Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Di meha destpêka sala 2024’an de 99 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şerê navbera artêşa tirk a dagirker û gerîlayên azadiyê, operasyonên şoreşgerî û encamên êrîşên dagirkeriyê yên meha çileyê ya sala 2024’an daxuyaniyek da. Li gorî daneyên bîlançoya destpêkê ya salê, di nava meha çileyê de yek jê operasyona şoreşgerî ya berfireh 79 çalakiyên gerîla li dijî artêşa tirk a dagirker hatin kirin. Di van çalakiyan de 99 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, 12 dagirker jî birîndar bûn. Di heman demê de 3 gerîla jî şehîd bûn.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedana xwe ya dîrokî ya li dijî înkar, îmha, qirkirin, siyaseta tecrîd û êrîşên dagirkeriyê di meha destpêkê ya sala 2024’an de jî bênavber dewam kirin. Hêzên me ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de jî bersivê didin her cûre êrîşên dewleta tirk a dagirker, bi çalakî û operasyonên şoreşgerî performanseke girîng a şer afirandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi asta xwe ya ku li ser bingeha jinûve avabûnê bi dest xistin, bi kûrahiya taktîkî, performansa bilind, hostsatiya di liv û tevgerê û rêbaza çalakiyê de, her wiha bi bicihanîna vê yekê ya bi afirîneriyeke mezin, ispat kirin ku doktrîna şer a HPG’ê rast e. Careke din hate dîtin ku dema ruhê fedaîtî yê Apoyî, rêbaza taktîkî ya gerîlatiya modernîteya demokratîk bi afirînerî û biryardariyeke mezin bi cih hate anîn, ti hêz nikare li pêşiyê bisekine, her cûre teknîka dijmin dikare bê têkbirin. Çalakî û operasyonên şoreşgerî yên hêzên me hem derba giran li artêşa tirk a dagirker xistin, hem rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hejandin hem jî nîşan dan ku siyaseta qirkirinê ya xwe dispêre înkar û îmhayê tu carî nikare encamê bi dest bixe.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê havîn-zivistanê di her şert û mercên qadê de, li her derê û di her kêliyê de vê astê dixin meriyetê, ku ev yek ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me destketiyeke mezin e. Gerîlayên me ku bi xurtî dest bi sala nû kir, rêya têkoşînê ya sala 2024’an diyar kirin û rêya serketinê nîşan dan.

Hevrêyên me Serxwebûn, Serhed, Rizgar Çavreş û Jêhat kuk bi ruhê fedaî yê Apoyî tevlî têkoşîna dijwar a meha çileyê bûn, her cûre zor û zehmetî ji holê rakirin û derbên giran li dijmin xistin, gihîştin şehadetê. Hevrêyên me yên leheng bi vê astê têkoşîna me gihandin asteke bilind. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin û armancên wan bi ser bixînin.

Bîlançoya şer a meha çileyê bi vî rengî ye:

Êrîşên artêşa dewleta tirk

Êrîşên bi balafirên şer: 238

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 6

Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 18

Hevrêyên me yên şehîd bûne

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 3

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên giştî yên gerîla: 79

Operasyonên şoreşgerî: 1

Çalakiyên sabotajê: 2

Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 3

Çalakiyên sekvaniyê: 6

Çalakiyên destwerdanê û şer: 22

Çalakiyên bi çekên giran: 45

Kuştî û birîndarên dijmin

Dagirkerên hatin cezakirin: 99

Dagirkerên birîndar bûn: 12

Amûrên leşkerî yên ahtine îmhakirin

Wesayita leşkerî: 1

Cebilxane: 1

Cihê lojîstîkî: 2

Qadên jiyanê: 7

Konteynir: 3

Kon: 2

Çeper: 21

Sîstema radarê: 2

Kamerayên mobesse: 5

Kamerayên mobesse yên termal: 1

Sîstema şer: 1

Droneyên bombebarkirî: 1

Jenerator: 1

Çekên A4: 2

Bombeavêjên bi zincîr: 2

Telefonên destan: 8

Amûrên ku derb li wan hatine xistin

Kepçe: 1

Qemyon: 1

Konteynir: 2

Çeper: 20

Çek û alavên leşkerî yên hatin desteserkirin

Çeka nîv otomatîk a BKC: 2

Fîşekên BKC: 200

Çeka bombeavêj: 4

Çeka bombeavêj a yekane: 1

Çeka MPT-55: 7

Fîşekên çeka MPT-55: 250

Dûrbînên termal: 5

Dûrbînên şevê: 7

Lazer a çekê: 2

Dûrbîna çekê: 5

Amûra destnîşankirinê ya çekê: 1

Cîhaza mûhabere: 2

Batarya cîhaza mûhabere: 1

Projektor: 2

Kêr: 2

Bombeya mijê: 3

Pîlê dûrbîna termal: 5

Êleka êrîşê ya bi zirx: 3

Parka leşkerî: 2

Berguhk: 2″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar