû û tî yê azadiyê bû, ji bo parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava ji heftê heta heftê salî ji hemû gelê kurdistanê re bûye mînak.

Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fikrên Rêber Apo nas kir

Hevrê Rizgar ku di malbateke welatparêz a ku di nava rastiyeke gelêrî ya wiha de hatiye dinê, bi xwezayî bi nirxên welatparêzî û kurdistanî yên malbatê û derdora ku tê de jiyaye mezin bûye. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê ciwan de rastiya Partiya me û gerîla nas kir, bi taybetî ji têkoşîna fedayî ya gerîla ya ji bo azadiya gelê me bandor bû. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê biçûk de bi gerîla re sempatiya xwe hişt, ji malbat û xizmên xwe li destanên lehengiya gerîla guhdarî kir. Hevrê Rizgar ku di sala 2012’an de bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fikrên Rêber Apo nas kir, çavkaniya têkoşîna lehengiya gerîla baştir fêm kir. Ji ber vê yekê ji destpêka şoreşê ve ji bo fêmkirina rastî û hevaltiya ku Rêber Apo derxistiye holê, di nava hewldanan debû. Hevrêyê me Rizgar ku derfeta perwerdekirina bi ramanên Rêber Apo peyda bû, di her kêliya jiyana xwe de li hemberî gelê me xwe berpirsyar hîs kir. Ji ber vê sedemê hevrêyê me yê ku erka xwe dizanîbû ku erka xwe ya li hemberî gelê me bi cih bîne, bi taybet li dijî êrîşên dijmin cihgirtina di çeperên berxwedanê de weke erkeke sereke dît. Hevrêyê me Rizgar ku demeke dirêj li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mafê wan ê xwerêveberiyê li ber xwe da. Li hemberî gelek êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê bi fedekarî parastina gelê me kir. Hevrêyê me Rizgar dzanîbû ku bêyî têkbirina dewleta tirk a dagirker gelê kurd û Rojhilata Navîn bi rastî azad nabe, di wê baweriyê de bû ku bi têkoşîneke profesyonel ev yek pêkan e. Hevrêyê me Rizgar ku dizanibû ku li hemberî êrîşên dijmin ên bênavber têkoşîneke şoreşgerî ya bênavber pêwîst e. Fikirî ku ev yek bi têkoşîna gerîla ya di nava refên PKK’ê de pêkan e.

Hevrêyê me Rizgar ku tu carî jiyanek asayî qebûl nekir

Li ser vê bingehê Hevrêyê me Rizgar berê xwe da çiyayên kurdistanê yên ku ji zarokatiya xwe pê dihesiya û xeyal dikir û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêy me yê ku di jiyana gerîla û çiya de bi xwestek û hişmendiyeke mezin beşdarî wê bû, tu zehmetî nekişand. Mîna gerîlayekî bi salan di demeke kurt de tevlî çalakiyên pratîkî bû. Hevrêyê me yê ku bi fedekarî tevlî bû, roj bi roj xwe pêş dixist. Hevrêyê me yê di warê leşkerî û rêxistinî de xwedî ezmûn e, armanc kir ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bibe û vê felsefeya ku di esasê xwe de gihandina azadiyê armanc dike, bike bingeha jiyana xwe. Hevrêyê me ji bo ku bigihêje vê armancê bi îradeyek bêşik û bi giranî ked da. Hevrêyê me Rizgar ku tu carî jiyanek asayî qebûl nekir, her kêliya xwe zindî, bi coş derbas dikir û bi hevrêyên xwe re parve dikir û digot, ‘ger jiyan hebe divê azad be’. Hevrêyê me yê ku bi hemû hebûna xwe hezkirin û hurmeta ku ji hevrêyên xwe re hîs dikir, bû hevrêyekî ku ji aliyê hevrêyên xwe ve her tim dihat hezkirin.

Berê xwe da herêma Zapê ya Rojava ya Şehîd Delîl Zagros ku şer lê dijwar bû

Hevrêyê me Rizgar ku weke gerîlayekî azadiyê her tim li hemberî êrîşên li dijî gelê me û Rêberê me hesas bû, her tim hewl da ku hesab ji dewleta tirk a qirker bipirse. Hevrêyê me yê ku dizanibû ku ji bo bersivdayîna êrîşên dewleta tirk a dagirker û şikandina êrîşên qirkirinê pêwîste di gerîlatiya serdema nû de jêhatî be, li ser vê bingehê rêzeperwerdeya pisporiya leşkerî derbas kir. Hevrêyê me yê ku yekem car perwerdeya sûîqestê dît, bi helwest û tevlîbûna xwe ya di vî warî de di demeke kurt de bû pispor. Lê belê Hevrêyê me yê ku yek kêliyek jî dest ji pêşxistina kesayeta xwe berneda, fikirî ku ji bo bibe şervanekî bi bandor pêwîstiya wî bi zanebûna hemû beşan heye. Li ser vê bingehê perwerdeya çekên giran jî dît û bû gerîlayekî profesyonel. Hevrêyê me Rizgar ê ku piştî perwerdeya leşkerî û giraniya bîrdozî ya ku dît êdî dora wî ye ku li dijî dewleta tirk a qirker şer bike, berê xwe da herêma Zapê ya Rojava ya Şehîd Delîl Zagros ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me yê ku di cih de tevlî pratîka dijwar a li vir bû, bêrawestan û bi tempoyeke bilind xebitî. Hevrêyê me li her xebata ku cih digirt bi cidiyeteke mezin nêz dibû û her tim serkeftinê ji xwe re dikir armanc. Hevrêyê me yê ku ji bo vê armancê bi sebir têdikoşiya, bi van taybetiyên xwe baweriyeke mezin di hemû hevrêyên xwe de afirand. Êdî dihat zanîn ku ger hevrêyê me Rizgar destê xwe bidana xebatekê teqez ew ê bi ser keve. Şehîd Delîl hevrêyê me yê ku li herêma Zagrosê di gelek xebatên lêkolînan de cih girt, di vê pêvajoyê de bi kontrolkirina axê, kontrola ku dijmin dixwest ava bike têk bir. Hevrêyê me Rizgar ê ku bi rêbazên hesas û afirîner hemû teknîka dijmin têk bir, gelek xebatên girîng bi hûrgilî pêk anî. Hevrêyê me Rizgar zanibû ku serkeftina di şer de encama amadekariyên girîng e, hevrêyê me Rizgar di her qadên şer ên ji bo vê armancê de cih digirt, bi fedekariyeke mezin beşdarî hemû çalakiyan bû û karîbû erka xwe ya milîtanekî Apoyî bi tevahî bi cih me Rizgar bi saya kesayeta xwe ya dilpak û hestiyar bi hemû hevrêyên xwe ve girêdayî bû û bi van taybetiyên xwe ve bû milîtanekî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve dihat hezkirin û qîmet didanê. Ji ber vê yekê jî ji bo tola her hevrêyekî/ê xwe yê di êrîşên dijmin de şehîd bibûn hilîne, her tim li dijî dewleta tirk a dagirker di nava çalakiyan de bû. Di gelek çalakiyan de cih girt û ji bo serkeftina van çalakiyan bi fedekarî û cesaret li dijî dijmin şer kir.

Hevrêyê me Rizgar, beşdarî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Helmeta Dêrelûk a ku di vê dawiyê de pêk hat bû, bi îradeya Apoyî ya bêhempa hemû zehmetiyên demsala zivistanê derbas kir û xwe gihand çeperên dijmin. Hevrêyê me Rizgar ku li vê derê derbên bi bandor û giran ên li dijmin xist, hema bêje dijmin têk bir. Hevrêyê me îspat kir ku ruhê fedayî yê bilind ê Apoyî wê mohra li sala 2024’an bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar