Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: Di çalakiya fedayî ya li Agiriyê de zêdetirî 30 leşker hatin kuştin

Çalakiyen gerîlayên HPG/YJA Starê yên li dijî hêzên artêşa tirk bênavber didomin. HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlaya bi navê Rewşen Aşkara (Sema Koçer) li ber lûleya gaza xwezayî ya li nêzî deriyê sînor ê Gurbûlakê çalakiya fedayî pêk anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, di 31’ê adarê saet di 05:00’an de hevrêya me Sema Koçer li navçeya Bazîd a Agiriyê li nêzî deriyê sînor ê Gurbulakê li dijî artêşa TC a dagirker a li ber lûleya gaza xwezayî çalakiyeke fedayî kir. Hevrê Sema li dijî hêzên dijmin şer kir, bi ser 5 wesayîtên zirxî ve çû yên ku ji bo destwerdanê hatin herêmê û tevî lûleya gaza xwezayî wesayîtên dijmin hemû teqand û îmha kir. Di encama teqînê de her 5 wesayît bi temamî îmha bûn, zêdetirî 30 leşker hatin kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûn. Ev çalakî ji bo bîranîna hevrê Şehîd Alî Piling, Çîçek Botan û Dilgeş Botan hate lidarxistin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Sema Koçer a ku çalakiya fedayî kir û şehîd bû wiha ne;

Nasnav: Sema Koçer

Nav paşnav: Rewşen Aşkara

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Dayik-Bav: Kudret-Husnu

Dem û cihê şehadetê: 31’ê adara 2020’an / Agirî

Hevrêya me Sema Koçer di sala 1995’a de li Sêrtê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û têkoşîna azadiyê zû nas kir. Di sala 2014’an de tev li nava refên gerîla bû ku weke afirînerên jiyanê didît. Bi fedakariyeke mezin li bakurê Kurdistanê ku bi hesreta wê bû û dixwest lê kar bike, dest bi têkoşînê kir.

Hevrê Sema di nava jiyana gerîla de bi sekna xwe ya bi biryar û wêrek, her wiha bi hezkirina ji hevrêyan cihê xwe di dilan de girt. Her kêliya jiyana xwe bi hilanîna tola ji zilm û komkujiya li gelê kurd tê kirin, jiya. Hevrê Sema ku jiyana xwe kir gorî gelê Kurdistanê, ji aliyê leşkerî, îdeolojîk û polîtîk ve xwe kir milîtaneke şoreşger a şareza û di her wezîfeyên giran de jî bû hêza çareseriyê. Gelek wezîfeyên stratejîk bi rengekî serkeftî bi cih anî.

Hevala Sema bi coş û kêfxweşiya afirandina jiyan û têkoşînê li çiyayên Kurdistanê jiya, bi dilsoziya kûr a hevrêtiyê bû sembola ked û fedakariyê. Her kêliya milîtaniyê bi ruhê fedayî jiya û di nava her şert û mercî de li dijî dijmin şer kir, ji bo azadiya Kurdistanê bi têgihiştineke bilind derbeke mezin li dijmin xist.

Hevrêya me Sema bi çalakiya xwe ya fedayî tev li karwanê şehîdên nemir bû. Di serî de malbata wê ya hêja em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê mîrateya wê ya têkoşînê bi ser bixînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar