Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Dewleta tirk a dagirker êrîşên kîmyewî zede kirin

HPG’ê diyar kir ku piştî çalakiya fedaî ya li ser Wezareta Karên Hundir a Tirk, êrîşên hewayî yên dewleta tirk a dagirker zêde bûn û got: “Şeva 3’ê cotmehê qadên gerîla 7 caran bi balafirên şer hate bombekirin. HPG'ê diyar kir ku tiştek bi hêzên gerîla nehatiye. Û 3 dagirker jî hatin cezakirin.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Artêşa tirk a dagirker şeva 3’ê cotmehê 7 caran bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Di bombardûmanê de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehat. Artêşa dagirker çeperên me yên şer 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 10 caran bi gazên kîmyewî û 20 caran jî bi droneyên bombebarkirî bombe kir û sûcên şer kir. Li hemberî van êrîşên artêşa tirk, hêzên me jî çalakiyên xurt lidar xistin, di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha droneyek û konek hatin îmhakirin, derb li kamerayeke mobesse hate xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

3’ê cotmehê saet di 15:35 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran 3 caran li dagirkeran hate xistin. Di van çalakiyan de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin kirin derb li 2 çeperan hate xistin.

3’ê cotmehê saet di 16:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkerekî hate xistin ku çeka A4 bi kar dianî û hate cezakirin.

3’ê cotmehê saet di 16:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê droneyeke dagirkeran li hewayê hate îmhakirin.

3’ê cotmehê saet di 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

4’ê cotmehê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Zapê;

2’ê cotmehê saet di 07:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li kepçeyekê hate xistin ku hewl dida çeperên şer hilweşîne.

Li Herêma Metînayê;

1’ê cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran 4 caran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Her wiha konekî dagirkeran hate îmhakirin, derb li kamerayeke mobesse hate xistin.

2’ê cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi sekvaniyê li dagirkeran hat xistin, dagirkerek hate cezakirin.

2’ê Cotmehê saet di 13:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2’ê cotmehê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî;

Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya li herêma Metînayê 2’ê Cotmehê 7 caran bi gazên kîmyewî hatin bombekirin. Li hemberî dagirkerên ku gazên kîmyewî bi kar dianîn bi çekên ferdî dest lê hate werdan û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. 3’ê cotmehê saet di 12:00 de 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî bombardûman hate kirin. 4’ê Cotmehê ji droneyan 3 caran bombeyên gazê hatin bikaranîn.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer di 3’ê cotmehê de 16 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên şer 3’ê cotmehê 4 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta tirk a dagirker;

3’ê cotmehê li herêma Garê qadên Girê Reşîd, Kanîsarkê û Girê Zengil 3 caran, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 3 caran, qada Enzê ya Qendîlê carekê bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zazpê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar