Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: Dijwar, Kendal û Ernesto bi bûyîna mîlîtînên Apoyî serbilind bûn

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan aşkera kir û wiha got: “Hevrêyên me Dijwar, Kendal û Ernesto heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan. Bi bûyîna mîlîtanên Apoyî serbilind bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên gerîlayên HPG’ê Dijwar Şervan, Kendal Cûdî û Ernesto Che Gûevara ku di mehên cuda yên sala 2023’an de li Metînayê şehîd bûn aşkera kir û destnîşan kir ku ev şehîd bûn mîlîtanên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya ku li ser xeta fedayîtiyê tê meşandin.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li Metînayê ku li dijî dewleta tirk a dagirker li ser xeta fedayîtiyê têkoşîn lê dihat meşandin, di êrîşên dijmin de hevrêyên me Dijwar Şervan 2’ê cotmeha 2023’yan, Kendal Cûdî 28’ê mijdara 2023’yan û Ernesto Che Gûevara 3’yê kanûna 2023’yan şehîd bûn.

Hevrêyên me Dijwar, Kendal û Ernesto ji bo ku gelê me bibe xwediyê siberojeke bi rûmet xwe ji ti fedakarî û berdêl dayînê nedan paş. Bi vê seknên xwe yên bi biryar, weke mîlîtanên Apoyî derbasî dîroka têkoşîna me bûn ku wê ji hemû ciwanên kurd re bibin mînak. Hevrêyên me Dijwar, Kendal û Ernesto tu armanc ji azadiya gelê me bi nirxtir nedîtin û li gelek deverên cuda û herêmên ku şer lê herî dijwar cih girtin. Hêmana wan a esas ew bû ku armanca xwe pêk bînin. Heta nefesa xwe ya dawî ji vê sekna xwe tawîz nedan. Bi bûyîna mîlîtanên Apoyî, serbilind bûn. Hevrêyên me pêdiviyên mîlîtaniya Apoyî di pratîkê de jî pêk anîn û şoreşgerî têra xwe jiyan kirin. Ew ê weke mîlîtanên pêşeng ên têkoşîna me ya li ser xeta fedayîtiyê, dê her tim rêya me ronî bikin û bibin meşale.

Di serî de malbatên hêja yên ku şoreşgerên mîna hevrêyên me Dijwar, Kendal û Ernesto ku heskiriyên gelê xwe bûn mezin kirin, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêyên xwe bişopînin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Dijwar Şervan
Nav û Paşnav: Mehmet Çetîn
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Sana – Abdûlselam
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’ê Cotmeha 2023’an / Metîna
Nasnav: Kendal Cûdî
Nav û Paşnav: Rizgar Derwêş
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dayik – Bav: Ferha – Bişar
Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Mijdara 2023’an / Metîna
Nasnav: Ernesto Che Gûevara
Nav û Paşnav: Jiyan Bîlge
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik – Bav: Qumrî – Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023’an / Metîna

Hevrê Dijwar li dijî vê rastiya dijmin ket nava lêgerînê

Hevrêyê me Dijwar li Amedê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî girêdayî kevneşopî û çanda Kurd bû, hevrêyê me Dijwar jî li gorî cewherê xwe mezin bû. Ji ber ku bavê wî ji ber nasnameya xwe salên dirêj di girtîgehên mêtingeriyê de ma, di ferqa pêkanînên dewleta tirk ên li hemberî gelê me de bû û bi wî rengî mezin bû. Hevrêyê me ji gotinên bavê xwe polîtîkayên dewleta tirk a qirker ên li hemberî gelê me û rastiya vê dewleta mêtinger fêm kir. Mîna her ciwanek ê Kurdistanê, li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Çend salan çû dibistanên dewleta tirk û fikirî ku ev dibistan navendên bişaftinê ne, lewma dest ji dibistanê berda. Hevrêyê me Dijwar hîn zêdetir ji bo ku tevlêkariyê li debara malbata xwe bike, jiyana xwe didomand. Ji temenê ciwantiya xwe û vir ve di nava xebatên ciwanên şoreşger û welatparêz de cih girt. Dema ku di nava van xebatan de lêkolîn dikir û bi hevrêyên xwe re diket nava nîqaşan. Bi vî rengî rastiya dewleta tirk a qirker hîn baştir fêm kir. Hevrêyê me li dijî vê rastiya dijmin ket nava lêgerînê da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Dema ku di vê pêvajoyê de çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk êrîşî Kobanê û gelê me yê li Şengal û Rojava kir, fikrên xwe yên derbarê dewleta tirk de hîn zelaltir kir. Ji bo ku li dijî vî dijminî têbikoşe, biryar da ku tevlî nava refên gerîlayên Kurdistanê bibe ku bi dehan sale li ser xeta fedayîtiyê têkoşînê dimeşîne. Li ser vî bingehî sala 2015’an ji Amedê ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, berê xwe da çiyayan û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê li qada Amedê dît. Ji ber eleqeya xwe ya bi leşkerî re, tarz û taktîkên gerîla di demekî kurt de fêr bû. Hevrêyê me bi alîkariya hevrêyên xwe jî hêmanên esas ên di çand û exlaqê Apoyî de fêr bû. Bi îdîa û biryardariyeke mezin dest bi meşa xwe ya şoreşgeriyê kir.

Ji derveyî serkeftinê tu vebijêrkek din qebûl nekir

Hevrêyê me di pêvajoyek ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zêde de, tevlî têkoşînê bû û xwest li dijî van çeteyan şer bike. Li ser vê yekê perwerdeyên ku dîtî, ji xwe re esas girt û derbasî qada Rojava bû. Li vir salên dirêj têkoşîn meşand. Li Rojava di gelek pêngavên li dijî çeteyan de cih girt û bi cesareta xwe derket pêş. Li dijî komkujiyên ku çeteyan li dijî gelê me pêk anîn, bi bi hestê tolhildanê tevlî her pêngavê bû. Hevrêyê me di her pêngavê de ji derveyî serketinê tu vebijêrkek din qebûl nekir û ji bo azadbûna gelek cihên di bin dagirkeriyê de, rol lîst. Bi taybetî dema ku Kobanê û gundên wê ji dagirkeriyê hat rizgarkirin, fedakariyek bê hempa nîşan da û ev yek bû sedem ku li Kobanê ji aliyê gelê me ve were hezkirin. Hevrêyê me Dijwar li Rojava di warê leşkerî de xwe pêş xist û bû pispor. Ji bo pêşketina gelek hevrêyên xwe jî tevlêkarî kir û di parastina Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bû xwedî ked. Di pêvajoya ku dema êrîşên çeteyan li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava de hebûn, vê carê dewleta tirk bi xwe rasterast êrîşî gelê me kir û di serî de Efrîn li gelek deveran komkujî pêk anî. Ev yek bû sedem ku hêrsa hevrêyê me Dijwar hîn zêdetir bibe. Lewma hevrêyê me car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryar da ku jiyana xwe ya gerîla, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bidomîne.

Di demeke kurt de di taktîkên gerîla de bû pispor

Tevî ku di şer de tecrubeyeke mezin bi dest xist, hîs kir ku divê di taktîkên şerê gerîla de hîn zêdetir kûr bibe û li Akademiyên Şehîd Mahîr perwerde dît. Hevrêyê me bi taybetî difikirî ku di taktîkên gerîla yên dema nû de bibe pispor û bi vî rengî derbasî herêmên ku şer lê dijwar bibe. Bi perwerdeyên ku dîtî, di demeke kurt de di taktîkên gerîla de bû pispor. Gihîşt wê astê ku hevrêyên xwe perwerde bike û demekê perwerdeya hevrêyên xwe girt ser xwe. Hevrêyê me Dijwar di heman demê de xwe di felsefeya Apoyî de jî perwerde kir û bi lêhêrbûnên xwe li dijî taybetmendiyên xwe yên ku di meşa şoreşê de jê re dibin asteng, têkoşiya. Hevrêyê me bi dehan hevrêyên xwe di branşên cuda de perwerde kir û bû yek ji kedkarên şerê li dijî dewleta tirk. Hin hevrêyên wî yên ku perwerde dayî wan, di pêvajoya şer de şehîd bûn. Ev yek ji bo hevrêyê me Dijwar bû sedema tolhildanê. Lewma hevrêyê me berê xwe da herêma Metînayê ku şer lê dijwar e. Tevlî berxwedana dîrokî ya li vir bû.

Hevrêyê me Dijwar di pêvajoya li herêma Metînayê de tevlî gelek çalakiyan bû û kir ku di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin bikevin. Bi tevlîbûn, hevrêtiya xwe ya xurt, bi îdîa û biryardariya xwe ya têkbirina dijmin bû mîlîtanekî Apoyî û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me Dijwar 2’ê Cotmehê di êrîşa dijmin de şehîd bû û mîrateyeke têkoşînê ya bi serketinê dagirtî li pey xwe hişt. Heta ku em têkoşîna hevrêyê xwe Dijwar bi serketinê tacîdar dikin, em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wî bidomînin.

Şehîd Kendal di temenê biçûk de têkoşîna azadiyê nas kir

Hevrêyê me Kendal li bajarê Dirbesiyê yê Rojava di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya kûr a malbata xwe ku ji destpêka salên 1990’an û vir ve xwedî li Partiya me derdiket, hîna di temenê biçûkahiya xwe de têkoşîna me ya azadiyê nas dike. Hevrêyê me Kendal bi saya şîroveyên hevrêyên me yên diçûn mala wan çiyayên Kurdistanê, rastiya gerîla û Rêber Apo pir zû nas kir. Li hemberî çiyayên Kurdistanê û gerîla bû xwedî sempatiyeke mezin. Tevlîbûna nava refên gerîla kir xeyala xwe ya herî mezin û li benda wê rojê ma ku vê xeyala xwe pêk bîne. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket, hevrêyê me jî di nava xebatên şoreşê de cih girt û di her xebatê de serketin esas girt. Hevrêyê me Kendal tevlî berxwedana li dijî êrîşên li ser şoreşê bû û ji bo parastina gelê me kedeke girîng da. Tevî vê yekê jî ti carî xwe bes nedît û ket nava lêgerînê da ku hîn zêdetir xizmetê bike. Hevrêyê me bi taybetî xwest li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li ser Rêber Apo, bibe bersiv û dizanî ku ev yek di mezinkirina têkoşînê de derbas dibe. Di heman demê de şerê fedayî yê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dimeşîne, bû sedem ku hevrêyê me Kendal pir bandor bibe. Lewma hevrêyê me Kendal weke ciwanekî Kurd biryar da ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî herî baş bi cih bîne û sala 2016’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Nêzîkatiyên PKK’ê nirx dide mirovan

Hevrêyê me perwerdeya xwe ya destpêkê ya di nava refên gerîla de, li qada Garê dît. Ji têkîliyên hevrêtiyê yên pîroz ên partiya me PKK’ê, jiyana gerîla û bandora azadiya çiyayan pir bandor bû. Lewma bû xwedî tevlîbûneke bi coş û bi xwestek. Hevrêyê me Kendal PKK weke hêza pêşeng a jiyana nû pênase kir û sedemê tevlîbûna xwe ya nava PKK’ê wiha tîne ziman, ‘Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi dehan rêxistin û fikir hene. Min bawer kir ku encex ez bi fikrên Rêber Apo dikarim xwe bigihînim azadî û heqîqetê, lewma ez tevlî nava refên PKK’ê bûm. Ji ber ku Rêber Apo gelekî ku bi dehan salan raza ye, rakir ser piyan. Lewma ez ji fikrên Rêber Apo bandor bûm. Di heman demê de jiyana Rêber Apo ya ku mucîzeyan tîne bîra mirov, bandor li min kir. Dîsa jiyana komunal a ku PKK’ê li dijî şêwazê sîstema kapîtalîst a mirovan ezezî dike, pêş xistî û nêzîkatiyên PKK’ê ku nirx dide mirovan, bû mijareke din ku ez bandor bibim.’ Hevrêyê me Kendal di felsefeya Rêber Apo de lêhêrbûnên girîng kir. Fêm kir ku têkneçûna PKK’ê ji ber fikrên wê ye û gihişt heqîqeteke girîng. Hevrêyê me Kendal anî ziman ku mîna ku Rêber Apo gotiye, ‘PKK romaneke bê dawî ye’ û hingî ku ket nava jiyana PKK’ê hîn zêdetir mereq kir û ji bo fêrbûnê hîn zêdetir ket nava hewldanan.

‘Bi israrek mezin xwest bibe parçeyek ji vê berxwedanê’

Hevrêyê me Kendal ku bi perwerdeyên dîtî re xwe di warê leşkerî de pêş xist, karî bibe gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me ku li gelek herêman gerîlatî kir, bi tevlîbûna xwe ya durust, sade û fedekar bi rengekî herî baş erkên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Kendal ku bi berxwedana hevrêyên me ya li ser xeta fedaî ya li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ya li dijî êrîşên dijmin hêz û moralek mezin wergirt, bi israrek mezin xwest bibe parçeyek ji vê berxwedanê. Ji ber vê yekê xwe di taktîk û şêwaza gerîla ya serdema nû de pêş xist. Hevrêyê me Kendal ku ji bo berfirehkirina berxwedana li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna ku dîrokî didît û weke lûtkeya têkoşîna azadiyê ya gelê me pênase kir, ji bo berxwedan bi serkeftinê re tacîdar bibe fedekarî kir û nûneriya ruhê berxwedanê ya serdemê di kesayeta xwe de kir. Bi vê taybetmendiyê hevrêyê me Kendal ku bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak hate girtin, di heman demê de bû navê baweriya bi serketinê.

Hevrêyê me Kendal a ku di dema xwe ya li herêma Metîna de bi coş û moraleke mezin tevlî her xebatê bû, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand çalakî û rêya rast a têkoşînê nîşanî hemû ciwanên Kurdistanê da, di 28’ê Mijdara 2023’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû û cihê xwe di dîroka têkoşîna gelê me de girt. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku heta em armanc û xeyalên hevrêyê xwe Kendal pêk bînin, em ê li ser bingeha xeta wî ya berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin.

Hevrê Ernesto li hemberî rastiya dijmin bû xwedî hêrseke mezin

Hevrê Ernesto li navçeya Bismîl a Amedê di nava malbateke welatparêz a ji eşîra Bêrîtan de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ji kevneşopiyeke ku çanda kurd a kûr tê de ye tê, hevrêyê me Ernesto bi vê kevneşopî û çandê mezin bû. Rastiya ku malbata wî jî bi ax, welat û zimanê xwe ve girêdayî bû û bi hemû hebûna xwe ji têkoşîna me ya azadiyê bawer dikir, hişt ku hevrêyê me Ernesto di temenê biçûk de rastiya têkoşînê bibîne. Di naskirina têkoşînê ya hevrêyê me de aliyek din a bi bandor ew bû ku li herêmeke weke Amedê ku navenda têkoşîna me ye, ji dayik bûye û mezin bûye. Hevrêyê me Ernesto ku weke her ciwanekî Kurdistanê neçar ma ji nêz ve bibe şahidê zilm û komkujiyên dijmin ên li ser gelê me, li hemberî rastiya dijmin bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me yê ku weke ciwanekî Kurd xwe ji parastina gelê me berpirsyar dibîne, li ser vê bingehê tevlî xebatên ciwanan bû. Hevrêyê me Ernesto ku ji bo xebata hişyarkirina gelê me ya li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin bi xurtî dixebitî, di vê pêvajoya xebatê de firsend dît ku rastiya têkoşîna me ji nêz ve nas bike. Dîsa hevrêyê me ket ferqa wê yekê ku dijmin ne tenê bi zext û komkujiyan gelê me dike hedef, dijmin vê yekê weke parçeyek ji polîtîkaya qirkirinê ya ku dimeşîne dibîne. Hevrêyê me yê ku difikirî li hemberî vê yekê divê têkoşîneke xurtir bê meşandin, bi tevlîbûna xizmên wî yên nêz nava refên gerîla gelekî bandor bû û lêgerînên wî destpê kirin. Di sala 2015’an de dema dijmin planeke nû ya tunekirin û qirkirinê li dijî gelê me xistibû meriyetê, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da û ji herêma Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî demekê berê xwe da herêma Bestayê û perwerdeya xwe ya destpêkê ya gerîlatiyê dît. Hevrêyê me Ernesto ku ji perwerdeya demkurt a ku wergirtî encamên mezin bi dest xist, ji şêwaz û têkiliyên hevrêtiyê yên hevrêyên li vê derê gelekî bandor lê kir. Hevrêyê me yê ku dema xwe ya li qada Bestayê weke kêliyên herî bi qîmet ê jiyana xwe bi nav kir, di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi tiştên ku li vir jiya û bîranînên hevrêyên xwe re parve kir û dilsoz bû. Piştre ji bo perwerdeyeke berfireh bistîne û di hunera gerîlatiyê de jêhatî bibe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe. Pêşî li herêma Heftanînê tevlî xebatan dibe. Nêzî salekê li vir pratîk kir û di warê gerîlatiyê de tecrûbe û jêhatîbûnek bi dest xist. Hevrêyê me ji bo li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me yê Êzidî bisekine û tevlî pêngava azadkirina Şengalê bibe, derbasî herêma Şengalê bû.

Hevrê Ernesto li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir

Hevrêyê me Ernesto ku di dema mayîna xwe ya li herêma Şengalê de bi tevlîbûna gelek çalakî û hemleyên li dijî çeteyan re erka xwe bi serketinek mezin bi cih anî, di pêvajoya şer de bi wêrekî û sekna xwe ya biryardar bû xwedî tevlîbûneke bi mînak. Hevrêyê me yê ku hêz dida hevrêyên xwe yên ku bi wan re têdikoşiya her wiha ciwanên êzidî jî moralek mezin ji vê seknê girtin. Hevrêyê me yê ku bi hêrsa xwe ya li hemberî qetlîamên çeteyan derbasî pratîkê bûbû, ji bo heqê her karê ku dikeve ser milên wî bide kedek mezin da. Hevrêyê me ji bo ku ciwanên Şengalê xwe perwerde bikin û civaka xwe biparêzin, bû xwedî hewldanek mezin û piştî erka xwe ya li vir qedand cardin berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Hevrêyê me yê ku di serdemeke ku êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî Heftanînê zêde bûn de careke din derbasî Heftanînê bû, bi avantaja naskirina vê herêmê di berxwedana dîrokî ya li hemberî êrîşên dijmin de roleke girîng lîst. Ji bo tola şehîdan ku di berxwedana dîrokî ya Heftenînê de bi pêşengiya Bargiran, Nûcan, Esmer û Memyan pêk hatî de hilîne bi fedekarî şer kir û têkoşiya. Hevrêyê me Ernesto yek ji wan hevrêyên me ye ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk bi vîn û biryardariyeke bê hempa berxwedan geş kir û piştre derbasî qada Metînayê bû û têkoşîna xwe li vir dewam kir. Hevrêyê me Ernesto ku li dijî êrîşên dijmin ên li ser Zendûra ya sala 2021’an bi rengekî aktîf tevlî gelek çalakiyan bû, hewl da heqê erka hevrêtiyê bide. Di vê pêvajoyê de hevrêyê me ku ji bo tola hevrêyên xwe yên di encama êrîşên artêşa tirk ya bi çekên kîmyewî li Zendûra şehîd ketin hilîne, weke erkek sereke dît, pê bawer bû ku tenê bi vî rengî dikare peywira xwe ya hevrêtiya partiya me PKK’ê ya pîroz bi cih bîne. Li ser vê bingehê li gelek qadên Mêtinayê tevlî xebatên gerîlatiyê bû û bersiv da êrîşên dijmin. Hevrêyê me Ernesto ku bi disîplîna xwe ya leşkerî, hesas û girêdanbûna bi nirxên azadiyê derket pêş, di her karê xwe de serketineke teqez armanc kir.

Hevrê Ernesto ku di 3’yê kanûnê de di êrîşên dijmin ên li ser herêma Mêtîna de şehîd bû, wê her tim bi kesayetiya xwe ya durust, bi sekna xwe ya bi biryardar û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re bê bîranîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku bi gotina, ‘Xeyalên hevrê Ernesto xeyalên me ne, armanca wî armanca me ye’ em ê têkoşîna wî bi serkeftinê tacîdar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar