Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Dewleta tirk ji Gareyê dest bi êrîşa dagirkirina Başûr kir

HPG'ê ragihand ku dewleta tirk li qada Garê li gel hêza hewayî dest bi êrîşa dagirkeriyê kiriye û şer dewam dike û wiha got: “Helîkopterên Kobra û Skorsky ne ji bakurê Kurdistanê, ji aliyê başûrê Kurdistanê ve hatine herêmê.”

HPG’ê li ser êrîşa dagirkeriyê ya duh bi şev li herêma Garê dest pê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Artêşa tirk 10’ê sibatê saet di 03:00 de li herêma Garê dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Ji saet 03:00 ê şevê heta saet 06:00 ê ber destê sibehê, zeviyên gundên Gundê Guzê, Meyrokê, Siyanê, Çemşerîtkê, Yekmalê û Kanîsarkê yên herêma Garê û Deşta Kafya, Deşta Nehlê bi balafirên keşfê û şer bi dehan carî hatin bombekirin.

Derdora gundê Çemrobotkiyê saet di 04:30’î de du caran, serê sibehê jî carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

Helîkopterên Kobra jî di heman demê de derdora gundên Yekmalê û Siyanê bombe kirin.

Li gel bombardûmana balafirên şer û helîkopterên Kobra, dagirkeran xwe li gundê Siyanê danîn. Li vê derê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket, şer hîn jî dewam dike. Hêzên me li helîkpoterên Kobra û Skorsky ên dagirkeran xistin, helîkopterên dagirkeran piştre ji herêmê çûn.

Dagirkerên ku tev li vê operasyona ji bo dagirkirina Garê bûne, ne ji bakurê Kurdistanê lê belê ji başûrê Kurdistanê bi helîkopterên Kobra û Skorsky hatin herêmê.”

Êrişên hewayî

HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên li herêmên din jî agahî da. Di vê der barê de wiha hat gotin: “30’ê çileyê saet di 12:10’an qada Aris Faris a herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin.

30’ê çileyê saet di 12:00 de qadên Cîlo ya Biçûk û Karker ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

2’ê sibatê saet di navbera 10:30-12:30’î de derdora gundê Şînê yê çiyayê Mamentiyê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer hate bombekirin. Ji ber vê bombardûmanê xisar li bax û baxçeyên gundiyan bû.”

HPG’ê li ser çalakiya Hêzên Parastina Hewayî jî ev agahî da:

“Hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ 9’ê sibatê saet di 07:30’î de li dijî dagirkerên li ser girê Mêrganîşê yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi amûrên hewayî çalakiyeke bombeyî kirin. Ev çalakî bi rengekî serketî pêk hat.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar