Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Dewleta tirk hêviya xwe bi derewan girêdaye

HPG'ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ku derbên giran ji gerîla dixwe, hêviya xwe bi derewan girêdaye û wiha got :” Di çalakiyên serketî yên dawî yên li Zapê de bêvila hevrêyeke/î me jî bi xwîn nebûye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê çalakiyên gerîla û derewên dewleta tirk de daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Dewleta tirk a mêtinger hem ji bo kolandina kanên nû yên madenê, hem jî di bin navê nêçirvaniyê de ajanên xwe dişîne herêma Cûdî ya Botanê. Tevî ku bi beşdariya bi hezaran hêzên xwe yên çekdar bi sedan operasyonên dagirkeriyê kir jî artêşa tirk nekarî li hemberî gerîla encamê bi dest bixe. Niha jî careke din rêbazên şerê qirêj dixe dewrê û bi vî rengî dixwaze armancên xwe bi ser bixîne. Ji bo pêşî li talankirina herêma Cûdî bigirin û li dijî ajanên noker ên îxbariyê tedbîrên pêwîst werbigirin, em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku xwe nêzî qadên leşkerî yên gerîla yên li herêma Cûdî neke.

Artêşa tirk a dagirker ku li herêma Zapê derbên giran ji Operasyona Şoreşgerî û çalakiyên hêzên me xwariye, ji bo vê têkçûna xwe binixumîne û raya giştî bixapîne, her roj nûçeyên derewîn û bêbingeh pêşkêşî raya giştî ya Tirkiyeyê dike. Herî dawî wezîrê şerê taybet ê dewleta tirk Hûlûsî Akar derew kir û got ‘Li Zapê 20 gerîla şehîd bûne’, bi vî rengî kir ku alîgirên wî yên faşîst jê re li çepikan bixe. Lê belê gotinên wî hemû derew in. Medyaya şerê taybet a rejîma faşîst a AKP-MHP’ê bi xwe ji van gotinên derewîn ên Hûlûsî Akar bawer nekir û cih neda van gotinan. Bila careke din bê zanîn ku di çalakiyên dawî yên serketî yên li Zapê de bêvila hevrêyeke/î me jî xwîn nebûye.

11’ê kanûnê saet di navbera 09:40 û 11:40’î de artêşa tirk a dagirker gundê Sêdarê yê li qada Meyrokê ya herêma Garê 6 caran bi balafirên şer bombe kir.

11’ê kanûnê saet di navbera 18:00-00:30’î de artêşa tirk a dagirker qadên Çemço û Sîda yên herêma Zapê bi balafirên şer û ji qereqolên li ser sînor bi obusan bombe kir.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar