Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: Dijminê sondxwarî yê gelê kurd 8 car çekên kîmyewî 1081 car bombebaran bikar anî

HPG'ê bîlançoya şer a meha nîsanê aşkere kir. Dewleta tirk a dagirker ya dijminê sondxwarî yê gelê kurd ku xwîn ji devê wî diherike, 1081 caran ji bejahî û hewayî û 8 caran jî biçekên kîmyewî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a navbera 1 û 30’ê Nîsanê aşkere kir.

Di daxûyaniya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza bingehîn a parastinê û îradeya azadiyê ya gelê me yê bindest e, li gel şert û mercên herî giran jî xaka Kurdistanê ya pîroz bi rengekî fedaî ji hêzên mêtinger parastin, diparêzin. Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku dijminê sondxwarî yê gelê kurd e, derfetên li ber destê xwe hemû bi kar tîne û êrîş dike. Rejîma şerê taybet a faşîst ku ji aliyê siyasî û aborî ve têk çûye, li ser bingeha tunekirina îradeya azad a gelê kurd, şerê xwe yê qirêj dewam dike û bi vî rengî hewl dide li ser piyan bimîne. Li gel van êrîşan, gerîlayên me yên bi fedaîtî şer dikin bi kûrkirina xeta berxwedanê rê nedan mêtingeran û bi berxwedanê dîrok nivîsandin.”

Daxûyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî dewam kir:

“Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst ku hebûna xwe li ser tunekirina gelê kurd ava kiriye û dixwaze bi rêbazên şerê qirêj encamê werbigire, bi nêzîkbûna hilbijartinê re êrîş zêde kiriye, bi nûçeyên derewîn û çîrokên sexte yên serkeftinê dixwaze raya giştî bixapîne û ji siyaseta şer encamê werbigire. Rejîma AKP-MHP’ê ya sûcdarê şer ji Mêrdînê heta Botanê, ji Botanê heta Serhedê li bakûrê Kurdistanê bi hezaran dagirkerî û teknîkeke bêdawî bi dehan caran êrîşên ji bo tunekirinê kir. Li gel vê yekê li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên bi îradeya fedaî xwe xemilandine, nekarî encama dixwaze bi dest bixe.

1081 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand

Çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi qasî ku hêzên me tespît kirin 76 caran bi balafirên şer, 61 caran bi helîkopterên êrîşê, 944 caran bi tank, top, obus û çekên giran bi giştî 1081 caran hatin bombekirin. Artêşa dewleta tirk a mêtinger sûcên xwe yên şer zêde kir, li ser çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî. Rejîma faşîst bi rengekî çavsorane her cûre sûcê şer û li dijî mirovahiyê dike û ji vê yekê hêviyê dike. Ev yek jî hewldanên dawî yên rejîma li ber hilweşînê ye. Hêzên me li cihên ku dagirkeran êrîş kirin û şer qewimî, bersiv dan dijmin û şer qewimî. Di vî şerî de 2 dagirker mirin, sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin û çekek topê ya 57’an hate îmhakirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku weke Gerîlayên Modernîteya Demokratîk xwe jinûve ava kirine û bûne hêviya azadiyê ya jin, ciwan û hemû bindestan, bi keda pîroz a hevrêyên me yên nemir ên heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî têkoşiyan, hêviya ji bo paşeroja azad xurt dikin. Ji fedaiyên me yên ku meha Nîsanê li bakûrê Kurdistanê nemir bûn hevrêyên me Xebatkar Bagok, Bager Wan, Hêjar Zozan, Rosîda Bawer, Ekîn Rizgar Malazgîrt û hevrêyê me Botan Goyî yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê nemiran bûn, bi tîpên zêrîn navê xwe li dîroka berxwedanê ya bi rûmet a gelê me nivîsandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê ku têkoşîna Dilxwaz Gabar û Gulçiya Gabar ji xwe re kirine mîrate û berê xwe dane serkeftinê, li ser şopa şehîdan û xeta Apoyî bi rengekî bêteredût wê têbikoşin û doza azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar