Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

HPG: Dagirkerek hat cezakirin

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de leşkerekî tirk ê dagirker hate cezakirin, çekeke bombeavêj hate îmhakirin û derb li 2 çeperan hat xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

3’ê Tebaxê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li çeperên dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê ket. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

3’ê Tebaxê saet di 09:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran a ji çeka bombeavêj hate xistin. Di encamê de çeka bombeavêj hate îmhakirin û derb li çeperekê jî hate xistin.

3’ê Tebaxê saet di 12:25’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kete nava liv û tevgerê bi sûîqestê çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3’ê Tebaxê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê ket.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

3’ê Tebaxê li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ya Zapê bi teqemeniyan hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Avaşîn û Metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar