Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Dewleta tirk li kampa êsîran çeka kimyewî bi kar anî

HPG'ê diyar kir dewleta tirk li Garê çeka kimyewî avêtiye kampa Siyanê û wiha got: “Ji ber çeka kimyewî ku bikaranîna wê qedexe ye, hatiye bikaranîn mirov nikare bikeve nav kampê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşa artêşa tirk a dagirker a Garê û êsîrên ku ji aliyê dewleta tirk daxuyaniyeke nivîsî parve kir û ragihand li ser kampa êsîran a li Siyanê ya Garê çekên kimyewî hatine bikaranîn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Garê di navbera 10-14’ê sibatê de encama êrîşên dagiker ên dewleta tirk a mêtinger û qirker de û li dijî vê berxwedaniya gerîla tê zelalkirin û xebatên ku ev encam bi raya giştî ve werin parvekirin ji hêla hêzên me ve tê domandin.

Dewleta tirk a dagirker ji bejahiyê ve li gel ku derbeke giran xwar û vekişiya jî êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û nexasim li ser herêma Garê didomin. Êrîşên hewayî zelalkirina encaman û parvekirina wê ya bi raya giştî re bi derengî dixin.

Li Siyanê çeka kîmyewî hat bikaranîn

Ji bo rûdana li kampa ku êsîr lê dihatin girtin a li qada Siyanê ya herêma Garê bi rengekî zelal û berbiçav were fêhmkirin hêzên me gihaştine vê kampê. Lê li gel ku 3 roj di ser re derbas bûne jî li kampa êsîran û li derdorê bêhna gazeke giran û kimyewî heye. Ji hêla dewleta tirk a faşîst ve li ser vê kampê ji ber ku çeka kimyewî hatiye bikaranîn ku bikaranîna van çekan bi çarçoweya sûcê şer tê dîtin û bikaranîna wê qedexe ye, mirov nikare bikeve nav kampê. Bi îhtîmaleke mezin her kesê li kampê piştî ku bi gaza kimyewî hatine kuştin piştre gule li wan hatiye reşandin. Nîşaneyên pêşî ku em gihaştine ev in.

Xebatên ji bo ku zelalkirina rastiya komkujiyê ku dewleta tirk a ji mirovahiyê par nestandî li ser kampa êsîran pêk aniye didomin. Encamên zelal û bîlançoya şerê Garê ji hemû aliyan ve dê bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re were parvekirin.

Di êrîşa hewayî de gerîlayek şehîd bû

Di daxuyaniya xwe de ya 14’ê sibata 2021’an me ragihandibû 13’ê sibatê ji saet 23:30’an û heta 14’ê sibatê saet 01:00’ê derdora gundê Şikeftiyan a herêma Garê 5 caran hatiye bomekirin. Di vê bombebaranê de hevrêyê me Gelhat Tolhildan şehîd bûye.

10’ê sibata 2021’an li dijî tevgera dagirkirinê ku artêşa TC’ê ya dagirker li ser qada Garê daye destpêkirin bi pêşengiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên leheng 4 rojan berxwedaniyeke dastanî hatiye kirin û bi serfiraziyeke dîrokî artêşa tirk hatiye tertûbelavkirin. Hevrêyê me Gelhat Tolhildan di berxwedana Garê de ku bi serkeftineke mezin a leşkerî bi rola xwe ya dîrokî rabûyî tev li nav karwanê şehîdan bûye.

Hevrêyê me Gelhat bi eslê xwe ji bajarê berxwedanê yê Botanê ji Cizîrê bû, lê ji ber polîtîkaya qirkirinê ya dewleta tirk a li ser gelê kurd, ji ber şewitandina gundê wan neçar ma koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Gelhat ku li nava civateke welatparêz û berxwedêr mezin bû, zû bi kiryarên dewleta tirk a qirker hesiya. Li dijî vê zîhniyeta komkujer di temenê ciwantiyê de dest bi têkoşînê kir û tev li karên ciwanan bû. Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji bo tunekirina gelê kurd û gerîlayên azadiyê, têgihişt ku yekane rêya rizgariyê tevlibûna li têkoşîna li çiyayên azad e û sala 2016’an tev li nava refên gerîla bû.

Dewleta tirk a qirker ku di salên 2015-2016’an de li pêşberî Berxwedana Xwerêveberiyê ya li Cizîrê kete nava sendromê, rûyê xwe yê qirker careke din nîşan da û li jêrzemînên Cizîrê mirovên me yên sivîl şewitand û qetil kir. Ev rastî, ji bo biryara tevlibûnê ya hevrêyê me Gelhat diyarker bû.

Hevrêyê me Gelhat bi ruhê Mehmet Tûncan a li Berxwedana Cizîrê û bi hêrsa li dijî komkujeriya namerdane ya dewleta tirk kete nava pratîkê û di demeke kurt de pêşketinên mezin bi dest xist. Kevneşopiya berxwedêr a gelê Botanê ku serî li ber zilmê natewîne û îdeolojiya Rêber Apo di kesayetiya xwe de kir yek, bû xwedî îradeya milîtaniya Apoyî ya fedayî û bi vî rengî bû gerîlayekî şareza û profesyonel. Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a dagirker a li ser Garê, tev li berxwedanê bû û bi roleke dîrokî tevgeriya. Bi bawerî û biryardariyeke mezin êrîşên hovane yên dewleta tirk a qirker bi îradeyeke xurt têk bir, artêşa tirk a dagirker ji nav bir. Di şexsê hevrêyê me şehîd Gelhat ê leheng, xurtbûna îradeya milîtan a Apoyî di berxwedana Garê de careke din ispat bû.

Di serî de malbata hêja ya vî hevrêyê me yê leheng, em sersaxiyê ji gelê Cizîrê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku têkoşîna me ya azadiyê ku ji Binevş Agalan heta Mehmet Tûnç û Gelhatan hat, em ê teqez bi ser bixînin.

Êrîşên hewayî didomin

15’ê sibatê saet di 13:00 de li rêzeçiyayên Xêrê yên herêma Garê bi balafirên şer 3 caran hatin bombekirin.

15’ê sibatê saet di 14:00 de qada Kunişka ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

15’ê sibatê saet di navbera 13:20-13:40’î de qada Geliyê Avaşînê ya herêma Avaşînê bi balafirên şer 4 caran hate bombekirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar