Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

HPG: Dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta tirk li Xakûrkê wesayitên sivîl kirine hedefa xwe, welatiyek şehîd bûye û 3 birîndar bûne û got ku dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan û êrîşên dewleta tirk a li ser qadên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger ku li Eyaleta Serhedê didome û ev agahî da: “Hêzên me 26’ê hezîranê saet 04.30’an çalakiyeke birine ser kozika nobetê ya qereqola Bûbo ya Bazidê ya Agiriyê. Di vê çalakiyê de hêzên me gelekî li wan reşandin, gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 çekên giran ên A4 ên li kozikê hatine tunekirin. Artêşa dagirker a TC’ê ku piştî çalakiyê kuştî û birîndarên xwe rakirin, li qadên derdorê reşandiye.”

Cihê kontrolê bû hedef

Di daxuyaniyê de HPG’ê da zanîn ku di 26’ê hezîranê hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şehîd Bager û Şehîd Ronya li dijî cihê kontrole yê artêşa tirk a li dehma Derava Qesranê ya di navbera sînorên Çelê û Colemêrgê de çalakiyek pêk anîne û got k udi vê çalakiyê de kozik û wesayîtên zirxê yên artêşa tirk bûne hedef û leşkerek hatiye kuştin.

Êrîşên hewayî yên li ser qadên gerîla

HPG’ê bi berdewamî li ser êrîşên hewayî yên bi balafirên şer ên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê ev tişt anî ziman: “27’ê hezîranê saet 07.50’î balafirên şer qada Şehîd Bêrîtan a Xakûrkê bombe kiriye. 26’ê hezîranê di navbera saet 01.00 û 03.00’an de balafirên şer qada Kesta ya Metîna û Girê Şehîd Piling bombe kirine. Heman rojê derdora saet 13.00’n balafirên şer qada Kunîşka ya Zapê bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de şewat li çiyê derketiye. Dîsa eynî rojê saet 17.20’an balafirên şer li nêzî gundê Goşîne yê li herêma Xakûrkê 2 wesayitên welatiyên sivîl bombe kirine. Di encama vê bombekirinê de welatiyê sivîl ê bi navê Mansûr Nafîh hatiye qetilkirin, 3 sivîl jî birîndar bûne.”

Qadên sîvîl tên bombekirin

Her wiha HPG’ê ragihand ku dewleta tirk bi êrîşên ser sîvîlan dixwaze hemû herêmê ji mirovan vala bike, başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev êrîşên ku artêşa TC’ê ya dagirker bi zanebûn dike, careke din nîşan dide ku êrîşeke mezin tîne ku hedef ne tenê Tevgera Azadiyê ye her wiha hemû gelê herêmê ye. Dijminatiya li kurdan a dewleta faşîst a TC’ê ya ku gelek caran sivîlan û jîgehên sivîl dike hedef nîşan dide û her wiha tê dîtin ku hewl dide hemû herêmê ji mirovan vala bike. Bi vê tevgera dagirkirinê re dewleta faşîst a TC’ê dixwaze başûrê Kurdistanê bi tevahî kontrol bike, gel di bin mêtingerî û dagirkeriya xwe de bihêle. Ên ku çavê xwe ji van êrîşên dewleta TC’ê ya dagirker re digirin û dibin sedema mirina sivîlan, bi hindikayî bi qasî dagirkeran hevkarên sûc in. Ev êrîşên dewleta TC’ê ya dagirker bi temamî dijî berjewendiya gelê Kurdistanê ye û yekitiya neteweyî dike hedef. Dagirker bi van êrîşan dixwazin yekitiya neteweyî ya  kurdan parçe bikin. Gelê me li dijî van dagirkeran ku tu mafê wan tuneye ku êrîşê bînin divê raweste û destûrê nede ku xwîn ji bêvila yek mirovê kurd jî were. Em gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê diyar dikin tu êrîşa li ser gelê kurd dê bê bersiv nemîne. Di serî de mabata welatiyê me Mansûr Nafîh ku di vê êrîşa bêbext de şehîd bû, em sersaxiyê didin hemû gelê başûrê Kurdistanê.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar