Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HPG: Derb li 2 Skorskyan hate xistin, 4 dagirker hatin cezakirin

Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê bênavber dewam dike. Di çalakiyan de derb li 2 helîkopterên Skorsky hate xistin û 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha kamerayeke mobesse û cebilxaneyek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi pêşengiya tîmên bi taktîkên afirîner derban li artêşa tirk a dagirker dixin. Şeva 24-25’ê tîrmehê artêşa tirk a dagirker bi dehan caran ji hewayî û bejahî bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl barand. Piştî vê bombardûmana giran hewl da ku bi helîkopteran hêzên xwe li deverên cuda yên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bike. Hêzên me jî bi wêrekiyeke mezin 19 caran dest li van helîkopteran werdan û derb li 2 helîkopterên Skorsky xistin. Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse û cebilxaneyek hatin îmhakirin.”

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

“Li herêma Geverê;

24’ê tîrmehê saet di 06:00 de artêşa tirk a dagirker li qadên Pagê, Tilora û Tuçeyan ên Geverê dest bi operasyonekê kir. Ev operasyon hîn jî dewam dike.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

24’ê tîrmehê saet di navbera 01:20 û 01:50’î de 4 caran bi çekên giran dest li helîkopteran hat werdan ku hewl dida hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin. Derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky hat xistin û bêyî ku karibe hêzên xwe li qadê dayne, neçar ma biçe.

24’ê tîrmehê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hat rawestandin.

24’ê tîrmehê saet di 10:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin ku hewl didan keşfê bikin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstemeke kamera ya mobesse û cebilxaneyek jî hatin îmhakirin.

24’ê tîrmehê saet di 14:10’an de li hemberî dagirkerên hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin çalakiyeke sûîqestê hate lidarxistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

24’ê tîrmehê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li konekî dagirkeran hate xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

25’ê tîrmehê ji saet 00:15 heta 03:00 artêşa tirk a dagirker hewl da bi helîkopteran hêzên xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bike. Hêzên me 15 caran dest li van helîkopteran werdan, derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin û bêyî ku hêzên xwe li qadê dayne neçar ma ji qadê biçe.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

24 û 25’ê tîrmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya 11 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 6 caran, li Metînayê Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî carekê bi giştî 28 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25’ê tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 17 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

24’ê tîrmehê saet di 16:20’î de Qada Berxwedanê ya Girê Ortê carekê bi droneyeke kamîkaze ya artêşa Tirk a dagirker hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar