Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Dagirker neçar man xwe bi paş de vekişînin

Artêşa tirk a dagirker li Avaşînê êrîş bir ser tunelên şer. Di encama berxwedana xurt a gerîla de dagirker neçar man xwe vekişînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Agahiyên berfireh ên daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

21’ê tîrmehê saet di 17:45’an û 22’ê tîrmehê saet di 16:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Silêman xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî serketî derb li du hedefên diyarkirî hate xistin.

22’ê tîrmehê li qada Girê Sor, hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin ên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bi pêş ve bên. Dagirkerên ku derb xwarin bi qedemeyekê xwe vekişandin.

23’ê tîrmehê saet di 09:00 û 09:40’î de li qada Girê Sor, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer bikin. Hêzên me ji cihekî nêz ve li dagirkeran xistin. Di encama destwerdana hêzên me de dagirker neçar man ku bi qedemeyekê xwe vekişînin.

22’ê tîrmehê saet di 09:14’an gundê Bêbadê yê nehiya Çemankê bi balafirên şer hat bombekirin. Di encama bombardûmanê de xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê başûrê Kurdistanê bû û agir bi qada daristanî ya li derdora gund ket.

22’ê tîrmehê saet di navbera 22:50-00:10’an de helîkopterên artêşa tirk a dagirker li ser qadên Mervanos, Banista, Tabûra Ereban, Girê Spî û Girê Silêman ên herêma Avaşînê geriyan û qada Stûna bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin.

22’ê tîrmehê saet di navbera 23:10-00:20’î de bi helîkopterên êrîşê qada Tîpa T a herêma Zapê hat bombekirin.

22’ê tîrmehê saet di 04:30’î de artêşa tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi gazên jehrî û teqemeniyan êrîş bir ser tunelên şer ên li qada Girê Sor.

23’ê tîrmehê ji saet 09:40’î û pê ve tunelên şer ên li qada Girê Sor a herêma Avaşînê bi çekên giran têne bombekirin.

Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar