Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Dewleta tirk rastiya şerê li Kurdistanê vedişêre

HPG’ê da zanîn ku di çalakiya 3’ê mijdarê de ya li Metînayê cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna desteser kirine. HPG’e diyar kir dewleta tirk hejmara leşkerên xwe yên mirî vedişêre û heke were xwestin ew dikarin cenazeyê leşker teslîm bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir: “Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê mijdarê de diyar kiribû ku di 3’ê mijdarê de saet di 12.20’an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê ku nêzî navçeya Amêdiyê ya başûrê Kurdistanê ye, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiribû. Agahiyên cenazeyê leşkerê di destê me de wisa ne. Navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dê û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14’ê gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye û nimreya nasnameya wî 13082287382 ye. Hatiye dîtin ku mirina vî leşkerî ji raya giştî û ji gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin.

Dewleta tirk hejmara leşkerên xwe yên mirî vedişêre

Rejîma AKP û MHP’ê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin bi fermana Tayyip Erdogan û Hûlûsî Akar leşkerên tirk dişîne ser qadên gerîlayan. Mirina leşkeran ne li xema wan e. Di nava 8 mehan de li Zapê nêzî 2 hezar û 500 leşkerên tirk hatine kuştin, lê kuştina leşkeran ji raya giştî û gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin. Li van qadan şerekî mezin heye û di bin berpirsiyartiya Erdogan û Akar de gelek leşker dimirin. Du roj berê mirina serhengekî xwe bi şev aşkera kirin, wekî nûçeyeke ji rêzê dan. Derbarê vî serhengî nûçeyeke rast çênekirin û careke din diyar bû ku tu carî qîmetê nadin leşkerên xwe yên bi rutbe yan jî bê rutbe. Careke din xwestine rastiya şerê li Kurdistanê veşêrin.

Wekî ku hêzên me kirine belge û pêşkêşî raya giştî kirine, bi fermana Tayyip Erdogan û Hûlûsî Akar kuştina leşkeran hatiye veşartin, xwedî li cenazeyên leşkeran derneketine, li qadên şer hatine hiştin û cenazeyê leşkeran bi awayekî hovane hatiye şewitandin. Rejîma faşîst a ku sond xwariye dijminatiya gelê kurd bike, ji bo ku piçekî din li ser desthilatdariyê bimîne, exlaqê mirovayetiyê, qanûnên şer ên navneteweyî û nirxên xwe bin pê kirine û gelek sûcên şer kirine û hê jî van sûcan dikin.

Heke were xwestin em dikarin cenaze teslîm bikin

Her çiqas li hemberî me rastiya dijmin a ku mirovayetiya xwe ji dest daye heye em Hêzên Parastinê yên Gel ên Kurdistanê li gorî exlaqê mirovayetiyê, nirxên hevpar ên gelan û qanûnên şer tevdigerin û heke were xwestin em dikarin bi rêya sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê leşkerî bi navê Mûstafa Bazna teslîmî malbata wî bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar