Agahiyên berfireh ên li ser daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniye ya HPG’ê bi vî rengî ne:
“Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşên artêşa Tirk bi vî rengî ne:
Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
25’ê Tîrmehê saet di 09:30’î de dema ku dagirker li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kete nava liv û tevgerê, hêzên me derb lê xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
25’ê Tîrmehê saet di 10:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî derb li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin.
25’ê Tîrmehê saet di 12:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.
25’ê Tîrmehê ji saet 17:40’î heta 18:15’an li dijî dagirkerên ku hewl didan li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bibin 3 caran çalakî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
25’ê Tîrmehê saet di 19:15’an de çekeke bombeavêj a dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate îmhakirin.
25’ê Tîrmehê ji saet 23:40’î heta 26’ê Tîrmehê saet 01:40’î li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter geriyan. 26’ê Tîrmehê saet di 00:30’î de helîkoptereke Skorsky hewl da hêzên xwe li Qada Berxwedanê bi cih bike û tîmên me yên bi tevger jî lê dan. Helîkoptera ku derba giran xwar û dû pê ket, bêyî ku karibe hêzên xwe dayne neçar ma ku ji qadê biçe.
Êrîşên artêşa tirk a dagirker;
25’ê Tîrmehê li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Baharê jî 5 caran bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
25’ê Tîrmehê saet di 16:00 û 17:30’î de Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi droneyên kamîkaze yên artêşa Tirk a dagirker hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat hîn jî dewam dike.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê yê Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi dehan caran bi topan hatin bombekirin.”