Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla de 3 dagirker hatine cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hat gotin, “Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk a dagirker ên li rojhilat û rojavayê Zapê dewam dikin. Tîmên bi tevger ên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî di meha hezîranê de ku Meha Fedaiyan e, bi ruhê fedaî yê Apoyî bersivê didin û derbê lê dixin. Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin. Di êrîşên dijmin de hevrêyên me Zagros, Zana û Berxwedan şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrîşêna artêşa tirk a dagirker de ev agahiyên berfireh hatin dayin:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 28’ê Hezîranê sae di 10:35’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, bi sûîqestê li dagirkeran hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin. Ev çalakî ji aliyê tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ve ji bo silavkirina 30’ê Hezîranê Roja Fedaîtiyê hat lidarxistin.

Li herêma Zapê; 22’ê Hezîranê saet di 07:00 de artêşa tirk a dagirker ji Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ber bi Qada Berxwedanê ya Kokerê dest bi operasyonê kir. Di encama bombardûmana balafirên şer de hevrêyê me Zagros şehîd bû. Dagirkerên ku saet di 13:30’î de xwestin ji bejahî ve bi pêş ve biçin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Di encama vê derbê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku derb xwarin nekarî bi pêş ve biçin û bi astekê xwe vekişandin. Saet di 15:00 û 20:00 de balafirên şer 4 caran bombe li qadê barandin. Qada çalakiyê bi şev jî 6 caran bi helîkopterên êrîşê hat bombekirin. 23’ê Hezîranê ev qada çalakiyê careke din ji aliyê balafirên şer ve 2 caran hat bombekirin û di encama vê bombardûmanê de hevrêyên me Zana û Berxwedan şehîd bûn. Operasyona li rojhilatê Zapê ber bi qadên Şikefta Birîndara, Kokerê, Saca, Qada Berxwedanê ya Karker berfireh bûye û dewam dike.

Artêşa tirk a dagirker windahiyên xwe yên li vê qadê bi temamî ji raya giştî veşart. Destpêkê, piştî 2 rojan diyar kir ku 4 gerîla şehîd bûne. Lê belê tîmên me yên bi tevger bi ruhê fedaî yê Apoyî dagirker pêşwazî kirin, derbên bi bandor li wan xistin û herî kêm 2 dagirker ceza kirin û pêşî li pêşveçûna dagirkeran girtin. Di bombardûmanê de tenê hevrêyên me Zagros, Zana û Berxwedan şehîd bûne, agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan dema hatin peydakirin wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker; 28’ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi balafirên şer hate bombekirin.

28’ê Hezîranê li Zapê Qada Berxwedanê ya Sîda, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê û Girê Bihar, li Metînayê Qadên Serê Metîna, Golka û Gundê Şêlazê 115 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Artêşa tirk a dagirker 28’ê Hezîranê êrîş bir ser çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, hewl da tunelan qul bike û bi kepçeyan hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar