Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Cemîl û Şervan bûn milîtanên pêşeng ên meşa azadiyê ya gelê me

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Serhedê şehîd bûne aşkere kir û got: "Ji bo gerîlatiya serdema nû bi cih bê anîn, bi fedakarî û biryardariyeke mezin têkoşiyan, tu carî xwe têrker nedîtin û her tim hewl dan xwe bi pêş ve bibin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“23’ê tebaxa 2020’î li qada Serhedê di êrîşa dijmin de hevrêyên me yên hêja Cemîl Cîgerxwîn û Şervan Dirêj şehîd bûn.

Hevrêyên me Cemîl û Şervan ku piştî tevlî nava refên gerîla bû di her kêliyê de hewl dan xwedî li bîranîna hevrêyên me yên şehîd derkevin û armancên wan pêk bînin, bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Ji bo gerîlatiya serdema nû bi cih bê anîn, bi fedakarî û biryarariyeke mezin têkoşiyan, tu carî xwe têrker nedîtin û her tim hewl dan xwe bi pêş ve bibin. Bi van taybetmendiyên xwe ji xwe re kirin pîvan ku biçin qadên herî zehmet û lê têbikoşin. Li ser vê bingehê derbasî qada Serhedê bûn û bûn milîtanên pêşeng ên meşa azadiyê ya gelê me.

Hevrêyên me Cemîl û Şervan di nava têkoşîna me ya azadiyê de xwe bi keda xwe afirandin. Di salvegera şehadeta wan de em wan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Cemîl Cîgerxwîn
Nav paşnav: Şemsettîn Delayîmîlan
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Esmer-Yûsûf
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Tebaxa 2020 / Serhed
Nasnav: Şervan Dirêj
Nav paşnav: Huseyîn Kesercî
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Şadiye-Seracettîn
Dem û cihê şehadetê: 23’ê Tebaxa 2020 / Serhed

Cemîl cîgerxwîn

Hevrêyê me Şemsettîn Delayîmîlan bi navê xwe yê li nava partiyê Cemîl Cîgerxwîn, li Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me li nava malbateke bi nirxên xurt ên exlaqa civakî mezin bû, ev nirx di kesayetiya xwe de vehewand. Li dijî feraseta desthilatdarîperest û lîberal a ku sîstema kapîtalîst li ser mirovahiyê ferz dike, hîn biçûkanî dest bi lêpirsînê kir û kete nava hin lêgerînan. Polîtîkayên qirkirinê yên ku dewleta Îranê dimeşîne, karkirina mîna koleyan ku gelê kurd hewcedarî nan dike, bûn wesîle ku hevrêyê me lêpirsîn û lêkolînên xwe kûrtir bike. Hevrêyê me pênc salan li dibistanên dewleta Îranê xwend, piştre jî bi daxwaza xwe dest ji dibistanê berda. Tevlîbûna ji malbat û derdora wî li nava refên partiya me PKK’ê bû wesîle ku hevrêyê me Cemîl bersivê li lêgerînên xwe re bibîne. Ji bo karibe Rêber Apo û jiyana wî afirandiye ji nêz ve nas bike, fêhm bike û hêjayî xeta şehîdan be di sala 2011’an de biryar da ku tevlî nava partiya me PKK’ê bibe.

Hevrêyê me Cemîl ku sala 2011’an tevlî nava refên PKK’ê bû li herêma Xakurkê tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeya gerîla ya bingehîn re di têkiliyên hevrêtiyê û leşkerî de bû xwedî tecrûbe û danheviyê. Ji ber ku di nava jiyanê de timî baldar bû û dixwest hîn bibe, hevrêyê me di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Ji bo karibe bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şerê giran ê sala 2011’an bibe pêşniyar kir û li ser vêb ingehê jî hewl da xwe hîn bêhtir şareza bike. Di pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku bi şexsê Şehîd Reşîd Serdar, Şehîd Çîçek Kûrtalan, Şehîd Azad Sîser û Şehîd Têkoşîn Amanos de destpê kir, tevlî operasyonên wê yên şoreşgerî bû. Bi tevlîbûna xwe ya li operasyonên şoreşgerî, bi wêrekî ku bi ser dijmin de diçû, bû mînak ji hevrêyên xwe re. hevrêyê me Cemîl di kar û çalakiyên vê demê de wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi rengekî hêja bi cih anî, bû xwedî sekneke milîtanî. Tevî ku di şerê giran de birîndar bû, nêzîkatiyeke welê nîşan da ku têkoşîna xwe her tim mezin bike. Di nava pratîka şerê giran de bi bawerî û dilsoziyeke mezin xwe li rastiya hevrêtiyê ya PKK’ê girt. Ji bo karibe gerîlayekî serketinê Yê Rêber Apo ku têk naçe û ji rastiyê şaş nabe, timî xwe perwerde kir. Ji bo armancên hevrêyên xwe yên şehîd pêk bîne û tola wan hilîne, bû milîtanekî Apoyî ku xwe û hevrêyên xwe perwerde dikir. Hevrêyê me baş fêhm kir ku partiya me PKK partiyeke şehîdan e, li ser vê bingehê jî timî kete nava lêkolînan û ji bo bibe bersiv ji rastiya şehîdan re kete nava lêgerînê.

Piştî pêvajoya şer û pratîka giran, tevlî nava wî karî bû ku pêwîstî bi dilsozî, zelaliya îdeolojîk û baweriyê hebû. 4 salan ev kar meşand, baweriya hevrêyên xwe ya bi xwe vala dernexist. Hevrêyê me Cemîl ku di nava vî karî de derfet dît rastiya me ya gel hîn baştir fêhm bike, rastiya gel û bandora vê rastiyê ya li ser xwe hîn bi xurtî lêkolîn kir.

Berxwedana Xwerêveberiyê ya sala 2016’an li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê hate kirin û şehadeta li nava hevrê û gelê me yê li vê berxwedanê bandoreke mezin li hevrêyê me Cemîl kir. Hevrêyê me xwest li ser xeta fedaîtiyê tevlî vê berxwedanê bibe û derbasî qada Şemzînanê bû ku baş nas dikir. Li vê derê hêrsa xwe ya li dijî dijmin xist meriyetê. Hevrêyê me Cemîl li dijî dijmin gelek çalakî kir, barê hevrêyên xwe sivik kir. Hevrêyê me Cemîl piştre di sala 2017’an de li Akademiya Mazlûm Dogan ku Dibistana me ya Navendî ya Partiyê ye, beşdarî dewreyeke perwerdeyê bû. Bi perwerdeya li vê derê wergirtî kêmasiyên di sekna xwe ya kadro ya milîtaniyê de yek bi yek nirxand. Tevlîbûna li perwerdeya li amadekiya bi navê ji kadroyên pêşeng ên partiya me PKK’ê hevrê Mazlûm Dogan bi kûrahî têgihişt. Li ser vê bingehê ji bo bibe milîtanekî mînak û şervanekî heqîqetê yê berê xwe li serketinê ye, xwe perwerde kir. Li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo xwe kûr kir. Hevrêyê me xwe li pêşberî jiyanê berpirsyar dît, bi pêşketina xwe re ji bo bibe hevrêyê hevrêyan, weke şopdarê Şehîd Reşîd Serdaran ji bo bibe fermandarekî mezin bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve çû.

Hevrêyê me bi rengekî serketî dewreya perwerdeyê qedand, demekê li gel hevalên li rêveberiya Partiyê tevlî karê ewlekariyê û karên din bû. Di vî karî de firsend dît ku partiya me ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me Cemîl di vî karî de dersên girîng ji hevrêyên li gel bû wergirt û ev wezîfeya xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Cemîl ku xwedî pratîk û astekê bû, ji bo van tecrûbeyên xwe careke din bixe pratîkê pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşînê li wir bimeşîne.

Piştî ku pêşniyara wî hate qebûlkirin li qada Serhedê hate wezîfedarkirin û ji bo pêşvebirina Şerê Gel ê Şoreşgerî kete nava hewldanên mezin. Bi rengekî serketî tevlî pratîka li qadê bû û erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Cemîl bi pratîka xwe ya serketî di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe hate hezkirin. Di dema û cihê wê de dest li kêmasiyên li nava jiyanê werde, helwesteke rexnekirin û rexnedayinê nîşan da. Dilsoziya bi Rêber Apo û şehîdan re di her karî de bi xebateke hesas nîşan da.

23’ê Tebaxa 2020’î li qada Serhedê dema ku bi erka xwe radibû tevî hevrêyê xwe Şervan Dirêj di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Cemîl bi fedakariya xwe, bi sekna xwe ya milîtanî ya li nava jiyanê û hevrêtiya xwe ya xurt bû şoreşgerekî mînak ji hevrêyên xwe re.

Şervan Dirêj

Hevrêyê me Şervan li gundê Axçira yê navçeya Adilcewaz a Bedlîsê li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên exlaqî yên civakî ji dayik bû. Hevrêyê me bi van nirxan mezin bû, jiyaneke xwe ya sade û dilnizm hebû. Hevrêyê me ku bi hişmendiyeke xurt a welatparêziyê mezin bû, polîtîka û zextên dijmin yekser dît û li hemberî vê yekê kete nava berxwedan û lêgerînê. Ji ber ku ji malbat û derdora wî ya nêz tevlîbûn li nava partiya me PKK’ê çûbû û şehadet hebû, ev yek bû wesîle ku hevrêyê me Şervan Tevgera Azadiyê ya Kurisdtanê nas bike. Hevrêyê me Şervan li nava malbateke ji 8 zarokan weke zarokê herî mezin hay ji wezîfeya xwe hebû û alîkarî da malbata xwe. Ji bo karibe alîkariya madî bide malbata xwe li metropolên Tirkiyeyê di karên cuda de xebitî, li metrpolan nakokiyên wî zêde bûn û hêrsa wî ya li dijî sîstemê jî mezin bû. Li dijî taybetmendiya sîstema modernîteya kapîtalîst ku gelan dieciqîne û keda wan didize kete nava lêgerînê. Di vê pêvajoyê de gihîşt wê baweriyê ku bi beşdariya li nava gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dikare bersivê ji lêgerîna xwe re peyda bike. di heman demê de ji bo hêjayî şehadeta xizmên xwe bibe di sala 2012’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me bi 7 hevrêyên xwe re ji qada Çatak a Wanê bi rêxistinkirî tevlî nava refên gerîla bûn. Navê pismamê xwe hevrê Şervan Delîl (Mûrat Kesercî) ku sala 2004’an li qada Mûşê di şerê li dijî dijmin de şehîd bû, li xwe kir û meşa xwe ya bê hempa li çiyayên azadiyê domand. Hevrêyê me ji kêliya tevlî nava refên gerîla bûyî û vir ve, bi kelecan û meraqa xwe derdiket pêş. Li qada ku lê tevlî gerîla bûyî, perwerdeya gerîlatiyê ya bingehîn qedand û li qada Botanê bi rengekî aktîf tevlî xebatan bûye. Hevrêyê me bi giranî li qada Katoyê xebat meşand û li vir bû xwedî pratîkek serkeftî. Li çiyayên azad ku weke şervanê azadiyê têkoşînê lê dimeşîne, bilez tecrube qezenc kiriye û di gelek çalakiyên li qadê hatin kirin de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî aniye cih. Piştî pratîka xwe ya kurt, lê tejî tejî ku li qadên Bakur meşand, sala 2013’an derbazî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê di Akademiyên Şehîd Mahîr de li ser gerîlatiya profesyonel perwerde dît, bi biryardarî xwe ji bo pêvajoya heyî amade kiriye û bûye mîlîtanekî Apoyî yê pispor. Hevrêyê me Şervan ku li Akademiyên Şehîd Mahîr dibe gerîlayekî pispor, li vir qasî du dewreyan mîna xwe hevrêyên xwe jî perwrede dikir û ji bo ku ew jî bibin mîlîtanek Apoyî û Gerîlayên Modernîteya Demokratîk bû xwedî ked û hewldan. Di vê wateyê de zaniye ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serkeftî bîne cih. Hevrêyê me ku di jiyanê de bû xwedî jiyanekî taze û dilnizm, xwe weke fedayiyekî Partiya me nirxandiye û di vê wateyê de wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî pêk aniye. Hevrêyê me Şervan di vê pêvajoya perwerdeyê de weke leşkerî gihişt pisporiyê û di hêman û jiyana gerîlatiya profesyonel de xwe gihand astekî diyar. Hevrêyê me Şervan piştî pratîka serkeftî ya li nava qadê raber kirî, pêşniyar kiriye ku derbazî Bakurê Kurdistanê bibe û têkoşîna xwe li vê qadê bigihîne lûtkeyê. Hevrêyê me Şervan xwest li Bakurê Kurdistanê careke din têkoşînê bimeşîne ku ji wir tevlî nava refên gerîla bûbû û destpêkên herî girîng lê jiya bûn. Ev xwesteka hevrêyê me Şervan hat qebûlkirin. Ji bo ku xwe di warê îdeolojîk de pêş bixe, li Akademiya Şehîd Îbrahîm perwerde dît û weke mîlîtanekî Apoyî hîn zêdetir bi wezîfe û berpirsyariyên xwe hesiya. Hevrêyê me di pêvajoya perwerdeyê de hewl dida ku bilez tiştên fêr bûyî derbazî jiyanê bike. Nêzîkatiyekî rexnekirin û rexnedayînê raber kiriye û bi vî rengî xwe amade kiriye. Weke nûnerekî tevlîbûna bê şert û merc û bê hempa, bûye xwedî seknekî ku di nava hevrêyên xwe de mînak dihat nîşakirin. Bûye xwedî kesayetekî ku di jiyanê de bêdeng, lê di dilê wî de bahoz hebûn. Li gel hestên wî yên kûr ên li hemberî hevrêyên xwe û tarzê têkoşîna wî ya bê hempa; hêrsa xwe ya li hemberî qirker û dagirkeran her tim di cih û demê xwe de aniye ziman.

Piştî dewreya perwerdeyê ku bi rengekî serkeftî qedand, derbazî qada Serhedê bû. Li vir ketiya nava lêgerîn û hewldanan ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serkeftî pêk bîne. Hevrêyê me Şervan ku di her qada jiyanê de xwe berpirsyar didît, bûye xwedî sekneke mîlîtanê Apoyî. Ji kêliya ku tevî nava gerîlayên azadiyê bûyî heta kêliya ku şehîd bûyî, carekê jî coşa xwe ya şoreşê winda nekir û li ser van esasan bûye xwedî pratîkekî serkeftî.

Hevrêyê me Şervan bi hevrêyê me Cigerxwîn re di kemîna dijmin de şehîd bûn. Mîna di têkoşîna xwe de, wê bi şehadeta xwe jî her tim pêşengiyê ji me re bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar