Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Di nava 2 mehan de 985 dagirker hatin cezakirin, 3 helîkopter û tankek hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a navbera 14’ê nîsanê û 14’ê hezîranê aşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Êrîşa dagirkeriyê ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê, du meh li pey xwe hişt. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî vê êrîşê, her qada ku dagirker lê ne kirin qada berxwedanê û pêvajoyeke şer a dîrokî dan destpêkirin. Dewleta tirk a dagirker bi teknîka şer a herî pêşketî ya serdemê, bi piştgiriya NATO’yê û xiyaneta kurdên noker bi hezaran carî bi obus, hawan, helîkopterên êrîşê û balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand, lê nekarî encamê bi dest bixe. Artêşa tirk li Zapê xitimî, lewma şeva 25’ê gulanê êrîşên xwe berfireh kir û derbasî rojavayê Ava Zapê kir. Lê belê hêzên me yên qadê li ser bingeha Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bi çalakiyên xurt bersiv dan vê gava artêşa tirk. Artêşa tirk xwest ji rewşa xitimandî ya li Zapê bi vî rengî derkeve, lê hîn bêhtir bû hedefa gerîla û negihîşt armanca xwe.”

Berê gerîla li serkeftinê ye

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li ser bingeha stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe weke gerîlayên modernîteya demokratîk ji nû ve ava kirine, taktîkên nû yên gerîla bi hostatiyeke mezin û afirîneriyê xistine meriyetê.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Rêbaza tîmê bi tevger û nîv bi tevger, ku xwe dispêre çeperên li qadê û rêbaza şerê tunelan bi her awayî bi hostatî bi kar tîne, di pratîkê de xwe ispat kir ku rêbaz û taktîka encamgir a gerîla ye. Pêvajoya şer a 2 mehan ku ji aliyê leşkerî ve ast û performanseke nû ye, ji bo gerîla bûye asteke girîng a bawerî, îrade, moral, motîvasyon û biryardariya li ser serketinê. Hêzên me hêzeke fedaî ye, ku bi hişmendiya bilind û manewiyata xurt a Apoyî xwe bi rêxistin kirine, li ser azadiyê biryar dane û di oxira têkoşîna vê yekê de her tişt dane pêş çavên xwe. Hatiye destnîşankirin ku li hemberî hêza gerîla ya fedaî ne teknîka serdemê, ne êrîşên hovane yên dewleta tirk û ne jî nokerên wê nikarin encamê bi dest bixin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe didin, bi dayina berdêlên mezin careke din nîşan dan ku hêviya azadiyê ya gelê Kurdistanê yê mezlûm, gelên bindest û çîna bindest e.

Artêşa tirk ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ya li çeper û tunelên şer bêçare maye, careke din dest bi bikaranîna rêbazên şerê qirêj kir û 779 caran çekên kîmyewî û teqemenî bi kar anî, bi vî rengî sûcê şer kir. Li hemberî van êrîşan hemûyan, hêzên me bi ruhê pêngava şoreşgerî gelek çalakiyên berfireh û koordîneyî yên gerîla kirin. Kemîn, serdegirtin, sûîqest, sabotaj bûn rêbazên çalakiyê yên gerîla ku di nav hev de hatin kirin û di encamê de dagirkeran berdêlên giran dan. Hêzên me ku bi ruhê êrîşê yê bilind Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşgerî kirin, çûn ser nêzî 30 cenazeyên dagirkeran, payebilind jî di nav de nasname, çek û malzemeyên leşkerî yên dagirkeran desteser kirin. Li gel vê rastiyê jî dewleta tirk ku sûcdarê şer e, mîna ku her carê dike hewl da hejmara windahiyên xwe vejêre û bi rêya medya şerê taybet jî qala çîrokên serketinê yên sexte kir.

Gerîla derbên giran li dijmin da

Dewleta tirk mîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bakurê Kurdistanê jî li hemberî hêzên me bi sedan operasyon kir, lê nekarî encamê bi dest bixe. Hêzên me piraniya van operasyonan bêencam hiştin û di heman demê de li Botan, Serhed û Amedê çalakiyên afirîner kirin û derbên giran li dagirkeran xistin.

Hevrêyên me yên leheng ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer kirin û şehîd bûn, li dijî dewleta tirk a ku hewl dide Kurdistanê dagir bike, bûn pêşengên berxwedana destanî, pêşî li êrîşa dagirkeriyê ya berfireh girtin û encamên girîng afirandin. Bi saya keda mezin, hewldan û sekna fedaî ya şehîdên me, ev pêvajoya berxwedanê bi rê ve çû. Di vê pêvajoyê de 13 hevrêyên me bi çekên kîmyewî, bi giştî 58 hevrêyên me şehîd bûn. Encamên ku şehîdên me bi xwêdan û xwîna xwe afirandin, misogeriya rûmet û azadiya me ne, ji bo me fermana serketinê ne.

Bîlançoya şer a navbera 14’ê nîsanê û 14’ê hezîranê wiha ye:

Êrişên artêşa tirk a dagirker;

– Bi qasî ku hêzên me tespît kirin, di serî de Qadên Berxwedanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê;

– 2065 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 1493 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– Çeperên şer ên hêzên me 779 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Çalakiyên hêzên me;

– Çalakiyek Hêzên Parastina Hewayî

– 2 operasyonên şoreşgerî

– 15 çalakiyên xweberdana nava dijmin

– 11 çalakiyên serdegirtinê

– 41 çalakiyên gerîla yên koordîneyî

– 101 çalakiyên sabotajê

– 132 çalakiyên sûîqestê

– 2 çalakiyên kemîndanînê

– 151 çalakiyên bi çekên giran

– 288 Şer-çalakiyên derblêdanê

Bi giştî 744 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

– 2 jê bi paye 985 dagirker hatin cezakirin.

– 166 dagirker birîndar bûn.

Çek û malzemeyên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin;

– 7 çekên MPT-55

– Çekek MPT-66

– 2 çekên M-16

– 2  Debance

– Çekek BKC

– Roketavêjek B-7

– 2  çekên bombeavêj

– 4  fîşekên bombeavêj

– 2  êlekên êrîşê (ji pola)

– 2  Rext

– 5  Jarjor

– Kamerayeke termal

– Dûrbînek termal

– 6  dûrbînên bi şev û roj

– 4  mayin

– Cîhazeke teqandina mayinan

– 848 fîşekên M-16 û BKC

– 4  telefonên destan

– 3  kamerayên datînin ser serî

– Cîhazek nuqtekirinê

– Panelek rojê

– Pûsûlayek

– 2  kêr (Kasatûra)

– Çavkaniyeke enerjiyê

– 4  çenteyên leşkerî

– 8  Fenerên destan

Malzeme û wesayitên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– Helîkoptereke êrîşê

– 2 helîkopterên Skorsky

– Tankek

– 2 wesayitên zirxî

– 2  çekên BKC

– 2  çekên A4

– Jammerek

– 3  Radar

– 15 drone

– Kamerayeke termal

– Teleskopek

– 20  sîstemên kamera yên mobesse

– 2  cîhazên guhdarîkirinê

– Fotokapanek

– Konteynirek

– 2  sensorên bi tevger

– Kamelyayek

– 9  konên leşkerî

– 29  çeper

Wesayitên eşkerî yên ku hêzên me derb lê xistin;

– 20  helîkopterên êrîşê

– 26  helîkopterên Skorsky

– 5  drone

– 11 çeper

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar