Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Sala 2017’an ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî hate kirin û derbên giran li dewleta Tirk a qirker hate xistin, li ser xeta fedaîtiyê ya şehîdên me yên leheng bû saleke girîng a berxwedanê ya dîroka me. Li hemberî êrîşên dijmin ku derfetên xwe hemû seferber kir û bi piştgiriya hêzên navneteweyî xwest gelê me û tevgera me tasfiye bike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabûn, li dijî van êrîşên qirkirinê li her çeperê li ber xwe dan û hêviyên tasfiyeyê yên mêtingeran têk birin. Hevrêyên me Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşît ku pêşengî ji vê berxwedana destanî re kirin, di êrîşên dijmin de şehîd bûn. Van hevrêyên me yên fedaî, bi têkoşîna xwe rê nedan mêtingeran û bi şehadeta xwe mîrateyeke girîng a berxwedanê li pey xwe hiştin, bûn hinceta tolhildanê ji bo gelê me û hevrêyên xwe.

Em soz didin ku armanca hevrêyên xwe Gulan, Sorxwîn, Adir, Egîd, Îsyan û Reşîd pêk bînin, tola wan hilînin. Bila serê malbatên hêja yên van şehîdan û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Gulan Dîren
Nav paşnav: Evîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Muzeyyen-Mehmet Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Sorxwîn Aram
Nav paşnav: Medîne Unvar
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Asliye-Mûsa
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Adir Azad
Nav paşnav: Gulbahar Seçkîn
Cihê jidayikbûnê: Çewlîg
Dayik-Bav: Rabîa-Giyasettîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Egîd Gabar
Nav paşnav: Yasir Mehmûdî Nasirbadî
Cihê jidayikbûnê: Kirmanşan
Dayik-Bav: Zînet-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Alanları
Nasnav: Îsyan Brûsk
Nav paşnav: Azad Tûran
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Dilber-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
KNasnav: Reşît Andok
Nav paşnav: Husamettîn Ergîn
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Ayşe-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Îlona 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê