Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

HPG: Dagirkeran gaza kîmyewî bi kar anîn, bombe li cihên sivîlan barandin

Dewleta tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla xitimiye, sûcên şer dike. Dagirkerên ku li Zendûrayê li dijî gerîla gaza kîmyewî bi kar anîn, bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan jî dibarînin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşa dewleta tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de li herêma Bestayê;

11’ê hezîranê saet di 19:00 de li nêzî gundê Navyana Şêxan a Şirnexê, li dijî dagirkerên li ser Girê Misto bûn û di heman demê de li ber karê çêkirina rê ya li herêmê bûn, ji du baskan ve çalakî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji bo demeke kurt şer qewimî, bi qasî hate aşkerakirin dagirkerek hate cezakirin.

Dewleta tirk a dagirker li herêma Bestayê li qadên Girê Mizgeftê, Girê Mêrûya, Girê Misto, Kaniya Maran û Deşta Parê, ji bo dagirkeriyê karê rê dewam dike. Divê kes tev li vî karê çêkirina rê nebe ku xizmetê ji dagirkeriyê re dike û tenê ji bo armancên leşkerî ye.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

9’ê hezîranê saet di navbera 19:30-20:00 de Girê Zendûra bi balafirên şer 4 caran hate bombekirin. Ji 10’ê hezîranê heta 12’ê hezîranê li Girê Zendûrayê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Dagirker li gel hemû hewldanên xwe û teknîka bi kar dianî, nekarî bikevin nava tunelên şer. 12’ê hezîranê dagirkeran li tunelên şer teqînên mezin kirin û piştre jî gazên kîmyewî yên bi rengê spî avêtin nava tunelan. Dagirkerên ku kincê spî yê taybet li xwe kiribûn û maskeyên gazê dabûn ber devê xwe, li derdora tunelên şer civiyan. Li gel van hewldanên namerdane û derveyî mirovahiyê yên dewleta tirk a dagirker, hevrêyên me yên li Girê Zendûrayê bi îradeya Apoyî ya ji pola li ber xwe didin.

Hêzên me yên YJA Starê 12’ê hezîranê saet di 19:00 de li dijî dagirkerên li derdora gundê Êzidî çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan dibarînin

Artêşa tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê û başûrê Kurdistanê bi zanebûn bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne.

Agahiyên li ser vê bombardûmanê wiha ne:

13’ê hezîranê saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser qada Kaşûrayê geriyan. Di heman demê de quntara Girê Zendûrayê û malên mirovên gundê Hirorê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê zirar li malên gundiyan bû.

13’ê hezîranê saet di 20:00 û 21:00 de li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê balafirên şer bombe li qada Kela Qumriyê barandin.

13’ê hezîranê saet di 15:30’î de li herêma Avaşînê balafirên şer bombe li qada Werxelê barandin.

13’ê hezîranê saet di navbera 21:10-22:30’î de li herêma Avaşînê dagirkerên li qadên Mervanos, Mamreşo û Werxelê bi helîkopteran cih guhertin.

13’ê hezîranê saet di navbera 21:20-22:40’î de li herêma Zapê qadên Cîlo yê Biçûk û Tîpa T bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar