Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di 8 û 9’ê mijdarê de qada Gundê Şêlazê ya herêma Metînayê ji aliyê balafirên şer 13 caran hatiye bomberdûmankirin.
HPG’ê destnîşan kir ku çapemeniya şerê taybet a tirk îdîaya 4 gerîla şehîd bûye weşandiye û ev îdîa ne rast e û got ku di bomberdûmanê de tiştek bi gerîlayan nehatiye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku artêşa tirk di 11’ê mijdarê de bi obus û hawanan li gundê Dêşîşê û qada Koordînyê daye û di 9 û 12’ê mijdarê de jî helîkopter li ser Avaşînê geriyane. BEHDÎNAN