Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

HPG: Di meha îlonê yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê daxuyand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan û di van çalakiyan de yek jê payebilind 28 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bîlançoya meha îlonê de daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêyên me Sara Tolhildan Goyî – Dilara Urper û Rûken Zelal – Emel Feremez Hisên ên ku 26’ê Îlona 2022’an li Mezîtlî ya Mersînê çalakiya fedî kirin û pêşengên fedaî yên Apoyî hevrê Rojhat Zîlan – Ozkan Şahîn û Erdal Şahîn – Hasan Ogûz ên 1’ê cotmeha 2023’yan li paytexta Tirkiye Enqereyê çalakiya dîrokî kirin, di salvegera şehadeta wan de bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin. Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin. Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî jinûve diyar kirin. Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rê ve birin û siberoja me diyar kirin. Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan. Li bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dêrsîm û Garzanê artêşa dagirker operasyon û bombardûmanên bêhejmar kir. Di şerê li hemberî artêşa tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç – Adem Ozkan û Rêbaz Bagok – Selman Dagdelen, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Hebûn Pîro – Zirav Taş û Botan Osyan – Fehmî Başkûrt bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi droneyên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrîşê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî van êrîşên artêşa dagirker bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan. Di nav ameha îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.

Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:

Êrîşên artêşa tirk a dagirker

Êrîşên bi balafirên şer: 303
Êrîşên bi helîkopterên Êrîşê: 169
Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 51
Êrîşên bi droneyên bombebarkirî: 8

Hevrêyên şehîd bûn

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 4

Çalakiyên gerîlayan

Çalakiyên gerîla yên hewayî: 1
Çalakiyên gerîla yên bejahî: 111
Temamiya çalakiyên gerîla: 112

Kuştiyên dijmin

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 27
Hejmara dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 1
Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 11

Amûrên hatin îmhakirin

Sîstema Radarê: 2
Cebilxane: 1
Bombeavêja bi zincîr: 1
Drone: 5
Kameraya mobesse: 4
Çeper: 3
Enerjiya Rojê: 1

Yên ku derb lê hatine xistin

Helîkopterên Êrîşê: 2
Helîkopterên Skorsky: 1
Çeper: 3
Kepçe: 1

Yên ku hatine desteserkirin

Droneyên bombebarkirî: 1″

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar