Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Di meha hezîranê de 44 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bîlançoya şer a navbera 1-30'ê hezîranê aşkere kir û got: “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 45 çalakî kirin, 44 leşkerên tirk ên dagirker ceza kir. Di êrîşên dagirkeran de 10 gerîla jî şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha hezîranê aşkere kir.

HPG’ê got: “Dewleta tirk netewe dewleteke ku weke nijad xwe dispêre Tirkperestiyê, weke mezheb jî xwe dispêre Sûnîtiyê. Sîstema netewe dewletê ya tirk a faşîst ji xwe re kiriye armanc ku ji bilî Tirkîtiyê hemû pêkhateyên etnîkî, ji bilî Sûnîtiyê hemû baweriyan bi rêbazên qirkirin û asîmîlasyonê ji holê rake, hemû civak û gelên li Tirkiyeyê bike tirk, Sûnî û ji bo vê jî komkujiyên gelekÎ hovane kir. Di 2’ê tîrmeha 1993’an de li Sêwasê 34 canên me yên Elewî bi xwînxwarî hatin qetilkirin. Di salvegera 30’emîn a vê komkujiya li dijî mirovahiyê de em şehîdên demokrasiyê û canên li Sêwasê hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin.”

‘Gerîlayên azadiyê bi ruhê fedaî yê Apoyî têdikoşin’

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin, “Dewleta tirk a qirker mêtinger bi heman mejiyê faşîzan îşkenceya psîkolojîk û tecrîda li ser Rêber Apo, her wiha êrîşên qirkirinê yên li ser gelê kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dewam dike. Ji van êrîşên ji bo qirkirina gelê kurd têne kirin, ya herî girîng li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê kirin. Wateya gerîla ya ji bo gelê kurd, rola xwe ya di parastina rewa ya gelê me de, temînatiya doza azadiyê û hêza pêşeng a têkoşîna me sedem e ku dijmin timî êrîş bike. Gerîlayên Azadiyê yên kurdistanê jî ji bo têkoşîna azadiyê û hebûna gelê me bi berpirsyariya xwe ya rojane û dîrokî ji bakurê Kurdistanê heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi ruhê fedaî yê Apoyî têdikoşin.

‘Dagirker êrîşên xwe bê navber dewam dike’

Artêşa tirk a dagirker li bakurê Kurdistanê operasyonên berfireh ên êrîşê pêk anî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bênavber ji bejahî û hewayî ve bombardûman kir. Di nava meha hezîranê de li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê 127 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê, 2148 caran bi obus, tank û çekên giran bombardûman hate kirin. Li dijî çeperên me yên li Qadên Berxwedanê 26 caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Ji bo hilweşandina çeperên me jî bi kepçeyan êrîş kirin.

‘44 dagirkerên tirk hat cezakirin’

Hêzên me ku li dijî êrîşên dijmin di pozîsyona xweparastinê de bûn, ji 13’ê Hezîranê û pê ve derbasî pozîsyona çalakiyê ya çalak bûn û derbên girîng li Artêşa tirk a dagirker xistin. Li dijî van êrîşên dijmin, hêzên me di nava meha Hezîranê de 45 çalakî pêk anîn, di encama van çalakiyan de kontrayek û 44 dagirker hatin cezakirin. Her wiha wesayiteke bi tîpa Reo, sîstemeke kamera ya mobesse û sîstemeke radarê îmha kirin.

‘Wê ala têkoşînê ya şehîdên me bê bi ser xistin’

Di meha hezîranê de ku meha fedaiyan e, li Amedê endamê fermandariya eyaletê fermandarê me yê fedaî hevrê Xemgîn (Samî Ozdemîr), Bahoz, (Umît Korkmaz), Zîn (Dîlan Gokalp), Mahsûm (Vedat Ayhan), li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî hevrê Asya (Kadriye Tetîk), Azad (Thomas Johann Spîess), Koçer (Diyako Saîdî), Zana, Zagros û Berxwedan ên bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber her cûre zor û zehmetiyan rabûn, şehîd ketin. Hevrêyên me yên şehîd bûn ji Botanê heta Serhedê, ji Amedê heta rojhilatê Kurdistanê, ji Azad ê elman heta bi Asya tirk a ji Ordûyê, bû rastiya têkoşîneke mil bi mil a şoreşgerên enternasyonalîst û Kurdistanê. Rastiya têkoşîna Apoyî ku bi şehadeta hevrêyên me şênber bû, careke din ispat bû ku hem têkoşîna rizgariya neteweyî ya gelê kurd e, hem jî bi feraseta neteweya demokratîk navê têkoşîna azadiyê ya gelan e. Ev têkoşîna azadî û demokrasiyê ku em deyndarê şehîdên xwe yên ezîz in û rastiya ku di şexsê wan de şênber bû wê ji aliyê me hevrêyên wan ve timî esas bê wergirtin û ala wan a têkoşînê wê teqez bê biserxistin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar