Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: Di êrîşa kîmyewî de 2 gerîla şehîd bûn

Artêşa tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe, sûcên şer dike û bi gazên kîmyewî û jehrî êrîş dike. Di êrîşa dagirkeran de roja 26'ê tebaxê li Girê Sor 2 gerîla bi êrîşa gaza kîmyewî şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 2 gerîla di êrîşa kîmyewî de şehîd bûne. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa tirk a dagirker ku îradeya xwe ya şerê ji bejahî ve bi temamî şikestiye, li gel teknîka xwe ya şer jî nekarî li pêşberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi pêş ve biçe û nekarî encamê werbigire. Tevî ku nêzî pênc mehan teknîka şer bi kar anî jî, dewleta tirk a qirker nekarî bi berxwedana hêzên me yên gerîla ku bi ruhê Apoyî dimeşînin, lewma her roj bi rengekî aşkera sûcê şer ê li dijî mirovahiyê dike, gazên kîmyewî û jehrî bi kar tîne.

Li herêma Avaşînê li qada berxwedanê ya Girê Sor;

26’ê tebaxê dewlet tirk a qirker û hov ku para xwe ji mirovahiyê negirtiye, li dijî qada berxwedanê ya Girê Sor gazên kîmyewî bi kar anî. Di encamê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne em ê piştre bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Li qada berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê;

7’ê îlonê ji saet 10:00 heta 8’ê îlonê saet 04:00 artêşa tirk a dagirker 11 caran bi teqemenî û gazên bi jehr bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand. Dagirkeran piştî bombardûmanê xwestin bikevin qada berxwedanê. Di navbera dagirkeran û berxwedêrên Werxelê de şerekî giran qewimî. Hêzên me li dijî êrîşên derveyî mirovahiyê bi ruhê milîtaniya Apoyî û fedakariya mezin şer kirin û pêşî li dagirkeran girtin, nehiştin ku bi pêş ve biçin.

Liv û tevgera droneyan û balafirên keşfê li ser qadên berxwedanê dewam dike.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

6’ê îlonê saet di 11:45’an de bi çekên giran ji du baskan ve li dagirkerên li qada Girê Dûpişkê ya herêma Pîrbilayê hat xistin. Di vê çalakiyê de herî kêm li 2 çeperên dagirkeran hate xistin. Artêşa dewleta tirk a dagirker nîvê şevê kuştiyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

8’ê îlonê saet di 07:00 de li herêma Zapê dagirkerên ku dixwestin ji qada Cîlo yê Biçûk ber bi Girê Şehîd Sefqan ve biçin, du caran bûn hedefa çalakiyên sabotajê yên hêzên me. Dagirkeran piştî çalakiyê bi çekên giran bombe li quntarên Girê Şehîd Sefqan xistin. Agahiyên li ser encamên vê çalakiyê dema ku bi dest ketin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.

7’ê îlonê saet di navbera 22:00-00:00 de li herêma Metînayê helîkopter li ser xeta Qaşûrayê geriyan. Heman rojê li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê derdora gundên Kêste, Edinê, Dêşîşê, Hirorê û Serarû, qadên Kela Qûmriyê û Koordîne bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Êvara heman rojê derdora gundê Hirorê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

7’ê îlonê saet di 23:45’an de li herêma Heftanînê gundê Xîzawa yê li qada Kêre bi obus û hawanan hate bombekirin.

7’ê îlonê saet di navbera 00:30-02:00 de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman geriyan. Heman demê dewleta tirk a dagirker bi helîkopterên êrîşê bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

7’ê îlonê saet di navbera 00:40-01:30’î de li herêma Qendîlê qada Geliyê Sûredê bi balafirên şer hate bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar