Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

HPG: Çekdar, Botan û Ozgur xwe fedaî têkoşîna azadiyê kirin

HPG'ê nasnameyên gerîlayên di 27’ê tebaxa 2021’an de li Metîna şehîd bûbûn aşkere kir û got: “Hevrêyên me Çekdar, Botan û Ozgur xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin û bêyî teredut bikin bi fedekarî şer kirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî şehîdên Metîna ku di 27’ê tebaxa 2021’ê li herêma Girê Hekkarî ya di êrîşa artêşa tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên hêja Çekdar Xelîla, Botan Sêgirkê û Ozgur Tolhildan şehîd bûn bi daxuyaniyêkî nivîskî bi bîr anî.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyên me Çekdar, Botan û Ozgur xwe fedayê têkoşîna azadiyê ya gelê me kirin û bêyî teredut bikin bi fedekarî şer kirin. Em hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku têkoşîna wan bigihînin serketinê.

Zarokê hêja yê eşîra Xelîlanê hevrêyê me Çekdar bi baweriyeke xurt dilsozê têkoşîna azadiya gelê me bû ku bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me PKK’ê tê meşandin. Di her kêliya jiyana xwe de bi fedayî têkoşiya û ev yek ji xwe re kir hêmanê esasî. Hevrêyê me Çekdar bi jiyan, sekin û hevrêtiya xwe ya xurt bû milîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî ew ji xwe re dikirin mînak û li pey şopa wî dimeşiyan. Di her kêliya jiyanê de hevrêyê me Çekdar weke pratîkvanê felsefeya Apoyî derket pêş û bi vê taybetmendiya xwe li her derê rê nîşanî hevrêyên xwe da. Fedayîtî weke şêwazekê jiyanê pejirand û heta şehadetê ji xeta fedayîtiyê tawîz neda.

Milîtanê serhildêr û wêrek ê eşîra me ya Goyî ya welatparêz û Qilebanê hevrêyê me Botan, li dijî siyaseta dijmin a ji bo parçekirina têkoşîna azadiya gelê me Kurdan li dijî Kurdan sor dike, xwedî hêrseke kûr bû. Hevrêyê me ji bo vê hêrsê veguherîne têkoşîneke bi wate hat çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bawer kir ku tenê bi vî rengî dikare xençera li dilê gelê me hatî xistin, derxîne û ji birîna wê re bibe derman. Bi vî rengî bû xwedî têkoşîneke bênavber. Hevrêyê me li gelek herêmên Kurdistanê gerîlatî kir û bi vî rengî bû kesayetekî neteweyî û şervanekî xurt. Bi têkoşîna xwe bersiva herî bi wate da siyaseta dijmin a parçekirina gelê me. Bi vî aliyê xwe bû milîtanekî ku hemû ciwanên Kurd ên dilê wan ji bo azadiyê lê dide, wî ji xwe re bikin mînak.

Hevrêyê me Ozgur bi jîr û jêhatîbûna xwe ya pratîkî, qedrê bêhempa da hevrêyên xwe û bi kenê xwe yê bedew di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt. Bi jiyaneke li gorî navê xwe li çiyayên Kurdistanê geriya. Dema pêwîst kir di tunelên berxwedanê de kedkar bû, dema pêwîst kir di çalakiyê de egîdek bû ku tirsê dixist dilê dijmin û carnan jî rehberek bû ku hevrêyên xwe digihand qadên têkoşînê. Hevrêyê me Ozgur bi îddîa û biryardariyeke mezin hat çiyayên Kurdistanê û bû xwedî jiyaneke tejî û biwate. Bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê û nirxên ku bi hezar ked û berdêlan hatî afirandin re bû milîtanekî ku hemû ciwanên Kurdistanê wî ji xwe re mînak bigirin û li pey şopa wî bimeşin.

Weke hevrêyên wan, em car din hevrêyên xwe Çekdar, Botan û Ozgur di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî malbatên wan ên hêja, em ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Çekdar Xelîla
Nav û Paşnav: Omer Salgur
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik – Bav: Xezal – Huseyîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2021’an / Metîna
Nasnav: Botan Sêgirkê
Nav û Paşnav: Sadik Guvercîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik – Bav: Mercan – Emîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2021’an / Metîna
Nasnav: Ozgur Tolhildan
Nav û Paşnav: Ehmed Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Nisêbîn
Navê Dayik – Bav: Hezîna – Abdûrrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 27’ê Tebaxa 2021’an / Metîna

 

Şehîd Çekdar Xelîl

Hevrêyê me Çekdar di nava malbateke ji eşîra Xelîlan a Wanê ya welatparêz de hate dinê. Malbat û eşîra wî kevneşopiyên xwe yên qedîm ên bi sedan salan, parastiye. Lewma hevrêyê me Çekdar jî bi rengekî girêdayî cewherê xwe mezin bû. Lewma ziman û çanda xwe parast û bersiva herî xurt da êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me. Ji eşîra wî û derdora malbata wî tevlîbûn û şehadet di nava refên gerîla de hebûn, lewma hevrêyê me derfet dît ku têkoşîna me ji biçûkahiya xwe ve nas bike. Bi taybetî li hemberî gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Hevrêyê me Çekdar gerîla weke temînata azadiyê ya gelê me didît, her roja derbas bûyî gerîla hîn bêhtir mereq kir û xwest nas bike û fêm bike. Hevrêyê me li ser vî bingehî ket nava lêgerînan û bi demê re derfetê naskirina rastiya me ya têkoşînê dît. Weke ciwanekî Kurd hevrêyê me fikirî ku divê ew jî berpirsyariyên li hemberî gelê me bi cih bîne. Destpêkê weke şoreşgerekî di nava xebatên ciwanan de cih girt. Demekê di nava van xebatan de ma û di warê îdeolojîk û rêxistinî de tecrube bi dest xist.Lê belê hevrêyê me her tim li hemberî gerîla xwedî eleqe bû û xwest bi gerîla re bixebite. Hevrêyê me Çekdar lêgerînên xwe hîn zêdetir kir û bi gerîlayên ku cara ewilî dîtî re ket nava nîqaşan û diyar kir ku ew dixwaze têkoşîna xwe mezin bike. Li ser vî bingehî hevrêyê me di nava xebatên milîstiyê de cih girt, demekê di nava van xebatan de cih girt û tevkariyên girîng li têkoşîna me kir. Di pêvajoyeke ku xeteriya qirkirin û êrîşên li ser gelê me zêde bûne de, hevrêyê me Çekdar fikirî ku divê ew têkoşîna azadiya gelê me hîn mezintir bike û dizanî ku ev yek jî bi mezinkirina têkoşîna gerîla pêkan e. Gerîlayên ku pê re xebitî şehîd bûn, vê yekê hem hêrsa hevrêyê me Çekdar a li hemberî dijmin mezin kir û hem jî ev yek kir sedemê esas ê tevlîbûna nava refên gerîla. Li ser vî bingehî hevrêyê me di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû ku bi salan xeyala wê yekê dikir.

Hevrêyê me Çekdar piştî perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de dîtî, di nava demeke kurt de fêrî jiyana çiyê û gerîla bû. Bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor bû. Hevrêyê me bedewiyên jiyana gerîla ya ku li dijî ezezîtiya sîstemê jiyana komunal esas digire, têra xwe jiyan kir û anî ziman ku ji bo vegotina van hemû bedewî û hestan peyv têrê nakin û encex bi jiyankirinê mirov dikare fêm bike. Hevrêyê me piştî perwerdeya şervanên nû bi rengekî serketî qedand li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebat meşand û di vê pêvajoyê de di warê leşkerî û îdeolojîk de tecrubeyên girîng bi dest xist. Bi saya tevlîbûna xwe ya dirûst û samîmî baweriya hemû hevrêyên xwe qezenc kir û di nava xebatên girîng de cih girt. Hevrêyê me Çekdar di nava her xebatê de bi tarzê xwe yê disîplînê dihate naskirin, ji dervey serketinê ti bijarteke din qebûl nekir. Di heman demê de weke gerîlayekî Apoyî li dijî êrîşên li ser gelê me û Tevgera me, her tim pêşniyar dikir ku biçe qadên şer lê herî dijwar û dixwest bersiva dijmin bide. Bi taybetî jî tolhildana her hevrêyek xwe yê şehîd, wek deyn zanî û xwe li gorî şer amade kir. Hevrêyê me Çekdar xwest di taktîkên gerîla yên dema nû de bibe pispor û hêmanên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk di kesayeta xwe temsîl bike. Zanî ku encex bi vî rengî dikare bigihije gerîlatiya serketî. Li ser vî bingehî di akademiyên îdeolojîk û leşkerî de tevlî perwerdeyan bû. Li vir bi lêhêrbûnên xwe yên kûr di her warî de xwe ji pêvajoya têkoşîneke xurt re amade kir.

Hevrêyê me Çekdar bi hêz û morala ku ji perwerdeyê wergirtî, derbasî herêma Metînayê bû. Li vir bi pratîka xwe geşedanên girîng afirand. Ji bo ku xebatên xwe bi ser bixîne, ti şert û mercên zehmet ji xwe re nekir hincet. Hevrêyê me bi zekaya xwe ya afirîner serketinên girîng bi dest xist. Di heman demê de hevrêyê me bû yek ji mînakên herî şênber a ruhê fedayî. Bi taybetî di 23’yê Nîsana 2021’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku dijmin li ser Metînayê dayî destpêkirin, ji bo mezinkirina berxwedana li herêma Zendûra rolekî girîng û diyarker lîst. Di şert û mercên herî zehmet de ji hevrêyên xwe re cepxane û erzaq bir, hem wezîfeyên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî hem jî kir ku berxwedan were mezinkirin û domandin. Hevrêyê me Çekdar bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bi tevlîbûna xwe bû milîtanekî Apoyî. Hevrêyê me di ferqa rastiya şer û dijmin de bû. Pêşbînî kir ku dibe êrîş li qadên cuda yên Metînayê belav bibin, ji bo li van deran jî amadekariyên pêwîst bên kirin hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Çekdar bi cesaret û afirîneriya xwe tê zanîn. Di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin lê herî zêde û xeta xiyanetkar-hevkar xwe bi temamî pêşkêşî mêtingeran kirî de, bi fedayiyane xebatên xwe domand. Hevrêyê me mîna li gelek deverên herêma Metînayê, li herêma Girê Hekkarî jî xebat meşand. 27’ê Tebaxa 2021’an dema li vê herêmê, di êrîşeke dijmin de şehîd bû

Hevrêyê me Çekdar milîtanekî xwedî hevrêtiya germ û samîmî bû, lewma hemû hevrêyên wî dixwestin pê re bijîn û têbikoşin. Bi wêrekî, rûkenî, moral, afirênerî û kûrahiya xwe ya di leşkeriyê de bû milîtan û gerîlayekî Apoyî yê mînak. Weke hevrêyên wî em hevrê Çekdar di salvegera şehadeta wî de car din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarên xeyalên wî.

Şehîd Botan Sêgirkê

Eşîra Goyî weke eşîreke qedîm a Kurdistanê bi sed salan e li herêma Botan çand, ziman û kevneşopiya Kurdî bi rewşa xwe ya herî sade û xwezayî veguhestin heya roja me ya îroyîn. Ev eşîra me ya binirx tim parastina jiyaneke azad û serbixwe kiriye û di serî de li herêma lê dijîn li hemberî her cure êrîşên li ser Kurdistanê li ber xwe daye. Ev eşîra me ya dêrîn li çiyayên Botanê ên mezin û bêhempa rê neda tu dagirkeran û bi parastina cewhera xwe, di roja me ya îroyîn de jî vê taybetmendiya xwe didomîne û ev eşîra ma ya dêrîn karî bibe dîroka zindî ya gelê Kurd. Eşîra Goyî yek ji wan eşîran e ku yekem tevlî têkoşîna me ya çekdarî ya partiya me PKK’ê ya hêviya azadiya gelê Kurdistanê, bûne.Her wiha Eşîra Goyî hê di salên ewil ên têkoşîna me ya çekdarî de zarokên xwe yên binirx şandiye nava refên azadiyê û dilsoziya xwe ya ji bo azadiyê daye îspatkirin. Di heman demê de gelê me yê ji eşîra Goyî ku yekem pêşwaziya gerîlayên li çiyayên Botanê kiriye, hêzeke mezin daye gerîlayan û ew hembêz kirine. Gelê me bi tarzê jiyana gerîlayan û felsefeya Rêber Apo di wê baweriyê de ye ku wan weke nûnerên Kurdayetiya Roja me ya îroyîn dibînin û qebûl dikin. Her wiha eşîra me ya Goyî li dora gerîlayan bûye yek û di mezinkirina têkoşîna me de xwedî kedeke mezin e.

Hevrêyê me Botan di nava malbateke xwedî civak û eşîreke van kevneşopiyan ji dayîk dibe û girêdayî nirx û cewherên xwe mezin dibe. Hevrêyê me ziman, çand û kevneşopiya xwe bi awayê herî sade dijî û bi vê taybetmendiya xwe polîtîkayên bişaftinê yên bi deh salan e ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin, pûç kirin. Hevrêyê me di dema ciwantiya xwe de lêpirsînên xwe yên têkildarî jiyanê zêde dike. Dijmin zextê li malbat û gelek xizmên wî dike ku cerdevantiyê qebûl bikin, ev yek dibe sedem ku hevrêyên me pir bi hêrs bibe. Hevrêyê me hê di wan heyeman de dizane ku cerdevantî xençereke ku ketiye dilê gelê Kurd. Hevrêyê me dizanîbû ku dewleta Tirk nikare Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk bibe û têkoşîna gelê me ya ji bo azadiyê biçewisîne. Lewma dewlet hewl dide ku bi van polîtîkayên qirêj encamê bistîne, tu caran rakirina çeka dijmin a ji aliyê malbat û xizmên xwe ve qebûl nekir. Nêzîkbûna qadên gerîlayan û çalakiyên bibandor ên gerîlayan ên li dijî artêşa Tirk di sala 2005’an de bandoreke mezin li hevrêyê me Botan dikin û ev yek gelekî bala wî dikişînin. Hevrêyê me berovajî derewên şerê taybet ên dewleta Tirk dibîne ku gerîla bes leşkerên dagirker hedef digire. Eleqeya wî ya ji bo gerîlayan zêdetir dibe. Her wiha sekna jiyanê ya gerîlayan û hem jî tevlîbûna gelek kesên ji eşîra wî û şehîdbûna gelek hevrêyên me ya di encama şerkirina fedayiyane de gelekî bandorê li hevrêyê me Botan dikin. Hevrêyê me Botan hem weke ciwanekî Kurd hem jî bicihanîna egera dilsoziya ji şehîdan re û hem jî ji bo bûna neferekî têkoşîna azadiyê ya gelê me di sala 2013’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîlayan dibe.

Hevrêyê me Botan ji ber ku li erdnîgarireyeke çiyayî mezin bûbû, zimanê çiyayan baş dizanî û di adaptebûna jiyana çiyayan de zehmetî nekişand. Hevrêyê me bi perwerdeyên xwe yên destpêkê re di demeke kurt de hînî hûrgiliyên jiyana çiyayan dibe û tevlîbûneke aktîf nîşan dide. Hevrêyê me bi perwerdeyan di warê leşkerî de tecrûbeyên girîng bi dest dixe û li gel têkoşîna li gelek qadan hem bersiv da êrîşên li dijî gelê me hem jî xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de gelekî pêş xist. Tevî ku di şerê êrîşên li hemberî gelê me de carekê birîndar jî bû, ev yek bi tu awayî li pêşiya têkoşîna xwe weke astengî nedît û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin mezintir kir. Hevrêyê me Botan weke gerîlayekî ji Botanê vegera ji bo Botanê ku lê ji dayîk dibe û mezin dibe, weke armanca xwe ya herî sereke diyar dike û girêdayî vê yekê berê xwe dide Bakurê Kurdistanê û têkoşîna xwe didomîne. Hevrêyê me serweriya xwe ya ji qadê re bi taybetmendiyên xwe kedkar û fedekar re dike yek û dibe xwediyê tevlîbûneke aktîf. Piştî ku li Bakurê Kurdistanê demekê gerîlatiyê dike, girêdayî pêdiviyan careke din berê xwe dide Herêmên Parastinê yên Medyayê û li vir li gelek qadan li ber xwe dide. Hevrêyê me Botan bû yek ji wan hevrêyên me yên yekem ên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, li ber xwe dayî. Her wiha hevrêyê me ji bo amadekirina gelek tunelên şer jî xwedî kedeke mezin e.

Hevrêyê me Botan di 27’ê Tebax 2021’an de li herêma Metînayê tevlî karwanê şehîdan dibe û li hemû qadên lê mayî bi kesayeta xwe ya xwezayî, sade, kedkar û fedekar derket pêş. Hevrêyê me Botan têkoşîna xwe ya azadiyê bi şehadeta xwe di lûtkeyên herî bilind de temam dike. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Botan tim di nava têkoşîna xwe zindî bigirin.

Şehîd Ozgur Serhildan

Nisêbîn, di dîroka têkoşîna me de weke bajarê serhildanê cih girt û ji destpêka şerê me yê azadiyê heta roja me ya îro, bi parastina vê rêgeza xwe re pêşengî ji gelê me re dike.

Gelê me yê Nisêbînê ya ku ji bo azadiya gelê me bêdudilî ewladên xwe yên herî binirx feda dike, di vê wateyê de bûye qibla welatparêziyê. Gelê me yê Nisêbînê li dijî polîtîkayên qirker ên dijmin her tim sekna xwe ya zelal di Kurdbûna azad de parastiye. Bi vê taybetmendiya xwe di nava têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cihek bi nirx bidest xistiye. Ji bo vê jî her ciwanekî Kurd ê ku li Nisêbînê mezin dibe, ava wê vedixwe û hewayê wê dikişîne hinavên xwe, her tim hewl dide ku bibe layiqî gelê xwe yê fedekar.

Hevrêyê me Ozgur li bajarê Nisêbînê di nava malbateke welatparêz de jidayik bû, lê ji ber zext û êşkenceya dewleta Tirk neçar ma tevî malbata xwe koçî bajarê Girkê Legê ya Rojava bibe û li wir mezin bû. Lê bi saya çanda kûr a malbata xwe, bi cewhera xwe ve girêdayî mezin bû.Hevrêyê me yê ku ji çanda kûr a welatparêziyê ya gelê me yê Rojava jî bandor bû, ji aliyê hewirdorê xwe ve hat hezkirin. Hevrêyê me ji ber ku malbata wî bi darê zorê ji welat hate sirgûnkirin li dijî dewleta Tirk xwedî hêrseke kûr bû û her tim dixwest tola malbata xwe û gelê me ji dewleta Tirk hilîne. Hevrêyê me Ozgur ê ku bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re derfet dît ku têkoşîna me baştir nas bike, tevî ku hîn gelekî ciwan bû jî xwest tevlî nava refên têkoşînê bibe. Lê belê hevrêyê me yê ku di wê pêvajoyê de daxwaza wî nehat qebûlkirin; di pêvajoya şoreşê de di nava saziyan de xwe bipêş xist. Hevrêyê me di vê pêvajoyê de pêşketinên erênî yên di nava civakê de dît û ji bo ramanên Rêber Apo bi jiyanî bike, kelecanî bibû. Hevrêyê me Ozgur ti carî afrînerê van pêşketinan Rêber Apo û hevrêyên me ku bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê jibîr nekir û li ser vê esasê fikirî ku divê ew jî weke ciwanekî Kurd berpirsyartiyên xwe yên li hember gelê me bi cih bîne. Hevrêyê me yê ku di wê ferqê de bû encax bi vî rengî dikare bersiv bide bendewariyên Rêber Apo û şehîdên me, bi îdîa û biryardariyeke mezin tevlî nava refên têkoşînê bû. Hevrêyê me tevlîbûna xwe ya li nava têkoşînê weke gava destpêkê ya tolhildana ji dewleta Tirk dît û roj bi roj tevlîbûna xwe xurtir kir. Êrîşên dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî û komkujiyên li dijî gelê me hêrsa hevrêyê me Ozgur a li dijî dijmin hê mezintir kir. Hevrêyê me dizanîbû cihê herî bi bandor a têkoşîna li dijî dewleta Tirk tevlîbûna gerîlaye û li çiyayên Kurdistanê şer kirine, li ser vê bingehê berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ozgur bi perwerdeya destpêkê ya wergirtî re, ji roja destpêkê ya gerîlatiya xwe ve bû xwedî tevlîbûneke aktîf. Hevrêyê me ku bi saya meraqa xwe ya hînbûnê di demeke kurt de hemû detayên jiyana gerîlatî û çiyê fêm kir, ev taybetmendî di hemû gerîlatiya xwe de dewam kir û zemîna serketinên girîng danî. Hevrêyê me ku xwest li qadên şer lê girane hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk bixe pratîkê, di encama israra xwe de berê xwe da herêma Metîna. Di demeke kin de adapteyî vê herêmê bû û tevlîbûna xwe ya çalak hîn bêhtir xurt kir. Hevrêyê me Ozgur ku hema hema beşdarî her xebatê bû, her ku ked da hîs kir ew hê bêhtir nêzî azadiyê dibe. Li ser vê bingehê fedekarî veguherand şêweyê jiyanê û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Ozgur ku li gelek qadên herêma Metîna xebat meşand, bi tempoya xwe ya xurt di demeke kurt de gelek xebatan bi awayekî serketî pêk anî. Hevrêyê me ku bi saya xwesteka xwe ya pêşketinê û hevrêyên xwe, xwe di aliyê îdeolojîk de perwerde kir, tiştên ku ji felsefeya Rêber Apo hîn bû, veguherand taybetmendiya kesayetiyê. Hevrêyê me weke milîtanekî li dijî êrîşên muhtemel xwedî pêşbînên xurt bû û li ser wê esasê ji bo xurtkirina her qadê û çaperan kedek mezin raber kir. Bi moral û tevlîbûna xwe ya bi coş a li van xebatan, ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêzê. Di heman demê de, bi biryarên rast ên ku di xebatên xwe de bêteredût da, hem di tarzê gerîlatiya serdema nû de hakîmiyet bi dest xist, hem jî bû wesîle ku xebat di demeke kurt de bi dawî bibe. Yek ji taybetmendiyên hevrêyê me Ozgur a berbiçav, beriya her tiştî bi hevrêyên xwe re difikirî. Hevrêyê me sivikkirina barên hevrêyên xwe weke rêgezek ji bo xwe diyar kiribû û bi vê taybetmendiya xwe hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenç kir.

Hevrêyê me Ozgur di 27’ê tebaxa 2021’an de dema ku ji bo alîkariya hevrêyên xwe yên ku li herêma Girê Hekkarî rastî êrîşa dewleta Tirk a dagirker hatin diçû, di êrîşeke din de şehîd bû. Hevrêyê me pêdiviya hevrêtiya xwe ya xurt bi cih anî. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe careke din nîşan da ku ji bo hevrêtiya PKK’ê mirov dikare canê xwe feda bike, weke yek ji mînakên şênber ên tevlîbûna fedakariyê cihê xwe di dîroka me ya têkoşînê de girt. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Ozgur ê ku bi kesayetiya xwe ya xwezayî, sade, hevrêtiya xurt û şêwaza xwe ya balkêş û sekna xwe ya milîtanî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xistiye, li Kurdistana azad zindî bihêlin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar