Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Di meha gulanê de 54 dagirker hat cezakirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha gulanê aşkere kir û got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku têkoşîna şehîdên me ji xwe re dikin mîrate û bi vî rengî mezin dibin, wê doza mafdar a azadiyê ya gelê me teqez bi ser bixînin."

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza parastina rewa û îradeya azad a gelê kurd e, ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî paşerojek bi çand, ziman û dîroka xwe ya bi rûmet li dijî êrîşên mêtingeran berxwedaneke dîrokî kirin û ev berxwedan hîn jî dewam dike. Hêzên me li hemberî her cûre êrîşan bedena xwe dikin çeper, bi rengekî fedaî şer dikin û her bihosta xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin. Hêzên me ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk a mêtinger bi berxwedaneke bêhempa bersivê didin, piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’yan ya li Mereş-Bazarcixê, aşkere kir ku wê li gorî biryara bêçalakiyê ya tevgera me tevbigere û nêzî 4 mehan li gorî vê yekê tevgeriya. Li gel vê biryara me, ku ji bo pêçandina birînên gelê me yên erdhejê li ser bingeha mirovî hate wergirtin, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û artêşa tirk a dagirker a di bin kontrola serkêşê şerê taybet ê qirêj Hûlûsî Akar de ye, êrîşên xwe dewam kirin. Artêşa tirk a dagirker di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê hemû qadên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelek caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û topan bombe kir, li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên qedexekirî û kîmyewî bombe kir, bi vî rengî sûcê şer kir. Artêşa tirk a mêtinger di nava meha Gulanê de bi taybetî li bakûrê Kurdistanê her cûre derfetên teknîkî bi kar anî û il gel bi sedan dagirker û kontrayî operasyonên berfireh pêk anî.”

‘Dewleta tirk 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî sûcê şer kir’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel êrîşan hemûyan xwe parastin, li ser bingeha xweparastinê bersiv dan dagirkeran û di encama vê yekê jî de jî gelek caran şer qewimî. Artêşa mêtinger ku bi derfetên xwe yên teknîkî xwest encamê bi dest bixe, nekarî berxwedana hêzên me bişikîne.

Ji Bakûr heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her qadê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî mêtingeran li ber xwe dan, rê nedan dagirkerî û dagirkeran, bi ruhê berxwedanê yê Şehîdên Meha Gulanê ku bi Hakî Karer destpê kir û heta Halîl Çavgûnan, li Zindana Amedê heta Berxwedana Çaran û Hozan Mizgînan dewam kir, xwedî li xeta têkoşînê derketin û bilind kirin. Hevrêyên me li Bakûr li dijî mêtingerên ku dixwestin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tune bikin, bi rengekî fedaî li ber xwe dan, li Mêrdîn, Amed û Botanê li ser xeta Şehîdên Meha Gulanê û bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê bersiva pêwîst dan dagirkeran.

Artêşa tirk a mêtinger ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare ma, meha gulanê çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir û sûcê şer kir. Li gel vê yekê çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 126 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrîşê, 435 caran bi hawan, obus, tank û çekên giran bombe kir. Di dema êrîşa dagirkeran de şer qewimî. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn. Di êrîşên dijmin de 13 hevrêyên me şehîd bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku navê biryardariya li jiyana bi rûmet û paşeroja azad a gelê me ye, xwîna xwe dilop bi dilop rijandin, derbên giran li dagirkeran xistin û têkoşîna Leyla Sorxwînan nîşan da ku li Kurdistanê hêviya azadiyê tu carî nikare bê tunekirin, ev yek nîşanî tevahiya cihanê dan. Li bakûrê Kurdistanê hevrêyên me Bahoz Çiya, Dilgêş Zagros, Bawer Korkmaz, Dilşêr Çiyareş, Bawer Med, Rênçber Gîvara, Şerger Caf li dijî mêtingeriyê bi fedaîtî şer kirin û şehîd bûn. Li Herêmên parastinê yên Medyayê hevrêyên me Egîd Zîlan, Viyan Ozgur, Diyar Xoşnav, Botan Zagros, Bawer Zaza û Canşêr Adar tevlî nava karwanê şehîdan bûn. Van hevrêyên me li ser xeta serkeftinê li ber xwe dan û tevlî karwanê nemiran bûn.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku têkoşîna şehîdên me ji xwe re dikin mîrate û bi vî rengî mezin dibin, wê doza mafdar a azadiyê ya gelê me teqez bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar