Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Di bombebaranên dewleta tirk de tu windahiyên me tunene

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk ku hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî hêzên gerîla veşêre, hem ji bejahî û hem jî hewayî ve  qadên me bombebaran dike û eşkere kir ku di êrişan de ti windahiyên wan çênebûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarê bombebaranên dewleta tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de daxuyaniyek belav kir ku diyar kir ku di êrişan de ti windahiyên wan çênebûne.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye: “Artêşa tirk a dagirker ji gerîla derbeya giran xwar û hewl dide têkçûna xwe ya li hemberî gerîla û bi dehan windahiyên xwe veşêre. Artêşa dagirker îdîa dike ku bi bombebaranên ku hem ji bejahî û hem jî hewayî pêk anîne, zirar daye gerîla. Artêşa dagirker a ku li hemberî îradeya xurt a Apoyî, performans û zekaya taktîkî ya gerîla xitimiye, bê navber Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bejahî û hewayî bombebaran dike. Ev yek nîşan dide ku çiqas bêçare maye. Divê gelê me yê welatparêz û raya giştî bizane ku di bombebaranên bejahî û hewayî de ti windahiyên me çênebûne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hemû teknîka şer a di destê artêşa dagirker de derbas dike û timî rêya lêxistinê peyda dike. Her wiha êrişên dijmin pûç dike û tedbîrên xweparastinê li dijî her cure êrişê pêş xistiye. Lewma divê ti kes bawerî bi derewên medyaya şerê taybet a artêşa dagirker neyîne.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

18’ê mijdarê di saet 09.00, 10.20 û 15.30’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin. Derb li çeperekî hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyên hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

18’ê mijdarê di saet 14.30, 15.00, 16.00, 18.00 û 19.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hat xistin, derb li 2 çeperan hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

22’ê mijdarê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 2 çeperan hat xistin.

23’ê mijdarê di saet 12.15’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hat cezakirin.

18’ê mijdarê di saet 10.00’an de bi taktîka sekvaniyê li kamereyeke mobesseyê ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hat xistin û hat îmhakirin.

23’ê mijdarê di saet 15.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û derb li çeperekî hat xistin.

Herêma Metînayê;

24’ê mijdarê di saet 11.00’an de bi bombeyên dest û çekên ferdî mudaxeleyî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bombebaran bikin, hat kirin.

Êrişên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

23’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê1 car bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

23’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê 6 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

18’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 8 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

23’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

24’ê mijdarê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 1 car bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

21, 22, 23 û 24’ê mijdarê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û Girê Amediyê ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 4 caran, qada Sinînê ya herêma Xakurkê, Ava Lolanê û qada Şehîd Şerîf 5 caran, Siyanê ya herêma Garê, Girê Zengil û Deşta Kafya 3 caran, qadên Girê Şehîd Rustem û Şehîd Harun a herêma Qendîlê 4 caran; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar