KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

HPG: Dewleta tirk her roj bi çekên kîmyewî sûcên şer dike

HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyên wan ên li dijî artêşa tirk a dagirker de 4 leşker hatine kuştin û diyar kir ku “Artêşa tirk a dagirker li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî sûcên şer dike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî agahiyên têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û berxwedana gerîla dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên dîrokî yên hêzên me, derbên giran dixwe. Artêşa tirk a dagirker nikare bi pêş ve were û li hemberî çeperên şer ên hêzên me her roj bi dehan caran bi çekên kîmyewî bomberdûman dikin û sûcê şer dikin. Dewleta tirk a dagirker gelek çekên kîmyewî bi kar tîne, bi metodên şerê derexlaqî hewl dide ser têkçûna xwe bigire. Li hemberî hemû metodên qirêjî yên artêşa tirk çalakiyên hêzên me bênavber didome. Di encama çalakiyên hêzên me de 4 dagirker hatine cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne:

Li Avaşînê

Di 22’yê gulanê saet di 14.25’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Werxelê ya Qada Berxwedanê ya Werxelê dane. Saet di 14.30’an de bi çekên ferdî dîsa li dagirkeran hatine xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hatiye cezakirin û 2 dagirker jî bi giranî birîndar bûne.

Li Zapê

Di 22’yê gulanê de saet di 14.30 û 15.25’an de artêşa tirk a dagirker bi çek û teqemeniyên kîmyewî 14 caran çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn daye. Êvarî dema ku dagirkeran xwestin dîsa çeperên şer bomberdûman bikin, hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dane. Ji ber mudaxeleya hêzên me dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin.

Di 22’yê gulanê saet di 14.30’na de hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dane. Li vir dagirkerek hatiye cezakirin. Di heman rojê de saet di 16.00’an de dagirkeran dema hewl dan ber bi çeperên şer ve werin, hêzên me li wan dan. Piştî şerê li vir ê kûr dagirker neçar mane, qedemeyekê vekişin.

Di 22’yê gulanê de artêşa tirk a dagirker çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi çekên kîmyewî û teqemeniyên ciyê 9 caran bomberdûman kirine û piştre xwestine bi pêş ve biçin. Di mudaxeleya hêzên me de, dagirkerek hatiye cezakirin û dagirker neçar mane vekişin.

Di 22’yê gulanê de danê sibê artêşa tirk a dagirker, piştî ku 5 caran bi çekên kîmyewî û teqemenî çeperên Şehîd Tolhildan ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî mudaxeleya hêzên me ya bi taktîkên sabotajê, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

22’yê gulanê danê nîvro, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin û dagirkerek hat cezakirin.

Di 22’yê gulanê saet 13:00’an de dagirkerên ku xwestin bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin. Heman rojê helîkopterên êrîşê yên ku dixwestin herêmê bombebaran bikin rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê dûr bikevin.

Artêşa tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di 22’yê gulanê de herêmên Girê Amediye, Girê FM, Şehîd Şahîn, Saca, Girê Karker, Kurojahro, Şehîd Dîdar, Şehîd Harûn, Çemço, Rênçbir Axa û Sîda yên Zapê, ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan, helîkopterên êrîşê û 19 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 22’yê gulanê de herêmên Girê Hakkarî û Girê Ortê yên herêma Metîna bi obusan ji qereqolên li ser xeta sînor û 3 caran bi balafirên şer hat bombebarankirin.

Di 22’yê gulanê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê bi helîkopterên êrîşê hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar