Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HPG: Di 7 mehan de 2 hezar û 544 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bîlançoya şerê 7 mehan eşkere kir. Di 2553 çalakiyên gerîla de 2544 dagirker hatin cezakirin, 11 helîkopter hatin xistin, 2 tank hatin îmhakirin. Dagirkeran 2837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş kirin. 174 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya 7 mehan a Pêngavên Şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê ya navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Mijdarê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Partiya me PKK ku 27’ê Mijdara 1978’an ava bû û gelê me yê li ber qirkirinê bû anî ser xeta berxwedan û serketinê, îro bûye hêvaiya azadiyê ya gelên bindest, jin û ciwanan. Têkoşîna me ya Azadiyê ya Kurdistanê ku li ser felsefeya Rêber Apo ava bû, ku modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên xwecihî yên qirker mêtinger ji bo xwe weke metirsiya herî mezin dibînin, bi êrîşên herî giran û berfireh ên dîrokê re rû bi rû ye. Hêzên serwer ku di şexsê gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dixwazin hêviya azadiyê ya gelan bi temamî ji holê rakin, bi her awayî piştgiriya siyasî û leşkerî didin rejîma faşîst a AKP-MHP’ê. Dewleta tirk a faşîst xwe dispêre teknîka herî pêşketî ya NATO’yê û bi her cûre rêbazên qirêj ên şer êrîşî gerîlayên azadiyê yên gelê me dike. Tevî derfetên li ber destê xwe jî li hemberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe. Êrîşa dewleta tirk a qirker ku ji bo dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, heft meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoya heft mehan a şerê giran de ku dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedaî careke din bi şênberî raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk naçin. Hêzên me Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li gorî şert û mercên serdema nû xistin meriyetê, rêbaza şerê tîm ê xwe dispêre tunel û qadê bi hostatî bi cih anîn û bi encamên wergirtî nîşan didin ku li ser xeta serketinê dimeşin.

Bi hezaran car çekên qedexekirî bi kar anîn

Artêşa tirk a dagirker ku li hemberî îradeya qewîn a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye, Qadên Berxwedanê yên hêzên me lê ne bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, tank, obus û hawanan bombe kir û tevî vê jî nekarî bigihêje armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her bihosteke xaka Kurdistanê bi ruhê fedaî diparêzin. Artêşa tirk ku nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û bi hezaran carî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser tunelên şer bi kar anî. Li gel van êrîşên artêşa tirk a mêtinger ku li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike, hêzên me di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Gerîlayên me yên azadiyê ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandine û bi rengekî fedaî şer dikin, weke hêza xweparastinê ya bingehîn a gelê me ji bo wezîfeya xwe bi rengekî serketî temam bike bi her awayî berdêlan dide û berxwedaneke bi heybet nîşan didin ku berxwedaneke di vê astê de di dîrokê de nehatiye dîtin.

Gerîla derbên giran li artêşa tirk dixin

Gerîlayên me yên azadiyê yên ku li ser xeta fedayî ya rêhevalên me Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal bi biryardarî dimeşin, ji Bakur heta Başur li her qadê berxwedana xwe bênavber didomîne û derbên giran li artêşa tirk a dagirker dide. Hêzên me yên ku bi çalakiyên kemîn, vedizîn, êrîş, sabotaj, sûîkaest, bi çekên giran, bi çalakiyên gerîla yên koordîne û çalakiyên şoreşgerî bi ruhê fedayî û cesareteke bilind li dijî artêşa tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêk tîne. Hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû di nav hev de bi kar tîne û asta şerê xwe yê jêhatî bi zelalî datîne holê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê derbên giran li dagirkeriyê didin, çalakiyên xwe qeyd dikin û wekî belge pêşkêşî raya giştî dikin. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê nikare li ber xwe bide, bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet, nûçeyên derew belav dike û dixwaze sûcên xwe yên şer, hejmara mirî û birîndarên xwe veşêre. Leşkerên di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ku cenazeyên leşkerên xwe li qada şer hiştin, ji bo nekevin bin kontrola gerîla ew ji zinaran avêtin, bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê ew şewitandin û hewl da wan tine bike. Ev tişt nîşan dide ku çiqasî ji nirxên herî bingehîn ên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Agahiyên zelal ên nasname û belgeyên cenazeyên leşkerên di bin kontrola hêzên me de gelek caran ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Careke din hatiye îspatkirin ku wezîrê şerê taybet Hûlûsî Akar berê van leşkeran dide şerê giran ê li Kurdistanê, di heman demê de Akar xwedî li leşkerên xwe yên mirî û zindî dernakeve, bi ser de biryarê dide ku cenazeyên mirî werin tunekirin.  Rejîma AKP-MHP’ê ji ber ku li ser sûc hatiye girtin ketiye telaşê û ji ber vê zextên herî faşîst dike û hewl dide li tirkiyeyê kesên li dijî vî şerî ne jî bêdeng bikin lê ew ê teqez di qada navneteweyî û dîrokê de werin darizandin.

Di şerê 7 mehan de artêşa tirk a dagirker 2837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş biriye ser tunel û çeperên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcê şer kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi giştî 2553 çalakî li dar xistine û derbên giran li artêşa tirk a dagirker dane. Di encama çalakiyên xurt ên gerîlayan de ku taktîkên dewlemend ên gerîla bi hev re hatin bikaranîn, 2544 dagirker hatin cezakirin û 366 dagirker jî birîndar bûne.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi ruhekî fedaî û hewldaneke mezin şer dike, li ser xeta şehîdan serfirazî ji xwe re kiriye armancû parastina gelê me û axa pîroz a Kurdistanê didomîne. Di şerê 7 mehan de 174 rêhevalên me li eniyên herî pêş ên berxwedana herî birûmet a dîrokê cihê xwe girtin, derbên giran li dagirkeran dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Bi pêşengiya hevalên me Bager, Êrîş, Bilind, Rêvan, Ciwana, Sîpan, Baz, Nûrî, Mizgîn, Rohat, Şaristan, Mahîr, Avzem, Dogan, Nalîn, Guven, Zamanî, Ronahî, Helbest, Fedaî, Siyabend, Berfîn, Mêrdîn û herî dawîn 17 hevrêyên xwe yên bi êrîşên kîmyewî şehîd bûn, em hemû şehîdên xwe yên destana qehremaniyê nivîsandine bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em sozê didin ku em ê li ser bingeha xeta şehîdan berxwedanê mezin bikin û bîranîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

Bîlançoya şerê 7 mehan

Bîlançoya şerê heft mehan ê navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Mijdarê wiha ye:

Çalakiyên ku hêzên me lidar xistin;

– Bi rengê kemîndanîn, serdegirtin, sabotaj, sekvanî, çekên giran, şer, lêdan, çalakiyên koordîneyî yên gerîla, hêzên parastina hewayî û operasyonên şoreşgerî bi gelek rê û rêbazan 2553 çalakî hatin lidarxistin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

– 2544 dagirker hatin cezakirin ku 12 jê kontra, 18 jê jî leşkerên payebilind bûn.

– 366 dagirker birîndar bûn.

Bi qasî ku ji aliyê hêzên me ve hate tespîtkirin, di serî de Qadên Berxwedanê Herêmên Parastinê yên Medyayê;

– 3694 carî bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 4886 carî bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2837 carî bi bombeyên di asta navneteweyî de qedexe ne (bombeya fosforê, bombeya termobarîk, bombeya taktîk nukleer) û bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

 

Çek û malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin;

– 10 çekên MPT-55

– 4 çekên AK-47

– 3 çekên G-3

– 3 çekên bombeavêj

– 2 çekên M-16

– 2 çekên HK-416

– Çekek BKC

– Çekek B-7

– Çekek MPT-66

– 4 Debance

– 4 fîşekên bombeavêj

– 848 fîşekên M-16 û BKC

– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij

– 4 êlekên êrîşê (Pola)

– 4 mertalên pola

– 3 rext

– 12 şarjor

– 7 dûrbînên Şev/Rojê

– 3 dûrbînên Termal

– 3 amûrên Lazer

– 2 amûrên lazerê yên li ser çekê

– Kamerayeke termal

– Dûrbîneke bi lazer

– 4 sîstemên kamera yên mobesse

– 3 kamerayên li ser serî

– Sîstemeke radar a dikare bê hilgirtin

– 24 Kg teqemenî

– 4 mayin

– Cîhazeke teqandina mayinê

– Dedektoreke mayinê

– 7 telefonên destan

– 3 cîhaza ragihandinê ya bêtêl

– Paneleke Enerjiya Rojê

– Pûsûlayek

– 4 kêr (Kasatûra)

– 6 çenteyên leşkerî

– 2 kumên leşkerî

– 2 kask

– 9 fenerên destan

– 2 amûrên veguherandina enerjiyê yên UPS

– Çavkaniyeke enerjiyê

– 2 korteks, TNT, C3

– Parçeyên sîstema kamera ya mobesse

Wesayit û amûrên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– 8 helîkopterên Skorsky

– 3 helîkopterên êrîşê

– 2 tank

– 17 wesayitên zirxî-leşkerî

– 4 kepçe

– 65 sîstemên kamera yên mobesse

– 52 drone

– 8 radar

– 5 kamerayên termalê

– 2 teleskop

– 3 cîhazên tevlîhevkirina sînyalê (Jammer)

– 3 sansurên tevgerê

– 2 cîhazên guhdarîkirina deng

– Xefikek wêne

– Konteynirek

– 99 çeper

– 34 konên leşkerî

– Kamelyayek

– Sîstemeke veguhastina gaza kîmyewî

– Cebilxaneyek

– 5 çekên A4

– 2 çekên BKC

– 300 Kg teqemenî

– 10 xefikên teqandinê

– Çekerek A-4

– 2 amûrên çeka kîmyewî

– 2 aspîrator

– Bombeavêjek

– Çekek AT-4

– Mertalek

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

– 47 helîkpoterên Skorsky

– 32 helîkopterên êrîşê

– 19 çeper

– 12 drone

– 9 kepçe

– 4 wesayitên zirxî

– 3 konên leşkerî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar