Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: Dewleta tirk zextê li xelkê dike ku ji gund û zozanan derkeve

HPG'ê ragihand ku dewleta tirk li qada Geliyê Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê gef li gundiyan xwariye ku gundan û zozanan biterikînin. HPG'ê bang li gel kir ku helwestê nîşan bide

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkilarî çalakiyên gerîla û geşedanê li herêmê daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê yê li ser mijarê wiha ye:

“Dewleta tirk a mêtinger ku hewl dide li her qadê gelê Kurdistanê mexdûr bike û teslîm werbigire, zextê li xelkê me dike yê ku bi koçeriyê debara xwe dike. Bi rêya qedexeyan, xelkê mexdûr dike. Bi taybetî vê dema dawî li qada Geliyê Masîro ya ser bi navçeya Şaxê ya Wanê bi gefan zextê li gundiyan dike ku gundan û zozanan biterikînin. Em bang li gelê xwe û raya giştî dikin ku li hemberî van zextan helwestê nîşan bidin.

12’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-23:30’î de helîkopter li qada Girê Sor a herêma Avaşînê geriyan. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên Skorsky û yên êrîşê neçar man xwe vekişînin.

12’ê tîrmehê saet di navbera 00:00-01:00 de helîkopter li qada Qaşûra ya herêma Metînayê geriya. Qada Koordîne, derdora gundên Êdinê û Seraru bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

12’ê tîrmehê saet di 18:30’î de Girê Şehîd Hawar û derdora Çemê Lolanê yê qada Goşînê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-00:30’î de li herêma Avaşînê helîkopter li qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Banista, Mamreşo, Girê Silêman, Girê Spî û Girê Şehîd Întîkam geriyan.

12’ê tîrmehê saet di navbera 23:00-00:00 de li herêma Zapê helîkopter li ser qada Cîlo yê Biçûk geriyan û artêşa tirk a dagirker hêzên xwe yên li ser Girê Şehîd Serxwebûn guhert.

12’ê tîrmehê saet di 00:20’î de qada Kurojehro ya herêma Zapê bi balafirên şer hat bombekirin.

Ji ber van êrîşan tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar