Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Di 4 mehan de 1871 leşkerên tirk hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer ê ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tebaxê eşkere kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku: “Têkoşîna me ya vejîn û rizgarkiriyê ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de bi fîşeka Fermandar hevrê Egîd bera mejiyê dagirker da, destpê kir gihîşt her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz û bi gelbûyînê bi gavên ji xwe bawer ber bi serketinê ve dimeşe. Bi hezaran Egîdên partiya me PKK’ê ku gelekî li ber tunebûnê ji xweliya xwe jinûve afirand û bi îdeolojiya Rêber Apo dimeşin, gelê me û xaka me bi şerekî fedaî diparêzin. Dewleta tirk a mêtinger ji bo tunekirina rastiya kurd û Kurdistanê ya azad ku bi PKK’ê re derkete holê, bi her cûreyî êrîşan dike, li dijî gerîlayên me ku hêviya azadiyê ya gelê me ne ji 14’ê Nîsanê ve li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê êrîşeke berfireh a ji bo dagirkirinê dimeşîne.”

Di dewama daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin:

Hevrêyên me yên bi ruhê serketinê yê Egîd, bi sekna Bêrîtan a serî li ber xiyanet û teslîmiyetê natewînin û bi biryardariya fedaî ya Zîlan xwe xemilandine, ji kêliya destpêkê ya êrîşê ve her bihosta xaka me ya ku dagirker hatine, kirin qada berxwedana dîrokî. Hevrêyên me di nava şert û mercên herî zehmet de, bi derfetên herî kêm; felsefeya ‘afirandina ji tunebûnê’ ya Rêber Apo ji xwe re kirin esas, ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke bi rûmet li ser xeta şehîdan li ber xwe dan û xwe gihandin berbanga serketinê. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku dilop bi dilop xwîna xwe rijandin û welatê me parastin, armancên mêtingeriyê yên dewleta tirk a faşîst careke din di ber de hiştin. Gerîla ku hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ye, bi performansa xwe ya şer a li ser xeta serketinê, nîşanî tevahiya cîhanê da ku xwedî wê hêzê ye ku hebûna gelê me biparêze û azadiyê misoger bike.

Hêzên me gerîlatiya serdema nû taktîkên dewlemend bi afirîneriyeke mezin bi kar tînin, bi rêbaza şerê binê erdê û kontrolkirina qadê, bi rêbaza tîmên bi tevger ku derbên giran li dagirkeran dixin, di dîroka berxwedanê ya gelên bindest de rûpeleke nû vekirin. Artêşa tirk a faşîst ku bi piştgiriya bêdawî ya NATO’yê bi rengekî bêperwa sûcê şer dike û rêbazên herî nemerdane bi kar tîne, li hemberî îradeya ji pola ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê careke din têk çû.

Dewleta tirk sucê şer dike

Artêşa tirk a dagirker ku li hemberî gerîla nikare bisekine, nikare bigihêje armanca xwe û derbên giran dixwe, her roj bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî êrîşê dibe ser Qadên Berxwedanê. Her wiha bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, çekên giran, tank, top, hawan û obusan her roj bi sedan carî bombardûmanan dike. Dewleta tirk a nijadperest dijminê gelan, ku li gel van êrîşan jî nikare encamê bi dest bixe, yekser êrîşî sivîlan kir û komkujiyek kir. Dewleta tirk a kujer li Perex a Zaxoyê 9 sivîlên bêparastin ku zarok jî di nav de ne bi zanebûn kir hedef, li gelek deverên Kurdistanê êrîşî gelê kurd kir, qetil kir û bi vî rengî rûyê xwe yê rast, nêta xwe ya rast careke din nîşan da. Mejiyê faşîst li Kurdistanê di çarçoveya armancekê û planekê de êrîşî sivîlan dike, cografya Kurdistanê bi zanebûn tune dike, bi vî rengî jî radixe pêş çavan ku li ser hebûn û azadiya gelên Rojhilata Navîn gef û metirsiyeke çiqasî mezin e. Bêguman ev êrîşên hovane û nemerdane nîşaneya wê yekê ye ku artêşa tirk a faşîst li hemberî hêzên me yên gerîla xitimî ye, asê maye. Lê belê tevî ku mirovên sivîl qetil dike, her wiha li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rengekî bêperwa çekên kîmeywî û bombeyên taktîk nukleer li pêş çavan bi kar tîne û sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê dike jî, li hemberî dewleta tirk nerazîbûneke têrker nayê nîşandan. Ji bo gelê me û dostên rasteqîn ên gelê me wezîfeyeke dîrokî ya welatparêziyê ye ku sekneke hîn bi bandor nîşan bidin ku berxwedana gerîla temam bikin û xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin.

Hêzên me di nava pêvajoya çar mehên dawî de bi Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê li gelek deverên Kurdistanê derba herî giran a dîrokê li artêşa tirk a dagirker xistin. Gerîlayên modernîteya demokratîk bi rêbaza şerê tunelan û tîm ên bi tevger li ser xeta serketinê dimeşin û careke din ispat kirin ku netewe dewletên li hemberî gelan çiqasî xurt jî bin, ji aliyê hêzên hegemonîk ve çiqasî bêne destekkirin jî gel dikarin azadiya xwe misoger bikin û şerê xweparastinê dikare rizgariyê pêk bîne. Tîmên me yên bi tevger ku di taktîkên gerîlayên serdema nû de profesyonel bûne, taktîkên serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran û çalakiyên koordîneyî di nava hev de bi kar anîn û 1454 çalakî lidar xistin.

Dewleta tirk a dagirker û sûcdarê şer 1532 caran bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî û sûcê şer û sûcê li dijî mirovahiyê kir.

Hêzên me ku li her bihosta xaka Kurdistanê li ber xwe didin, li Bakurê Kurdistanê jî bi hezaran êrîşên berfireh ên dewleta tirk a dagirker ên bi beşdariya bi hezaran dagirker û kontrayan pûç kirin. Di heman demê de çalakiyên bi bandor kirin.

Bîlançoya şer a navbera 14’ê Nîsanê – 14’ê Tebaxê wiha ye:

Çalakiyên ku ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;

– Bi Hêzên Parastina Hewayî, kemîndanîn, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, çekên giran, şer-lêdan, operasyona şoreşgerî û gerîla ya bi koordîneyî 1454 çalakî hatin lidarxistin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

– 11 jê kontra, 9 jê payebilind bi giştî 1871 dagirker hatin cezakirin.

– 261 dagirker birîndar bûn.

Bi qasî ku hêzên me tespît kirin di serî de Qadên Berxwedanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê;

– 2950 carî bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 2528 carî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– Çeper û tunelên şer ên hêzên me 1532 carî bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Çek û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin;

– 8 çekên MPT-55

– Çekek MPT-66

– 2 çekên M-16

– 4 çekên AK-47

– 2 çekên HK-416

– 3 çekên G-3

– 4 debance

– Çekek BKC

– Çekek roketavêj a B-7

– 3 çekên bombeavêj

– 4 fîşekên bombeavêj

– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mijê

– 4 êlekên êrîşê (pola)

– 4 mertalên pola

– 2 rext

– 9 şarjor

– Kamerayeke termalê

– Dûrbîneke termalê

– Dûrbîneke bi lazer

– 2 amûrên işaretkirina bi lazerê

– 2 amûrên çeka lazerê

– 7 dûrbînên şev-roj

– 24 kîlo teqemenî

– 4 mayin

– Cîhazeke teqandina mayinê

– Dedektoreke mayinê

– 848 fîşekên M-16 û BKC

– 3 cîhazên ragihandinê

– 6 telefonên destan

– Cîhazeke işaretkirinê

– Paneleke rojê

– Pûsûlayek

– 4 kêr (Kasatûra)

– Çavkaniyeke enerjiyê

– 6 çenteyên leşkerî

– 2 kumên leşkerî

– 2 kask

– 8 fener

– 4 sîstemên kamera yên mobesse

– 3 kamerayên serî

– 2 UPS veguherandina enerjiyê

Alav û wesayitên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin;

– 3 helîkopterên êrîşê

– 3 helîkopterên Skorsky

– 2 tank

– 10 wesayitên leşkerî yên zirxî

– 2 kepçe

– 2 çekên BKC

– 5 çekên A4

– 3 cîhazên Jammer ên xerakirina sînyalê

– 7 radar

– 32 drone

– 5 kamerayên termal

– 2 teleskop

– 32 sîstemên kamera yên mobesse

– 2 cîhazên guhdarîkirina deng

– Cîhazeke wênekişandinê

– Konteynirek

– 2 amûrên mayinê

– 2 sensorên tevgerê

– Kamelyayek

– 22 konên leşkerî

– 63 çeper

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

– 28 helîkopterên êrîşê

– 34 helîkpoterên Skorsky

– 9 drone

– 3 wesayitên leşkerî yên zirxî

– 16 çeper

– 6 kepçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar