Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Dagirkeran bombeya fosforê bi kar anîn

Artêşa tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye û gelek caran çekên kîmyewî bi kar tîne, vê carê jî bombeya fosforê bi kar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer ev agahî da:

“Gerîlayên me ku xwe dispêrin mîrateya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an û xaka pîroz a Kurdistanê bi rengekî fedaî diparêzin, berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin. Artêşa tirk ku sûcdarê şer e û nikare îradeya hêzên me yên bi ruhê milîtaniya Apoyî şer dikin bişikîne, bi bombeyên fosforê çeperên şer ên hêzên me bombe kir û careke din sûcê şer kir. Li gel van êrîşan jî di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 8 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat îmhakirin. Artêşa tirk a dagirker 20 caran li dijî hêzên me çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anî, bi dehan caran bi obusan û çekên giran, 9 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10’ê tîrmehê saet di 12:00 de dagirkeran xwestin bombeyan li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bibarînin. Bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hat xistin û dagirkerek hat cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

10’ê tîrmehê saet di 09:30’î de li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama çalakiyê de çeperek hat rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

10’ê tîrmehê saet di 16:20’î de bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan hat xistin û dagirkerek hat cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

10’ê Tîrmehê saet di 20:40’î de li dijî dagirkerên li qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ku li nava xaka Başûrê Kurdistanê ye bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

10’ê Tîrmehê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dagirkerên di nava tevgerê de bûn hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tîrmehê saet di 04:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku hewl didan li derdora çeperên şer bi cih bibin, bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin.

11’ê Tîrmehê saet di 05:35’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

10’ê Tîrmehê saet di 12:50’î de artêşa Tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bombeya fosforê û teqemenî bi kar anî.

10’ê Tîrmehê çeperên şer ên li qadên berxwedanê yên Şikefta Birîndara, Girê Cûdî, Girê Şehîd Pîrdogan, Girê FM û Girê Hakkarî 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin ku hin ji çekên kîmyewî yên hatin bikaranîn bi rengê gewr bûn û bêhna dermanê şuştina kincan jê dihat.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, çekên giran û balafirên şer;

10’ê Tîrmehê qadên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê Şehîd Piling ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran bi dehan carî hatin bombekirin.

10’ê Tîrmehê qadên Gundê Guzê û Dola Şêranê yên Garê û qadên Şehîd Têkoşer Qehreman, Sîda, Şehîd Fedakar ên Zapê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar